Xizmên Windayan di çalakiyên xwe yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê de aqûbeta windayan pirsîn.
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya ‘Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin’ domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Kartay, Haci Ahmet Er, Mehmet Gunkan, Osman Buluttekîn û faîlên Ramazan Şat û Abdûlkerîm Vardar hate pirsîn.
Amed

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 914emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Meclîsa Dayîkên aştiyê, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di 15 Tebaxa 1995an de li gundê Gomeç ê girêdayî navçeya Hêne ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn.
Rêvebera Şaxa ÎHDa Amedê Berfîn Elçî Polat di çalakiyê de çîroka Mûhyettîn Taştekîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû
Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 750emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Haci Ahmet Er ê ku di 15ê Tabaxa 1995an de li navçeyê Çelê ya Colemêrgê hatibû revandin û windakirin hate pirsîn. Endamê Şaxa ÎHDa Êlihê Alî Karadag çîroka Haci Ahmet Er xwend.
Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Riha

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 80yan de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û kuştin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de faîlên karmendê PTTê Ramazan Şat ê ku di sala 1992yan de li Rihayê di encama êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
Rêveberê İHDê ya Rihayê İsmaîl Tellî çîroka Ramazan Şat xwend. Daxuyanî piştî deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg

Çalakiya Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan a “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li kolana Hunerê ya Geverê hat lidarxistin. Di hefteya 240emîn a çalakiyê de kujerên Abdulkerîm Vardar yê di 15ê Tebaxa 1993an de li Taxa Esentepe ya Geverê ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina malê de hatibû kuştin hat pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHDa Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin. Ozan Akbaş da zanîn ku 33 sal in bûyera kuştina Abdulkerîm Vardar nehatiye zelal kirin, sucdar û kujerên wî nehatine ceza kirin. Di dawiya daxuyaniyê de pirsa “Winda diyar e, kujer li ku ne?” hat pirsîn.
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.
Îzmîr
Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsîna aqûbeta windayên di bin çavan de û cezakirina kiryaran çalakiya xwe ya rûniştinê domand. Di çalakiyê de pankartên ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ hat vekirin. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de ya ku du heftiyan carekê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê pêk tîne, aqûbeta Mehmet Gunkan û Osman Buluttekîn pirsî.
Çîroka windayan ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Mustafa Kizartici ve hat xwendin.
Mustafa Kizartici di daxuyaniyê de diyar kir ku heta winda neyên dîtin, kujer neyên darizandin û dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê neyê anîn, li vî welatî aştî û edalet ne pêkan e.
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.


















