• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi xeml û girêdana xwe ya Dêrikî li pêşengeha pirtûkan e

Bilal Guldem / AW

5 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd helbestvan Fatma Tunç diyar kir ku her çiqas eleqeya xwîneran ji bo pirtûkên Kurdî hebe jî lê mîna salên bere xwîner ji ber rewşa aborî nikarin pirtûkan bistînin.

Komeleya Wêjekarên Kurd jî standa xwe li 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê daniye û kon vedaye. Cihê wê standa wêjekaran ne li beşa weşanxaneyan e. Li beşa komeleyan û saziyan cih digire. Li cihekî bêdeng e û ev beş zêde bala xwîneran nakişîne. Li ser standa komeleyê pirtûkên endamên komeleyê hene.

Bi xemla Dêrikî li ber standê ye

Dema ez li nava fuarê digeriyam bala min kişand û min dît jinek bi kitan ango girêdana cil û bergên Dêrika Çiyayê Mazî li ber standê ye û li benda xwîneran û kesekî ye ku serdana wan jî bike. Ev jina bi girêdana Dêrikê li ber standê ye helbestvan û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Tunç ango Fatêxan e. Serê wê bi ser pirtûkekê de xwar kiribû û dixwend…

Dema min silav da Fatêxan pirr şanaz bû û çav û devê wê keniya. Mîna ku bêje, “Şikir va rojnamevanek serdana me kir.” Min xwest ez pê re hevpeyvînek bikim, bi kêfxweşî qebûl kir û em li ser pêşengeha pirtûkan axivîn.

Fatma Tunç bi bîr xist ku komeleya wan ev du sal in beşdarî fuarê dibe û got ku ew ne ji bo qezencekî beşdar dibin ew ji bo naskirina pirtûkên kurdî û wêjeya kurdî beşdar dibin.

Gazina ji bo cih

Fatma Tunç gilî û gazinên xwe yên ji bo veqetandina cih jî anî ziman û da zanîn ku komele û saziyan hemû xistine quncika dawî û got: “Ji ber meseleya cih kes nizane em li vir in. Divê ku qîmetek mezin bidana komeleya wêjekaran. Lê kes ewqas guh nadê. Cihê me xuya nake.”

‘Eleqe heye lê kes nikare pirtûkan bikire’

Fatma Tunç anî ziman ku gel ketiye rewşek wisa ku êdî nikare pirtûkan bikire û wiha li axaftina xwe zêde dike: “Rewşa gel ne ew rewş e ku pereyan veqetîne û bê pirtûkan bistîne. Hinek kes jî pereyê ji bo bazara xwe veqetandine, naçin bazarê tên vir û pirtûkan distînin. Gelek xwîner tên li standa dinêrin û derbas dibin diçin. Aboriyê bandorek neyînî li ser kirîna pirtûkan kiriye. Eleqeya xwîneran heye lê ji ber bihabûnê kes nikare pirtûkan bistîne. Gelek kes heqê rêya wan jî nîn e ku bên vir. Lê helbet em dibînin kesên tên li pirtûkê Kurdî dinêrin jî, em wê kêfxweşiyê di rûyê wan de dibînin.”

Xwendina helbestan

Fatma Tunç xemla xwe ya Dêrikî du helbest jî ji kameraya me re xwend. Fatma Tunç helbesta xwe ya bi navê “Kezî” û ji nav klasîkên Kurdî jî helbestek xwend.

Etîket: Fatma TunçFuara Pirtûkankomeleya Wêjekaranxemla Dêrikî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Roja Wêje û Pirtûkan’ di roja duyemîn de ye

‘Roja Wêje û Pirtûkan’ di roja duyemîn de ye

19 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne