• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

Enqere / AW

7 GULAN 2026 - 12:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan bi lêv kir ku ji bo avakirina aştiyê, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewcedariyeke bingehîn e û got: “Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan anî ziman ku wan di civînê de gelek mijar nîqaş kirinê û yek jî ji wan keresatên xwezayî bûnê û ji kesên jiyana xwe ji dest danê re sersaxî xwest. Ayşegul Dogan diyar kir ku sedema van keresetan yek jî krîza avhewayê bû ye û got: “Em van bi kerasetên xwezayî nanirxînin. Ew encama polîtikayan û xemsariyê ne. Divê amadekariya van karesatan bihata kirin.”

Ayşegul Dogan serkêftina Amedsporê jî pîroz kir û got ku Amedspor tevî hemû zextan jî bi serket û ji hemû gelan re bû ye hevî. Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me peşniyara pêvajoya Aştî û Kordînasyona siyasî ya Devlet Bahçelî jî nirxand. Çêkirina qanûnan, tespît, teyîd û gelek mijarên pêvajoyê me nirxand. Pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê çareseriya demokratik û ji bo vê jî îradeyeke siyasî heye. Çareseriya demokratik û aştiya mayîndê pêdiviya me hemûyan e. Ew mijar hemû gelên Tirkiyeyê alaqadar dike. Weke DEM Partiyê em vêbûna pêşiya demokrasiyê ya Tirkiyeyê pir girîng dibînin û wateyeke mezin didin pêşniyarên bi vî rengî.”

Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewcedariyeke bingehîn e û wiha axivî: “Hem ji bo avakirina aştiyê û hem jî vêbûna rêyên siyasî divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan ku aktorekî serekeyê werin baş kirin. Nîqaşên pêvajo xitimiyê, çi dibiyê û gelek mijarên raya giştî meraq dike hene. Di pêvajoyê de derengiyê xistin hene û hin pirsgirêk hene. Weke DEM Partî ji bo çareseriya van pirsgirêkan hewldanên me jî hene. Ew pêvajo pir girîng e û divê li gor vê yekê hemû kes nêzî pêvajoyê bibin.”

‘Divê pêvajoya çêkirina qanûnan derengî nebe’

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ji bo çêkirina qanûnan divê siyaset gavên werek biavejê û wiha got: “Ji ser xwe fesihkirina PKKê re salek derbas bû. Piştî fesihê gelek gavên dîrokî hatin avetin. Rêvebera Rêxistinê Bese Hozat jî di nav de endamên rêxistinê çekên xwe şewitandin. Lê di pêvajoya çêkirina qanûnan de derengî xistin heye. Hin siyasetmedaran jî gotin xwezî bihata. Lê salek derbas bû ye hê qanûn nehatinê çêkirin. Em jî dibêjin divê pêvajoya çêkirina qanûnan derengiyê neyê xistin. Em hevî dikin ew pêvajo neyê derengxistin û qanûnên hemû kesan bigirê nava xwe bên li darxistin. Ji bo vê yekê jî divê siyaset gavên werek baveje. Divê li gor serdema nû gav bên avetin û zimanekî serdema nû bê bikaranîn. Divê zemîna hiqûqê ku aştî bibe civakî bê ava kirin û siyaset jî li gor vê tevbigere.”

‘Divê bi birêz Ocalan re rêk û pêk hevdîtin bên kirin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikir û remanên xwe rastê rast ji civakê re bikarê parve bike û wiha pê de çû: “Me di serî de digot divê birêz Ocalan bikarê ji rojnameger û raya giştî re fikir û remanên xwe parve bike. Ji bo wê heta niha heyeta me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nehatiye. Ew yek jî di civakê de fikaran çêdike. Ji bo ew fikar jî çênebin divê hevdîtin bi rêk û pêk bên kirin û birêz Abdullah Ocalan fikir û remanên xwe jî bikarê rastê rast parve bike.”

‘Em ê di meha Îlonê de kongreyê lidarbixin’

Ayşegul Dogan da zanîn ku xebatên ji bo kongreyê jî di rojeva wan de ne û tekildarî xebatên kongreyê jî ev tişt anîn ziman: “Em ê di meha Îlonê de kongreya xwe pêkbînin. Hê roj ne diyar e. Amedekarî û xebatên me yên ji bo kongreyê jî dê destpêbikin. Em ê li bajar û navçeyan konferansan li darbixin. Kongreya wan dê bibe ji nû ve ava kirinê û ji bo wê jî di konferansên bên li darxistin de li ser ji nû vê ava kirinê nîqaş û nirxandin bên kirin. Ji bo wê heta ew di konferansê de nehatin nîqaşkirin ji agahiyên weke nav dê biguherê an logo dê biguhere bawer nakin. Hê biryareke me ye bi vî rengî tune ye.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser krîza aborî, got ku li gor rastî û pêdiviyên civakê polîtîka bên diyar kirin û ev tişt gotin: “Hevşeredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş bi awayekî li dijî hiqûqî hat ceza kirin. Hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogullari jî dê îro serdanê bike. Piştî serdanê dê hê agahiyan parvebike.” Di berdewamê de Ayşegul Dogan 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ev tişt gotin: “Kurdî ji avabûna komarê vir ve di bin zextên dewletê de ye. Îro jî zextên li ser Kurdî û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî berdewam dike. Divê astengiyên li pêşya zimanê dayikê bên rakirin û hemû gelên Tirkiyeyê bi zimanê xwe yê dayikê bikarin perwerdehiyê bibinin.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin jî, ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bêdengiya Serokkomar anî ziman, diyar kir ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewcedariyeke bingehîn e. Ayşegul Dogan da zanîn ku divê heyeta wan jî demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînê.

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul DogançareserîDesteya Rêveberiya Navendî (MYK)Hevditinpêvajostatuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

22 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne