• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amed bûn

Amed / AW

25 COTMEH 2025 - 19:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koma Amed piştî 30 salan li Amedê konser da. Bi sed hezaran kes tev li konserê bûn. Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir diyar kir ku Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.”

Koma Amed piştî 30 salan li Qada Newrozê ya Amedê konsereke bi coş da. Konser bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sanatça Organîzasyon û Şaredariya Peyasê, bi dirûşma “Kulîlkên Azadiyê Pêşwaziya Aştiya Civakî Dikin” hat da. Bi sed hezaran kes tev li konserê bûn. Girse bi saetan beriya testpêka konserê herikî Qada Newrozê û heta ku konser dest pê bike govend gerand.

‘Dengê Evdil Melîk Şêxbekir hê jî di guhên min de ye’

Piştî rêzgirtinê peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin hat xwendin. Selçûk Mizrakli diyar kir ku dengê şehîd Evdilmelîk Şêx Bekir hê jî di guhê wî de ye û got: “Em ê di rojên azad de li qada azadiyê stranên Koma Amed guhdar bikin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî peyam şand û got: “Em ê di rojên azad de werin gel hev.”

Di konserê de peyamên bi dîmen ên hunermend Şivan Perwer, Hesen Şerîf, Hozan Şemdîn, Xelîl Xemgîn, Îlkay Akkaya, Hozan Dilovan û Gulistn Perwer hatin temaşekirin.

Paşê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê derketin ser dikê û gel silav kir. Serra Bucakê diyar kir ku gelê Kurd dixwaze wekhev bijî û got: “Ez hêvî dikim ku ev konser bibe sedema aştiyê.”

‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e’

Dû re Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku Koma Amed piştî 30 salan li vê qadê ye lê hevalên ku 30 salan di girtîgehê de hatin girtin jî li vir in û got: “Di şexsê Selçuk Mizrakli de ez tevahî girtiyên siyasî silav dikim. Silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Ji bo azadiya gelê Kurd em hatin vê qadê. 30 sal derbas bû, piştî 30 salan Koma Amed li paytexta welatê xwe ye. Ev peyam ji rayedarên devletê re ye; 30 sal, 300 sal jî derbas bibe dê têkoşîna gelê Kurd berdewam bike. Em ê azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd li vir pêşwazî bikin. Em bi Rêber Ocalan bawer in, em bi têkoşîna gelê Kurd bawer in. Dê ev pêvajo bi ser bikeve. Her çiqas devlet piştgirî nede pêvajoyê jî, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd em ê bi ser bikevin. Sibê dê daxuyaniyeke girîng were parvekirin. Divê dewlet jî piştî vê baş tevbigere. Gelê Kurd bi Rêberê xwe bawer e. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.”

Paşê Koma Amed derket ser dikê û stranên xwe got.

Endamên komê yek bi yek girse silav kirin.

Suleyman Çarnewa ev tişt anî ziman: “Bila kes nemire, em birînên xwe derman bikin. Îro cejna me ye. Di şexsê me de hunera Kurdî pêşwazî kirin.”

   

Etîket: gelKoma Amedkonsersed hezaran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Mîhrîcana Girê Koxê bi dahol û zirneyan dest pê kir

Mîhrîcana Girê Koxê bi dahol û zirneyan dest pê kir

7 TEBAX 2026
Mîhrîcana Tetwanê: Koma Agirê Jiyan cara ewil li Tetwanê bû 

Mîhrîcana Tetwanê: Koma Agirê Jiyan cara ewil li Tetwanê bû 

1 TEBAX 2026
Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

1 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne