Hejmara 34an a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Armanca wan Aştî bû” derket.
Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 34an de bîranînên şehîdên têkoşîna azadiyê ku li Amed, Wan, Gever, Cizîr, Nisêbîn û Stenbolê pêk hatin derxist pêş û bi manşeta “Armanca wan aştî bû” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê gotara Felemez Ulug a der barê bîranînan de derxist manşetê.
Rojnameyê bi minasebat 1ê Îlonê Roja aştiya Cîhanê jî bi parazavana mafên mirovan û pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci re hevpeyvîn kir û li ser girîngiya têkoşîna ji bo aştiyê rawestiya. Rojnameyê dîsa di rûpela manşetê de cih da gotara nivîskar Zinar Ronî ya “Tîbûna ji aştiyê”, gotara nivîskar Kurdistan Lezgîyeva ya “Birîna hevpar a mirovahiyê”, gotara nivîskar Xelîl Xemgin a “Xwezaya hunerê û ruhê kolektif”, gotara Bêrîvan Kayî ya bi sernavê “Dema mezinkirina têkoşînê ye”, gotara nivîskar Prof. Dr. Abdulîllah Polat a “Ji bo derûniya kurdan aştî” û gotara Lêl Amed a bi sernavê “1ê Êlule; Qirayîşê zimanê maye û aştîye”













