• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serkeftina Amedsporê bû coşeke neteweyî

Omer Demîr / AW

3 GULAN 2026 - 11:34
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Stenbol – Amedspor duh piştî maça İdirsporê bû şampiyon û derket Super Lîgê. Serkeftina Amedsporê çi Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û gelek navendên cîhanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Ji zarokên kolanên Sûrê heta siyasetmendaran, ji jin û ciwanan heya kal û pîran şampiyontî bû coşeke neteweyî.

Dema di futbolê de tîmên ku piştgiriya wê gel dike werin gotin di serî de tîma Atletich Bilbao û Barcelona tê hişê mirov lê belê êdî tîmek din li van her du tîman zêde bû. Ev jî Amedspor e.

Atletich Bilbao: Tîma gelekê

Atletich Bilbao û Barcelona di La Lîgayê de cih digirin. Atletich Bilbao di sala 1898an de hatiye avakirin û gelê Baskê temsîl dike. Herêma Baskê li Îspanyayê herêmeke xweser e. Atletich Bilbao di tîma xwe de tenê cih dide kesên ku li Baskê hatine dinê. Bi vî awayî hem li ser navê Baskê hestiyariyekê çêdike hem jî dilsoziya xwe ya gelê Baskê dide jiyandin. Li cîhanê her serkeftineke Atletich Bilbaoyê navê gelê Baskê careke din tîne rojevê.

Bijî Barcelona bijî Katalanya

Barcelona jî tîma gelê Cataloniayê ye. Tîma Barcelonayê di sala 1899an de hatiye avakirin. Barcelone li tevahî cîhanê tê nasîn. Listîkvanên Barcelonayê herdem pirsgirêkên herêma Cataloniayê tînin ziman. Listîkvanê Barcelonayê dema dibin şampiyon, gotina ‘Visca Barca Visca Cataluña (Bijî Katalanya, bijî Barcelona) olan dide.

Dîroka navê Amedsporê

Amedspor jî ji avabûna xwe ya roja me ya îro ji hin qonaxên girîng derbas bû. Di sala 1972yan de Melîkahmet Tûranspor hate avakirin. Di sala 1985an de Melîkahmet Tûranspor navê xwe kir Melîkahmetspor. Piştre di sala 1990an de Melîkahmet navê xwe kir Diyarbakir Belediyespor. Diyarbakir Belediyespor di sala 1999an de navê xwe kir Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesî DÎSKÎspor. Di sala 2010an de Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesî DÎSKÎspor navê xwe kir Diyarbakir Buyukşehir Belediyespor. Herî dawî di sala 2015an de nav careke din hat guherandin û navê tîmê bû Amedspor. Piştî nav bû Amedspor di nava gelê Kurd de bêhtir hat nasîn û heskirin. Amedsporê pêvajoya derbasbûyî de rastî gelek êrîşên nijadperest hat, bi mehan deplesmanan bêyî aligir lîst, gelek ceza lê hat bîrin û serkeftina Amedsporê ji ber sedemên cuda hat astengkirin.

Coşa hemû Kurdan aniye ba hev

Îro li her devereke Kurdistanê coşa serkeftinê ya Amedsporê belav bûye. Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de duh li deplesmanê İgdirsporê 3-3 ma û bi destxistina 1 puanê derket Super Lîgê. Piştî şampiyontiya Amedsporê, ji her çar aliyê Kurdistan û gelek navendên Tirkiye û cîhanê bi milyonan welatî daketin kolanan û serkeftina Amedsporê pîroz kirin û peyamên pişgiriyê dan. Îro gelê Kurd û dostên Kurdan bi serkeftina Amedsporê keyfxweş in û li dor derdora Amedsporê xelekeke piştevaniyê û hevgirtinê ava kirin. Ji kolan û gundên Amedê, heta gelek bajarên Kurdistanê ji 7 saliyê heta 70 saliyê welatî çavên wan li ekranên maçê bûn û bi serkeftinê daketin qadan û bi coşeke mezin serkeftina Amedsporê pîroz kirin.

Têkoşîna Super Lîgê

Amedspor di sezona pêşiya me de dê di Super Lîgê de cih bigire. Bi wî awayî gelek fersend li pêşiya Amedsporê hene. Amedspor jî wekî tîmên Atletich Bilbao û Barcelona dikarê navê gelê Kurd di qada sporê de bigihijîne tevahî cîhanê. Amedspor a bûye weke tîmeke neteweyî dê bi xwedîderketin û heskirina mîlyonan tevbigere û di qada sporê de cih û bandora xwe zêde bike. Di sezona pêş de di Super Lîgê de tîmen xurttir ên Tirkiyeyê dê bibin hevrikê Amedsporê. Herçiqas li hemberî Amedsporê zehmetî û astengî hebin jî sînerjiya ku bi milyonan kesî ava kiriye û piştgiriya gelê Kurd û dostên Kurdan dê her li pişt Amedsporê be.

Etîket: coşa neteweyîSerkeftina AmedsporêSûper LîgTîma gelê Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

6 GULAN 2026
‘Em bi berxwedan û sebrê hatin vê encamê’

‘Em bi berxwedan û sebrê hatin vê encamê’

3 GULAN 2026
Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

2 GULAN 2026
Amedspor derket Super Lîgê

Amedspor derket Super Lîgê

2 GULAN 2026
Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

Amedspor dikare bi têkbirina Igdirsporê biçe Super Lîgê 

1 GULAN 2026
Amedspor ewro şande Bolusporî keno meyman

Amedspor ji bo lîstika krîtîk amade ye

13 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne