Antalya – Beşdarên Lûtkeya Avhewayê ya Gelan bal kişand ser bandora mîlîtarîzmê ya li ser kêşeya avhewayê û zêdebûna talana xwezayê û destnîşan kirin ku li dijî kesên ku şerê xwezayê dikin xwedî derketina li dinyayê bi rêxistinbûna gelan pêkan e.
Lûtkeya Avhewayê a Gelan 4 rojan li Navenda Kongreyan Mîmar Sînan a li navçeya Kepezê ya Antalyayê bi panel, forum, çalakiyên çandî û atolyeyan berdewam kir. Ev lûtkeya gelan, li dijî Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) a ku li Antalya Expo Centerê tê lidarxistin bû. Ev lûtkeya NYyê hê jî didome. Çalakvanên ku tev li Lûtkeya Avhewayê ya Gelan bûn li dijî lûtkeya COP31ê, ji Parka Aydin Kanza heta Qada Cûmhûriyetê bi dirûşmeya “Li dijî sehneyên ku şirket sponsoriya wan dikin em gotina gelan bilind dikin” meşiyan û banga edaleta avhewayê kir.
Ekolojîstên ku tev li meş û danişînên Lûtkeya Avhewayê ya Gelan bûn û stand vekirin ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Em ne li bendê ne kesên cîhanê birêve dibin çareseriyekê peyda bikin’
Andros Payiatsos ji Internationalist Standpointê ku platformeke weşanê û toreke siyasî ya navneteweyî ye û rêxistin, kom û kesayetiyên sosyalîst ên şoreşger ji welatên cuda yên cîhanê tîne cem hev anî ziman ku hêviya wan a bingehîn li vir ew e ku ew nêrînan biguherin û ka wê di heyama pêş de çawa di warê ekolojiyê de pêş ve herin û got: “Dema em ramanên xwe yên li ser krîza avhewayê ya ku cewhera meseleyê ye û çawaniya têkoşîna li dijî vê krîzê parve dikin, em dixwazin pêdiviya avakirina tevgerên civakî jî nîqaş bikin. Heta em tevgerên girseyî yên ku bikaribin zextê li hikûmetan bikin ava nekin, em nikarin li bendê bin ku yên ku niha gerstêrkê birêve dibin ti çareseriyekê peyda bikin. Bi vê sekna xwe em bi giranî qesta hikûmetên welatên dewlemend dikin; em li bendê ne ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hêzên Ewropî yên ku xwedî hêz in tiştan biguherin lê ew vê yekê red dikin. Di vê çarçoveyê de li vê lûtkeyê, hêviyên me pêk tên; gel hev nas dikin û beşdarî gelek nîqaşan dibin û li ser çareseriya ekolojîk disekinin”
Andros Payiatsos bal kişand ser pirsgirêkên jîngehê yên li Yewnanistanê û Tirkiyeyê û ev yek anî ziman: “Li Yewnanistanê pirsgirêkên jîngehê yên gelekî mezin hene û beşek ji van dişibin pirsgirêkên li Tirkiyeyê. Li welat hewldanên avakirina madenan hene. Li Tirkiyeyê jî meseleya avakirina santraleke nukleerî heye. Her çend li Yewnanistanê heman pirsgirêk tune be jî, enerjiya nukleerî ji bo her du gelan jî metirsiyeke mezin çêdike.”

‘Gel ne dijminê hev in, hikûmet dijminê hev in’
Andors Payiatsos da zanîn ku pirsgirêkên herêmî di rêxistinkirinê de girîng in û li ser hevkariya herêmî wiha got: “Li aliyekî krîza avhewayê ya gerdûnî, li aliyê din pirsgirêkên jîngehê yên herêmî hene. Pirsgirêkên herêmî gelekî girîng in; ji ber ku gava mirov bi awayekî xurt bikevin nava tevgerê, hîs dikin ku dikarin encameke şênber bi dest bixin, dikarin bi awayeke hêsantir di van mijaran de bên rêxistinkirin. Hem ji Yewnanistanê û hem jî ji Tirkiyeyê tecrubeyên me yên gelekî dilxweşker di vî warî de hene. Di salên borî de me karî di navbera tevgerên kesk û ekolojiyê yên ji Yewnanistan, Tirkiye û Qibrisê yên ku bi pirsgirêkên dişibin hev re rûbirû dimînin de hevpeymanî û koalîsyonekê ava bikin. Ev hevpeymaniya bi navê ‘Dest ji tevirê berde’ ku bi hatina cem hev a nêzîkî 70 rêxistinan hat avakirin, ji bo demekê xebatên gelekî çalak meşandin. Pêşketina seferberî û înîsiyatîfên hevdem li Yewnanistan, Tirkiye û Qibrisê ne tenê ji aliyê jîngehê ve, ji aliyê siyasî ve jî gelekî biqîmet e. Ji ber ku vê peyamê dide ku gelên Yewnan, Qibrisî û Tirk ne dijminê hev in. Yên ku bi hev re dikevin nava pevçûnê hikûmet in, yên ku pirsgirêkan diafirînin jî neteweperestên li her welatekî ne. Lê belê di navbera çîna karker û mirovan de dijminatiyek tune ye; divê ji ber berjewendiyên çînên serdest ên li her sê welatan ku li hemberî hev ranebin.”
‘Tevî pêvajoyê jî li Kurdistanê polîtîkaya talana xwezayê didome’
Rojnameger Îdrîs Yilmaz jî bal kişand ser wateya civînan, bertekên li dijî kapîtalîzmê û rewşa li Kurdistanê û wiha got: “Pêvajoya aştiyê didome ye û gavên wê jî yekalî tên avêtin. PKK bi samîmiyet gavan diavêje, lê ji aliye dewletê ve gaveke ber bi çav nîn e, hê gaveke samîmî me nedîtiye ku hatibe avêtin û di ser de dewlet xwezayê talan dike. Ji roja ku pêvajoyê dest pê kiriye heta roja îroyîn, li Amedê, Wanê, Bilîsê, Colemêrgê û gelek cihan polîtîkaya talana xwezayê didomîne û bileztir kiriye. Û di vê çarçoveyê de asta firotina qadên madênan gihîştiye ji sedî çil û yekê. Dewlet qala aşitiyê dike lê talanê jî didomîne”
Îdrîs Yilmaz di dawiyê de bal kişand ser bikaranîna zimên û kêmasiya wergerê ya li Lûtkeya Avhewayê ya Gelan û got: “Li vir me jî heta ji destê me hat me ev bi Kurdî anî ziman. Lê tişta ku bala min kişand jî ev bû: Îngilîzî hate axaftin, Îngilîz bi zimanê xwe derde xwezaya xwe bi lêv kir. Swêdî bi zimanê xwe anî ziman, Endonezî pirsgirêka axa xwe bi zimanê wî axê anî ziman. Lê kêmasiya herî mezin ew bû ku dema Kurdan derde xwezaya xwe bi kurdî anî ziman di warê wergerê de kêmasiyên lûtkeyê gelek bûn.”

‘Tevgerên aştiyê û avhewayê êdî bi hev re tevdigerin’
Endamê Kesên Li Dijî Şer Ên Navneteweyî (War Resisters’ International) Andrew Metheven jî diyar kir ku ew cara yekem e beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya Gelan dibe û destnîşan kir ku ev lûtke qadeke zindî ye ku rêxistin û mirov ji çar aliyên cîhanê ramanên xwe lê parve dikin û sûd ji hev werdigirin. Andrew Metheven ev yek anî ziman: “Li vir atmosfereke gelekî baş heye û em gelekî kêfxweş in ku li vir in. Me berî du salan li ser mîlîtarîzm û krîza avhewayê dest bi xebatên berfireh kir. Em dixwazin li vir bi mirovên ku ramanên wan dişibin hev re têkiliyê deynin, raman û analîzên xwe parve bikin û di heman demê de ji raman û îlhamên beşdarên din sûdê wergirin.”
Andrew Metheven destnîşan kir ku di tevgerên aştî û avhewayê de guherîneke girîng heye û wiha pê de çû: “Gelek xalên hevpar ên tevgerên aştî û avhewayê hene; li gorî min gelek caran ji ber kêmbûna çavkaniyan, di navbera wan de têkiliyek têra xwe baş nehatiye danîn û ji hev qut mane. Lê belê di van çend salên dawî de di vê mijarê de guherîneke gelekî mezin pêk tê. Tevgera aştiyê êdî amade ye ku li ser meseleyên avhewayê û bandorên mîlîtarîzmê yên li ser avhewayê biaxive; tevgera avhewayê jî bandora mîlîtarîzm û şer a li ser emîsyonên karbonê û pêdiviya avakirina cîhaneke li ser bingeha edaleta avhewayê bi awayekî eşkere dibine û bi hev re tevdigere. Tevgerên aştiyê û avhewayê ji hev qut nabin”
Andrew Metheven li ser pêkhateyên ku şer pêk tînin û erka tevgera aştiyê jî axivî û wiha got: “Şerên ku bandorê li mirovan dikin ji ber xwe ve dernakevin holê; pêkhateyên aborî, pîşesazî û civakî hene ku şer pêk tînin. Veguhastina petrolê, hilberîna çekan, leşkeriya neçar a ciwanan û qalibên mêraniyê yên tundiyê dihewînin, hêmanên pêwîst in ji bo ku şer bikaribe pêk bê. Dewlet û şîrket ji bo afirandina şert û mercên şer di nav hewldaneke mezin de ne. Lê di esasê de piraniya mirovan jiyaneke aştîxwaz, bextewar, dadperwer û wekhev dixwazin. Wekî tevgereke aştiyê, erka me jî ew e ku em şert û mercên aştiyê biafirînin.”








