• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Sema Gezîcî / AW

26 HEZÎRAN 2026 - 09:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Siyasetmedarên Wanê banga tevlibûna Mitînga Azadiyê kirin û gotin: “Mitîng ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, girtiyên siyasî û gelê Kurd gelek girîng e. Dê mitîng bibe bersiva pêvajoyê.”

Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Hezîranê de li Wanê û Mersînê û di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê Ve” mitîng bên lidarxistin. Mitînga Wanê, wê li Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê ya navçeya Rêya Armûşê bê lidarxistin û hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, aktivîsta TJAyê Sebahat Tûncel tev li mitîngê bibin. Wê Koma Amed, rapbêj Sîmyager û Beser Şahîn jî weke hunermend di mitîngê de derkevin ser dikê.

Siyasetmedarên Wanê armanca mitîngê vegotin û banga tevlibûnê li welatiyan kirin.

‘Divê qanûn bên derxistin’

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî anî ziman ku armanca vê mitîngê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û derketina qanûnên bingehîn yên demokratîk in. Veysî Dîlekçî got: “Di 27ê sibatê ya sala 2025an de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan bi bangawaziya aşitî û civaka demokratîk pêvajoyek dest pê kir. Bi vê bangê gelek gavên girîng hatin avêtin, PKKê gelek biryar standin û piştî wan biryaran divê ji aliyê dewletê ve jî gav bêne avêtin. Li ser vê esasê meclîsa Tirkiyeyê de komîsyonek hate avakirin, vê komisyonê jî li gel birêz Ocalan hevdîtin pêk anî û piştî vê hevdîtinê raporek hate amadekirin. Ji bo pêvajo baştir bi rê ve biçe divê bi lez û bez hinek qanûnên bingehin bêne çêkirin. Herî dawiye de birêz Ocalan ji bo çêkirina wan qanûnên bingehîn pêşniyariyên xwe rê kiribû. Li ser vê esasê jî divê qanûn bên derxistin ku pirsgirêk bi rêya siyaseta demokratîk çareser kirin.”

‘Em banga avêtina gavan bikin’

Veysî Dîlekçî dest nişan kir ku di wê pêvajoyê de dewletê çi gav ne avêtine û wiha berdevam kir: “Bendewariya sazî û rêxistinan , civaka Tirkiyeyê û gelê Kurdan ev e ku bi lez û bez gav bêne avêtin da ku pêvajo pêş ve biçe. Li ser vê esasê da ku em daxwazên gelên xwe bînin ziman, li çar navendên girîng mitîngên azadiyê dê werin lidarxistin. Di nav wan navendan de yek jî Wan e. Mitînga Wanê 27ê hezîranê roja şemiyê di seet 17:00an de li qada Newrozê ye. Em ê li wir bi sazî , rêxistin û siyasetmedarên xwe careke din ji bo çareseriya demokratîk bang bikin ku gav bêne avêtin.”

Giringiya azadiya Abdullah Ocalan

Di berdewama axaftina xwe de Veysî Dîlekçî bal kîşand ser fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em dizanin ku sermuzakerevanê vê pêvajoyê yek birêz Ocalan e. Divê şert û mercên birêz Ocalan bi lez û bez bêne guhertin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Birêz Ocalan divê di nav û şert û mercên azad de vê pêvajoyê rê ve bibe. Ji aliyeke din ve divê girtiyên siyasî û yên nexweş bêne berdan. Wekî din jî vîna gelê Kurd hatiye xesp kirin, divê ev vîn jî careke din bê bidestxistin. Ji ber vê ev mitînga me gelek girîng e.”

‘Em dê daxwaza azadiyê mezin bikin’

Veysî Dîlekçî anin ziman ku :”Em jî bang dikin li hemû gelê xwe , jin, ciwan, kedkar , kesên aşitîxwaz û kesên dixwazin nav civakek û komareke demokratîk de bijîn, dikin ku tev li vê meşa azadiyê bibin. Şert û mercên cîhanê û yên Rojhelata Navîn pêwîstiya demokrasiyê, azadî, aştî û aramiyê ferz dike. Pêwîstî ev e ku êdî pergala ku gelan qebûl nake û înkar dike, bê guhertin. Ji ber vê em ê jî bi vê mitîngê li gel gelê xwe daxwaza azadiyê bilind bikin, aşitiyê xwedî derkevin.”

‘Mitîng bersiva gava 27ê sibatê ye’

Hevserokê DEM Partiyê yê navçêya Tûşbayê Refîk Çîdal bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev mitîng ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, civak û gelê bindest girîng e. Reberê Gelê Kurd 27ê sibatê gavek dîrokî avêt. Mitînga me jî bersiva vê gavê ye. Em dibejin ku tevahiya gelên cîhanê ji bo xwe çi dixwaze em Kurd ji bo xwe wê dixwazin. Em dixwazin gelê me teb li vê mitînga azadî û aştiyê bibe. Destê xwe bidin destê Reberê Gelê Kurd da ku destê me xurt bibe.”

‘Em dixwazin di mitîngê de daxwazên xwe rêz bikin’

Rêvebirê Dem Partiyê yê Wanê Ûmît Tayanir jî bal kişand ser girîngiya mitîngê û da zanîn ku ev mitîng ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, girtiyên siyasî û gelê Kurd gelek girîng e. Umît Tayanir bi domdarî wiha axivî: “Ev mitîng divê bibe bersiva vê pêvajoyê. Di vê pêvajoyê de hêj gav nehatiye avêtin. Em dixwazin bi vê mitîngê, li qada Newrozê daxwaziyên xwe rêz bikin û gelê me jî başdarê vê mitîngê bibe.”

Etîket: AmedAzadibersiva pêvajoyêMêrsînMitîngên AzadiyêstatuStenbolWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne