Enqere – Hevserokê KNKê Ahmet Karamus têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê bi lêv kir ku weke KNKê bi şandeyeke li Başûrê Kurdistanê bi KCKê, PDKê û YNKê re hevdîtin kirine û wiha got: “Em di merhaleyeke ciddî re derbas dibin. Metirsî li ser hemû Kurdistanê ye. Ji bo yekrêziyê dan û standin û hewldanên me dê berdewam bike.”
Serokwezîrê Iraqê Alî El Zeydî di 24ê Mijdarê de bi daxuyaniyeke biryar da ku sînorên di bin kontrola Herêma Federe ya Kurdistanê ji rêveberiya federal re bê dewirkirin û qadên petrolên hin herêmên Başûrê Kurdistanê jî bikeve bin kontrola Wezareta Petrolê ya hikûmeta navendî. Li ser vê biryarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyeke hevpar dan û ew biryar weke binpekirina destûra bingehîn a Iraqê û gefa li dijî statuya Başûrê Kurdistanê pênase kirin. Piştî biryara hikûmeta navendî ya Iraqê gelê Kurd li gelek deverên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê daketin qadan dest bi xwe pêşandanan kirin.
Li dijî biryarên hikûmeta Navendî ya Iraqê KCKê jî daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku KCKê dê ji bo parastina destkêftiyên Başûrê Kurdistanê bi berpirsyarî tevbigere. Her wiha partî û hezên Kurd jî bi daxuyaniyeke biryarên hikûmeta navendî ya Iraqê şermezar kirin. Ji aliyê din vê jî tevî gefên li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê jî nakokiya di navbera PDKê û YNKê de hê çareser nebûye. Kongreya Yekitiya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo çareseriya nakokiyên di navbera PDKê û YNKê şandeyek taybet jî peywirdar kir û li gel aliyan dan û standin kirin. Li ser gefên hikûmeta navendî ya Iraqê, li ser statuya Başûrê Kurdistanê jî KNKê bang li PDKê û YNKê kir ku bi yekrêzî tevbigerin.
Hevserokê KNKê Ahmet Karamus têkildarî gefên li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û xebatên KNKê yên ji bo yekitiya neteweyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Daxuyaniyên hikûmeta Iraqê li gor berjewendiyên siyasî ya hezên navdewletî ye’
Ahmet Karamus anî ziman ku bûyerên li Rojhilata Navîn rû didin konsepteke siyasî ya hezên navdewletî ye û wiha axivî: “Daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê da, bi serê xwe nake. Ew daxuyanî destûra bingehîn a Iraqê jî bin pê dike. Beriya çend mehan dema pêvajoya Rojava rû dan nûnerê Trump Tom Brack gotibû êdî dema hikûmetên lawaz di Rojhilata Navîn de ne guncav e û divê hikûmetên navendî bên avakirin. Ew gotin ne tenê devê Tom Brack derket. Ew siyaseta dewletên hegemon weke Amerîka, Îngistan û dewletên Ewropayê ye. Dixwazin siyaseta xwe li Rojhilata Navîn bi cih bikin. Armanca wan yekser her çar beşên Kurdistanê ye û bi vê daxuyaniyê dixwazin bi dewletên herême re hevkariyê bikin û berjewendiyên dewletên navneteweyî li Rojhilata Navîn pêk bînin. Di nava vê konseptê de Amerîka û dewletên herême weke Tirkiyeyê heye. Destwerdana li Rojavayê Kurdistanê jî ya Başûrê Kurdistanê jî bi vê konsepte ve girêdayî ye.”
‘Armanca wan ji holê rakirina statuya Başûrê Kurdistanê ye’
Di berdewama axaftina xwe de Ahmet Karamus destnîşan kir ku piştî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê hikûmeta navendî gelek cihan lêşkerên xwe bi cih kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Amûrên şer jî li wan herêman bi cih kirin. Armanca wan ji holê rakirina statuya Başûrê Kurdistanê ye. Bi carekê ve nakin lê dixwazin parçe parçe herêma Federê ya Kurdistanê lawaz bikin û di dawiyê de jî statuya federaliyê ji holê rabikin. Statuya federê ya Kurdistanê di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye desnîşankirin.”
‘Rêveberên hikûmeta Federe ya Kurdistanê hişyariyên me yên ji bo yekrêziyê guhdar nekirin’
Ahmet Karamus derbarê nakokiya di navbera YNKê û PDKê de jî diyar kir ku weke KNKê wan gelek caran bal kişandiye xetereyên li ser destkeftiyên Kurdan û banga yekitiya neteweyî kirine û wiha domand: “Me gelek caran got dewletên dagirker li ser destkeftiyên Kurdan li hev kirine, rojên zehmet li pêşiya me ne û pêwist e em yekitiya xwe pêk bînin. Me gelek caran ji bo avakirina hikûmetê û parlamentoyê jî hişyarî kir. Lê rêveberên hikûmeta Federe ya Kurdistanê hişyariyên me yên ji bo yekrêziyê guhdar nekirin û em bi awayekî birdozî tevdigerin tawanbar kirin. Weke KNK em tu carî ji bo parastina destkeftiyên neteweyî helwestên bîrdoziyê ve tevnegeriyane.”
‘Weke KNKê bi hemû partî û hezan re hevdîtin kirin’
Ahmet Karamus da zanîn ku şandeyeke KNKê mehek û nîv berê li Başûrê Kurdistanê bi partî û hezên Kurd re hevdîtin kiriye û wiha got: “Bi PDK, YNK û KCKê re hevdîtin pêkanîn. Me di hevdîtinê de li dijî metirsiyên li ser herêma me pêwistiya avakirina hikûmetê, parlamentoyê li ser yekrêziyê û yekrêziya pêşmergeyan anîn ziman. Hişyariyên li ser xetereyan ku wê demê me kirin îro em rû bi rû ne. Em weke KNKê careke din bang li hemû hezan dikin ku ji bo parastina berjewendiyên neteweyî em amade ne. Mudaxaleya KNKê ji bo yekitiye berdewam dike. Piştî van gefên serokwezîrê Iraqê jî me bang li hemû hezan kir ku em di nav xwe de diyalogê pêş bixînin. Dem dema yekrêziyê ye. Dem dema yekitiya neteweyî ye. Lukseke me ye hemû kes li gor xwe tevbigere nîne. Bi vî awayî em nagihêjin tu encamê. Pêwist e hemû hez û partî ji bo parastina berjewendiyên neteweyî berpirs tevbigerin. Gefeke mezin li ser statuya Başûr heye. Ew destkeftî bi berdelên mezin hatine bidestxistin. Weke KNKê em amade ne hemû aliyan ve fedakarî bikin. Ne partiyan hebûna gelê Kurd kirine hedef û hewldanên Lozana 2yemîn ku gelê Kurd bê maf bihêlin hene. Divê em bi mesuliyet tevbigerin ku destkeftiyên xwe biparêzin.”
‘Banga me ji hemû partî, hezan ew ê ku destkeftiyên gelê Kurd biparêzin’
Di dawiya axaftina xwe de Ahmet Karamus bi lêv kir ku hewldanên wan ên ji bo yekitiya neteweyî berdewam dike û axaftina xwe wiha qedand: “Partî û hezên Başûr jî hişyariyên me niha fêm dikin û xetereyan dibînin. Gelê Kurd li gelek bajaran rabûye xwepêşandanan û ji partiyan dixwaze yekrêziya xwe pêk bînin ku em bikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Dan û standinên me berdewam dikin. Em niha nikarin tiştek bêjin. Hewldanên me hene ji bo yekrêziyê. Em ji merhaleyeke ciddî re derbas dibin. Metirsî li ser hemû Kurdistanê ye. Ji bo yekrêziyê dan û standin û hewldanên me dê berdewam bike. Lê heke partî û hez guh nedin hişyariyên me yên ji bo yekrêziyê hewldanên me jî nikarin encam bigirin û windakirina destkeftiyan dê berdewam bike. Banga me ji hemû partî, hezan ew ê ku destkeftiyên gelê Kurd biparêzin.”













