• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bêrîvana Botanê: Binevş Egal

Mahmût Altintaş / AW

15 ÇILE 2025 - 08:19
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Şirnex – Binevş Egal ango Bêrîvan ku bi têkoşîna xwe li Cizîrê deng veda, tevî 36 sal derbas bû jî, navê wê li ser zimanan e. Xwîşka Binevş Egalê, Xanê Agal anî ziman ku li Ewropayê jî herdem berê wê li Kurdistanê bû û got: “Digot divê ez vêgerim Kurdistanê. Hezkirina wê axa Kurdistanê bû.” 

Binevş Egal (Bêrîvan) ku bi têkoşîna xwe bû yek ji jina pêşeng a têkoşîna rizgariya Kurdistanê tevî 36 sal ji ser şehadeta wê re derbas bûye jî navê wê hê jî li ser zimanan e. Binevş Egal ango Bêrîvan di sala 1966an de li gundê Bazîwanê yê navçeya Qubînê ya Êlihê wek zarokeke malbateke Êzidî ji dayik dibe. Navê xwe jî ji çîroka “Cembeliyê Mîrê Hekarya û Binevşa Narîn” digire. Binevş jî weke her zarokeke Kurd çavê xwe li ser erdnîgariyeke di bin metîngeriyê de vedike. Piştî Darbeya 12ê Îlonê ji ber zextên zêde yên li ser malbata wê, neçar dimînin ku koçberî Ewropayê bibin. Dema malbata Binevşê koçberî Ewropayê dibe, ew 16 salî bû. Ew bêdilê xwe ji Kurdistanê vêqetiya. Li Ewropayê jî berê wê her li Kurdistanê bû. Ji ber hezkirina wê ya Kurdistanê li Ewropayê tevî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe û vêdigere Kurdistanê. Binevş piştî tevî refên têkoşîna rizgariya Kurdistanê dibe navê Berîvan li xwe dike. Binevş ango Bêrîvan di destpêkê de berê xwe dide rojavayê Kurdistanê. Piştî demekê derbasî navçeya Cizîrê ya Şirnexê dibe.

Binevş ku li Cizîrê weke Bêrîvan tê naskirin bi têkoşîna xwe li Botanê bû nav û deng. Binevş di nava gel de jî ji ber sekna xwe tê hezkirin. Tax bi tax jinan birêxistin dike û li dijî zilma serdestan şiyar dike. Binevş ku li Cizîrê bandoreke mezin bi taybet li ser jinan û li ser tevahî gel dike; di 16ê çileya 1989an de, di operasyona di ser malekî de, şer dike û di şer de jiyana xwe ji dest dide. Piştî jiyana xwe ji dest da, li Cizîrê kîjan zaroka keç bê dinê, navê wê dibe Berîvan. Navê wê li Cizîra Botan li ser zar û zimanan e. Li navçeya Cizîrê weke efsaneyekê qala wê tê kirin û tevî 36 sal ji ser re derbas bûye jî navê Bêrîvanê li Cizîrê xwedî taybetiyeke girîngê û qet nehatiyê ji bîr kirin. Xwîşka Binevş Egalê nivîskar Xanê Egal ji Ajansa Welat re axivî û qala wê kir.

‘Digot divê ez vegerim Kurdistanê’

Xanê Egal anî ziman ku Bêrîvan xwîşka wê ya biçûk bû û di nava malbatê de jî kesayeteke cûda bû. Xanê Egal bi lêv kir ku Binevş hertim li dijî zilmê xwedî sekin bû û wiha got: “Pir giredayî malbatê bû. Lê piştî tevîî têkoşînê bû hezkirina xwe ya ji malbatê belavî tevahî gel kir. Hezkirina gel ji ser her tiştî re girt. Tevî em li Ewropayê bûn jî ji rêya xwe dûr neket. Digot divê ez vegerim Kurdistanê. Hezkirineke wê ya wisa hebû. Divê keseyatên weke Binevşê ji me re bibin mînak. Li Ewropayê jî ji Kurdistanê dûr neket. Piştî ku têkoşîn naskir heta asta jor xebitî, tu car ji kar û xebatê têr nedibû. Gel ji wê hez kir û bi wê re bû yek. Ew giredana wê, bû sedem ku gel ji wê hez bike. Em jî weke malbat bi wê serbilind in. Yên ku bibêjin em mirov in ji xwe nikarin li dijî vê zilmê bêdeng bimînin.”

‘Bêrîvanê bandor li ser malbatê jî kir’

Xanê Egal diyar kir ku têkoşîna Binevşê bandor li ser malbatê jî kiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat wê demê li Ewropayê bû û ji têkoşînê dûr bû. Bifikirin em kurd bûn û me nedizanî em Kurdin. Me ji bilî kurdî tu ziman nedizanî. Lê me dîsa jî xwe weke kurd pênase nedikir. Ev bi tena serê xwe trajediyeke mezin e. Dema Bêrîvan tevî têkoşînê bû malbat matmayî ma. Bi salên dirêj tênegihîşt  ka çima Bêrîvan tevî têkoşînê bû ye. Bi taybet jî dayika min pir zahmetî kişand piştî Bêrîvanê. Lê di dawiyê de ew jî têgihîşt û Bêrîvan fam kir. Yek ji gotina dayika min ku  piştî Berîvanê qet ji bîra min naçe digot, “Di nav zarokên min de ya ku xwedî jiyana herî bi dilê min bû Bêrîvan bû.” Ji ber ku dayika min têkoşîna wê têgihiştibû. Malbata me bi giştî welatparêz e. Malbat niha jî bi têkoşîna Berîvanê serbilind e.”

‘Bêrîvanê sînor nas nedikir’

Xanê Egal destnîşan kir ku Binevş di ciwaniya xwe de pir jineke çalak û bi cesaret bû û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Min beriya wê têkoşîn naskir. Ew jî wê demê nêzî min dibû. Wê demê ez bi wê re eleqedar dibûm. Piştî nasîna têkoşînê jî tevî têkoşînê bû. Lê tevlêbûn û têkoşîna wê bandor li ser min jî kir. Meriv matmayî dibe, ciwanek çawa ew qas bi cesret û çalak be. Min jê re digot, “Çima tu ji xwe re cilên nû nastînî, Tu civanî”. Digot “Çi ji cilên min hatiyê, pereyên ku tên destê min bila ne ji bo cilan bila ji bo şoreşê biçin, hewcedariya şoreşe pê heye”. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Malbatê jî di destpêkê de xwest jê re bibe asteng. Lê Berîvanê astengiyên malbat û civakê nasnekirin. Hertim li pêş xwe nihêrî, tu car li paş xwe nenihêrî. Dawiyê giheşt armanca xwe. Tevgera wê gelek bandor li min kir. Tiştên di dilê wê de bi têkoşînê re mezin bûn. Ji ber ku rê dît ku mezin bibe. Tu car li cihê xwe nedisekinî. Di nava gelê kurd de dijmin gelek sînor danîne. Lê Berîvanê ew sînor jî rakirin. Yanî weke jineke êzidî gelek sînor rakirin. Cihê ku gora wê li wir e jî gelek cihekî girîng e. Dilê Kurdistanê Botan e. Mirov çiqas li ser wan biaxivê jî kêm dimîne.”

 

Etîket: BêrîvanBinevş Agal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çelenga Newrozê Binevş Agal  : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

15 ADAR 2026
Rêxistinên navneteweyî piştgirî dan rojnamevan Durgut

Rêxistinên navneteweyî piştgirî dan rojnamevan Durgut

27 HEZÎRAN 2025
Bêrîvanên Elkê berê xwe didin zozanan

Bêrîvanên Elkê berê xwe didin zozanan

20 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne