• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Zeydan: Divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje

Omer Demîr - Abdullah Esen / AW

14 MIJDAR 2025 - 13:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan diyar kir ku divê dewlet ji aliyê “mafê hêviyê” gav biavêje û got: “Divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan werin guherandin ku pêvajo bi rê ve biçe.”

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê civîna xwe ya rêveberiya xwecihî li dar xist. Hevşaredarên DEM Partiyê tev li civîne bûn. Hevşeraderê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku tev li civînê bû derheqê pêvajoyê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Pêwîste dewlet jî bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê bibe’

Abdullah Zeydan bi bîr xist ku di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangawaziyek dîrokî kir û wiha got: “Ev bangawaziya birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd, Tirk, û Ereb bû. Ev bang ji bo gelên Rojhilata Navîn firsendekê dîrokî derxist holê. Hem birêz Abdullah Ocalan hem jî Tevgara Azadiyê bi awayekî cidî nêzî vê pêvajoyê dibe. Gelê Kurd û gelên aştîxwaz jî xwedî li bangwaziya birêz Abdullah Ocalan derketin. Em bawer in ku dewlet jî bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û gav biavejê. Li gelek bajaran vîna gelê Kurd hatiye desteserkirin. Yek ji wan bajaran jî bajarê Wanê bû. Tayînkirina qeyîm êriş e û ev êriş li dijî demokrasiyê ye. Em wekî Hevşaredarên Wanê vê êrişê qebûl nakin. Daxwaza me ew e ku divê dewlet jî li gorî ruhê pêvajoyê gav biavêje. Yek ji wan gavan paşve kişandina qeyiman e. Divê demildest vîna gelê Kurd were paşde were teslîmkirin. Qeyim li ser vîna gelê Kurd heqaret û talan e.”

‘Divê şertên birêz Ocalan werin guherandin’

Abdullah Zeydan destnîşan kir ku divê desthilat berpirsiyariya xwe ya li ser pêvajoyê bicih bîne û got: “Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin qebûlkirin. Yek jî wan biryaran jî ‘mafê hêviyê’ ye. Divê ji aliyê ‘mafê hêviyê’ ve gav bên avêtin. Divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan werin guherandin ku pêvajo bi rê ve biçe. Biryarên DMMê wekî din jî hebûn. Divê biryara li ser Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî were pejirandin. Îro di girtîgehan de gelek girtî hene divê ew tevahî bên berdan. Yek din jî divê dewlet nêzikbûna xwe ya Rovaja biguherîne. Heke yekîtiya gelan pêk were dê pêvajo bi ser bikeve.”

Etîket: Abdullah OcalanAbdullah ZeydanHevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanêpêvajoselahattin demirtaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

20 MIJDAR 2026
Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

19 MIJDAR 2026
Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

10 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne