• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

Enqere / AW

27 HEZÎRAN 2026 - 12:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger û helbestvan Bayram Balci ji aliyê malbat, hezkirî û hevpîşeyên xwe ve hate definkirin. Di merasîmê de peyama xwedîderketina li têkoşîn û keda Balci hate dayîn. 

Ji bo Kedkarê Çapameniya Azad rojnameger û helbestvan Bayram Balci (63) ku ji ber nexweşiya pênçeşerê di 23yê Hezîranê de li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû li Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a navçeya Batikentê ya Enqereyê merasîma cenaze hate lidarxistin. Malbat, hezkirî, hevrê û hevpîşeyên Bayram Balci jî di merasîmê amade bûn. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay, parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag, endam û rêveberên DFGê, MKGê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk jî tev li merasîmê bûn. Merasîma cenaze bi rêzgirtina ji bo cangoriyên di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest danê dest pê kir.

Xwişka Bayram Balci, Nuray Balci axivî û wiha got: “Hevalê min, helbesta min a hê neqediyayî, bi gotina hevalên wî rêwiyê heqîqetê yî tu. Daxwaza wî aştî bû. Em jî aştiyê dixwazin. Şehîd namirin.”

‘Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin’

Rojnameger Zana Kaya jî anî ziman ku ew ji ber wefata Bayram Balci gelek xemgîn in û wiha got: “Piştî mamoste Huseyîn Aykol me mamosteyek xwe yê din jî winda kir. Hevrêyê Apê Musayan bû. 30 salan kedeke mezin da Çapemeniya Azad. Mîrateya wî dê di têkoşîna me de bijî.”

Rojnameger Dîren Yurtsever jî Bayram Balci bi bîr anî û got: “Bayram Balci bîreke çapemeniya azad bû. Em ji Bayram Balci û kesên di vê rêyê de me winda kiriye re soz didin ku em ê têkoşîna wan mezintir bikin.”

Piştî axaftinan girseyê darbesta Balci wergirt û ber bi goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalle ve bi rê ketin. Bayram Balci li goristanê ji aliyê malbat, heval, hevpîşe û hezkiriyên xwe ve hat definkirin.

Helbestên wî hatin xwendin

Piştî definkirinê beşdaran qerenfîl danî ser gorê. Hevalên Bayram Balci li ser goristanê helbestên wî xwendin û beyt hatin xwendin.

Piştre jî rojnamegerên beşdarî merasîmê bûbûn, serdana gora mamosteyê Çapameniya Azad Huseyîn Aykol ku li heman goristanê ye kir.

Ji bo bîranîna Balci li Komeleya Çandî û Civakî ya gundê Dişlik a Tuzluçayir a navçeya Mamakê loqme dê bê belavkirin.

Etîket: kedkarê çapemeniya azad Bayram Balcirojnameger Bayram Balci
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

27 HEZÎRAN 2026
Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

Bayram Balci dê sibe li Enqereyê bê definkirin

26 HEZÎRAN 2026
Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

24 HEZÎRAN 2026
Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

23 HEZÎRAN 2026
Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne