Wan – Serokê Klûba Werzîşê ya Astengdarên Laşî ya Wanê Hanefî Baykara bal kişand ser pirsgirêkên welatiyên astengdar û da zanîn ku astengdar di mehên zivistanê de di tecrîdê de ne.
Li bajarê Wanê ku zivistan lê bi dijwarî tê jiyîn li ser jiyana welatiyan bi awayekî neyînî bandor dike. Zivistana ku di meha Mijdarê de dest pê dike heta mehên buharê bê navber didome û hema bêje jiyan radiweste. Nebûna rêyên bi rêk û pêk yên astengdaran, park kirina wesayîtan ya li ser peyarêyan û bê baldarbûna mirovan, bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyên astengdar dike. Ji ber ku sazî û kesên berpirsiyar jî peywirên xwe bi cîh naynin, astengdar nikarin ji malên xwe derkevin.

‘Divê saziyên peywirdar û şaredarî ji bo astengdaran derfet ava bike’
Serokê Klûba Werzîşê ya Astengdarên Laşî ya Wanê Hanefî Baykara têkildarî pirsgirêkên ku ew dijîn ji ajansa me re axivî. Hanefî Baykara di despêka axaftina xwe de diyar kir ku ev 25 sal in di klûbê de hem rêveberî, hem jî serokatiyê dike û ew bi xwe jî astengdar e. Hanefî Baykara da zanîn ku wan ji bo dengê astengdaran bidin bihîstin û mafên wan biparêzin klûp avakirine û wiha got: “25 sal ji bo me gelek bi zehmet derbas bû. Ji ber ku kemasî û bê derfetî pir zêde bû, hevalên me wê demê gelek pirsgirêk dikişandin. Ne tenê mehên zivistanê her wiha hertim pirsgirêk hene. Hewceye ku Şaredarî ji bo astengdaran xebateke taybet a veguhestinê bide destpêkirin. Ji ber ku di zivistanê de berf û baran zêde dibare, hevalên me yên astengdar nikarin ji malên xwe derkevin. Hatin û çûyîna hevalên me ji bo nexweşxaneyan, saziyên dewletê gelek bi zehmet e. Hevalên me yên astengdar di mehên zivistanê de gelek caran bi rêya telefonê daxwaza wesayitan dikin da ku biçin nexweşxaneyê. Lê belê yek an jî du wesayît têr nake û çareserî jî çênabe. Divê saziyên peywirdar û şaredarî ji bo veguhestinê çareseriyekê bibînin.”

‘Divê hevalên me yên astengdar jî di pêvajoya biryarê de cih bigirin’
Hanefî Baykara pirsa; Gelo berpirsiyarê van pirsgirêkan kê/î ne? û dikarin ji bo astengdaran çawa alîkarî bikin? û axaftina xwe wiha domand: “Bi taybetî divê hevalên astengdar jî di nava partiyên siyasî de cîh bigirin û tevli pêvajoya biryardayînê bibin. Divê ew jî di nava rêveberiyan de cih bigirin û hevalên astengdar jî bibin parlamenter, serok û şaredar. Kesên astengiyeke wan tine be, nikare kesên astengdar fêm bike, lewma divê astengdar di nava rêveberiyan de cîh bigirin.”
‘Bila hemû kes bizanibin ku mafên me jî hene’
Hanefî Baykara anî ziman ku daxwaza wan ew e ku astengdar bikaribin ji malan derbikevin û di nava civakê de cih bigirin û bikaribin hebûna xwe nîşan bidin. Hanefî Baykara da zanîn ku gelek hevalên wan yên astengdar hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji zivistanê heta ku dawiya buharê ew di malê de asê dimînin, hema bêje di tecrîdê de ne. Tecrîd ne tenê ji bo zindanan derbasdar e, hevalên me yên astengdar jî di tecrîdê de ne. Divê rêveber, me jî bibînin û guhdariya me bikin. Divê biryarên digirin ne tenê ji bo xwe her wiha ji me jî bipirsin. Mafên me jî hene û divê ev maf bên nasîn.”












