• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aldar Xelîl: Ji bilî berxwedanê tu rêyên din nemane

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÇILE 2026 - 13:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl, diyar kir ku serkeftina berxwedanê dê rêya têkoşîna siyasî veke û wiha got: “Em ê peywirên xwe bicih bînin û bingeha Sûriyeyeke demokratîk biavêjin. Ji bilî berxwedanê tu rêyên din li pêşiya me nemane.” 

Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl têkildarî êrişên ser rojavayê Kurdistanê ji ANHAyê re axivî. Aldar Xelîl got, êrişeke bê bextiyek di asta cîhanê de pêk hatiye û da zanîn ku Amerîka, dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter di êrişê de cih digirin û lîstikeke mezin li dijî Rojava heye. Xelîl, bibîr xist ku beriya vê êrişê jî, êriş li dijî Asayîşa Şêxmeqsûd dan destpêkirin û li Şamê jî hevdîtin dihatin kirin û ev tişt anî ziman: “Ji nişkava êriş kirin. Bêyî zeman derbas bibe li Dêr Hafirê li dijî HSDê bê bextiya duyemîn dan destpêkirin. Dema li Dêr Hafirê şervanên HSDê xwe ji bo vekişînê re amade kirin, yekser êriş pêk anîn. Bi vê yekê zemînek ji bo lêdanê amade kirin.”

‘Sozên xwe bi cih neanîn’

Bi domdarî Xelîl da zanîn ku pêwîst bû di nava 24 saetan de hêzên HSDê ji Dêr Hafirê vekişiyabû, lê wan yek ser êriş pêk anîn û wiha dom kir: “Ji vekişîna HSDê hate fêmkirin ku planeke mezin heye, ji ber wê xwe vekişand. Aliyê din qaşo qebûl kirin, lê soza xwe pêk ne anîn û êriş pêk anîn. Wan dizanîn hevalên wan li pişt wan bû. Vê jî bandor li moralê şervanan kir.” Xelîl, bal kişand ser rola dewleta Tirk di êrişan de û ev tişt anî ziman: “ Dewleta Tirk naxwaze Kurd di vê sedsalê de bibin xwedî stastu. Tevî pêvajoya aştiyê û tevî gavên têne avêtin jî, li Sûriyê mudaxele dike. Her cara danûstendin dihatin kirin, Tirkiyê destwerdan dikir û ne dihişt tifaq pêk were. HSDê hîs kir plan mezine, me ne dixwest pêkhate bi hev bikevin.”

DAIŞ li Şamê ye!

Aldar Xelîl da zanîn dewleta Tirk û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û planên xwe yên li ser herêmê dixwazin civaka herêmê li hev bixin û wiha dom kir: “Di encama planên wan de di sedsala derbasbûyî de gelê Kurd mafê xwe bi dest ne xist. Niha gelê Kurd bûye reqemek mezin di herêmê de. Em naxwazin tişta me bi salan bi dest xistiye, di encama şeran de ji dest bidin.” Bi domdarî Xelîl li ser metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞê jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew xwe dixapînin, niha DAIŞê aniye Şamê û xistina ser desthiladariyê. Berê ev li Efxanistanê jî pêk anî. Metirsiya DAIŞê zêde ye û sînorê Sûriyeyê derbas dike. Metirsiya wê li ser tevahî cîhanê heye. Dixwazin me bixin şerekî bê dawî, divê em jî beramberî vê yekê hişyar bin.”

‘Kurdistan xwedî li Rojayê xwe derdikeve’

Aldar Xelîl xwedîderketina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li Rojava silav kir û got ku xwedîderketina Kurdan li Şoreşa Rojava rojên dîrokî yên Kurdistanê ye û wiha dom kir: “Xwedîderketina li Şoreşa Rojava bandorê li nexşeyên herêmê dike. Gelê me li ser pêyan e. Tiştekî ne normal e tevî rewşa li Rojhilat ciwan tên vir. Ciwanên Bakur xwe di ser dîwaran re avêtin. Ciwanên Başûr bi giştî gelê me xwedî li yekitiya xwe derdikeve. Ev pêngaveke dîrokî ya gelê Kurd e. Beriya niha em bi hemû partiyên siyasî re civiyan û me ji bo parastina destkeftiyan li hev kiriye.” Xelîl bang li her kesî kir ku ji bo parastinê berpirsyar be û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê her kes li gorî asta xwe beşdarî berxwedanê bibin. Êrişên bê bext têne meşandin. Beriya niha li herêmên derveyî Rojava pirsgirêk çêbûn. Lê niha êriş li ser xaka Rojava ye. Em sînorê rojavayê Kurdistanê diparêzin. Mijar a hebûn û tunebûnê ye. Divê bajarên me van rojan her zindî bin. Divê em xwedî li koçberan derkevin. Divê tu kes li kolanan nemînin. Em hemû di nava xeterêyê de ne. Çalakiyên Kurdistaniyên li derveyî welat û parçeyên din zextek li ser êrişkaran kiriye. Niha jî hewldanên çareseriyê hene. Lê ya sereke pêşxistina xeta parastinê ye.”

‘Em ê erkên xwe pêk bînin’

Xelîl da zanîn bi serkeftina berxwedanê dê zemînek ji tekoşîna siyasî re were vekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê di siberojê de erka xwe pêk bînin û zemîna Sûriyeya demokratîk ava bikin. Dubare em dibêjin em berxwedana gelê xwe silav dikin. Ji bilî berxwedanê rêyek din tune ye. Divê em berxwedana xwe mezintir bikin. Bê guman serkeftin para me ye.”

 

Etîket: Aldar Xelîl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026
Aldar Xelîl: Divê Tirkiye ewilî êrişên xwe rawestîne

Aldar Xelîl: Divê Tirkiye ewilî êrişên xwe rawestîne

8 SIBAT 2025
Aldar Xelîl: Em ji bo yekitiya neteweyî amade ne

Aldar Xelîl: Em ji bo yekitiya neteweyî amade ne

28 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne