• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Aştî ferz e, azadî nêzîk e

Amed / AW

1 ÎLON 2025 - 21:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ku di meşa aştiyê ya li Amedê hate lidarxistin de axivî wiha got: “Aştiyeke birûmet ji bo me ferz e. Em êdî nêzîkî azadî û aştiyê ne.” 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” li Amedê meşek li dar xistin. Meşa ku ji ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezanê dest pê kir, li ber Plazaya AZC a li semta Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê bi dawî bû. Hevserokê Giştî yê DBPê Giştî Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka KESKê Ayfer Koçak, endam û rêveberên pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û bi deh hezaran kes tev li meşê bûn. Pankartên “Ji bo avakirina civaka demokratîk ber bi aştiyê ve dimeşin” , “Rêbertiya Azad misogerkirina aştiyê ye”, “Aştî xweparastina jinan e, em ji bo civaka demokratîk dimeşin”, “Wêjeya azad rêya Civaka Demokratîk dinexşîne” û  “Ziman aştî azadî” hatin hilgirtin.

Dowîzên “Aştî têkoşîna bi heybet e”, “Bila Kurdî bibe xwedî statu”, “Cinî ciwan kultur ziwan”, “Şer kuştine aştî jiyan e”, “Aştî jiyana azad e” û “Rêbertiya azad misogerkirina aştiyê ye” hatin vekirin. Girseyê di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji girava aştiyê re hezar silav”, “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî azad bike Rêbertî”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin 

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê mezin vekirin û kevok firandin. Her wiha di meşê de gelek posterên din ên Rêberê Gelê Kurd hatin hilgirtin.

Sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin

Bi deh hezaran kes bi dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin gihiştin ber Plazaya AZCyê. Li vir girseyê sirûda Çerca Şoreşê xwend. Piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîd peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şandî xwend. Girseyê peyam bi coşeke mezin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” pêşwazî kir.

‘Divê aştî were ser vê axê wekî din tu rê nînin’

Piştre Hevseroka KESKê ya Giştî Ayfer Koçak axivî. Ayfer Koçak bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Aştî tenê nebêdengkirina çekan e. Modernîteya Kapîtalîst bi lingên xwe dîsa şer dimeşîne. Heke em bixwazin bi awayekî rastî aştî were divê em van lingan bişikînin. Divê aştî were ser vê axa ku jiyan dîsa lê tê hilberandin wekî din tu rê nînin. Bijî aştî.”

‘Bi hed hezaran xwedî li vê bangê derketin’

Dûre Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê Kurd dixwaze li ser axa xwe jiyaneke birûmet û azad bijî û wiha got: “Bi deh hezaran xwedî li banga Reberê Gelê Kurd derketin. Em çareseriyeke heqîqî dixwazin. Çareseriya heqîqî ew e ku me statuya xwe hebe li hemberî hebûna me tundî nebe. Çareseriyeke xeyalî ye ku hêj jî zimanê me înkar dikin ziman û nasnameya me qebûl nakin. Aştiyeke birûmet ji bo me ferz e. Em êdî nêzîkî azadî û aştiyê ne.”

‘Ji bo aştiyeke birûmet em ê peywîrê xwe bi cih bînin’

Keskîn Bayindir di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Gelê me yê hêja baş bizanibin ev pêvajo tiştekê li me ferz dike ji bo ku em bigihin mafê xwe heqê xwe xebatê ferz dike. Îro me nîşanda ku ji bo aştî û azadiyeke birûmet em ê vê peywîrê bi cih bînin. Bijî aştî bijî azadî.”

‘Divê komîsyon ewilî bi birêz Ocalan re biaxive’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya dûre axivî jî anî ziman ku careke din nîşandan ku xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin û wiha got: “Divê Enqere li Amedê binêre û vê peyama xurt bigire. Komîsyon xebatên xwe didomîne. Em xebata komîsyonê binirx dibînin lê em li benda xebateke cidî û encamgir in. Divê ewilî komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Banga aştî û civaka demokratîk girîng e rêxistinê ev guhdar kir û merasîma çek şewitandinê li dar xist. Ji bo ku pêvajoya çekdanînê bidome divê gavên pêwîst bên avêtin û qanûna taybet bê çêkirin. Xaleke din jî ew e ku qanûna wekheviya înfazê ye. Divê ew jî demildest were Meclisê. Divê qanûna danîna qeyiman bi paş ve were kişandin û şaredar biçin ser peywîra xwe. Divê biryarên DMMEyê û AYMê werin bicihanîn û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”

‘Jin girêdayî felsefeya jin jiyan azadiyê ne’

Tulay Hatîmogûllari got ku “Divê mal bi mal tax bi tax bajar bi bajar em xwe bi rêxistin bikin” û destnîşan kir ku weke jin girêdayî felsefeya jin jiyan azadiyê ne. Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: “Hemû gelên me aştiyê dixwazin. Dema em li meş û mitîngan dinêrin gelên me dibînin ku ev pêvajo çiqas girîng e. Gel dixwazin bi awayekî cidî nêzî vê pêvajoyê bibin.”

‘Em ê teqez aştiyê ava bikin’ 

Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji gelên me yên hêja re em zêdetir xwe birêxistin bikin ku em jî li qadan banga li Îmraliyê bilind bikin û aştiyê ava bikin. Em ê teqez aştiyê ava bikin.”

Piştî axaftinan dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

Etîket: AmedaştîAzadiMWŞ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne