Civîna Platforma Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd a nirxandinên li ser sê mijarên taybet rewşa siyasî, nirxandinên kar û xebatan û amadekariya ji bo konferansa siyemîn hatibû destpê kirin dawî bû.
Civîna Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê dest pê kiribû, berî çend kêliyan bi dawî bû. Tê pêşbînîkirin ku sibe encama civînê bi raya giştî re bê parvekirin.
Mijara yekem: Nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û Kurdistanê û bandora wan li ser maf û pêgeha jinan, bi armanca avakirina helwesteke neteweyî ya hevbeş.
Mijara duyem: Nirxandina rexneyî ya kar û xebatên dema borî û sûdwergirtina ji ezmûnan ji bo têkoşîna pêşerojê.
Mijara sêyem: Danîna nexşerê û mekanîzmayên pratîkî yên amadekariyê ji bo lidarxistina Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, bi armanca nûbûna rêxistinî û yekxistina hêza jinan.
Di dawiya civînê de biryar hate dayîn ku sibe encama civînê bi raya giştî re bê parvekirin.













