• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

Navenda Nûçeyan / AW

24 SIBAT 2026 - 16:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê 26 rêxistinên sivîl û tevgerên jinan nameyeke vekirî ji saziyên mafê mirovan, tevgerên mafên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest statûya YPJê bê parastin.

Di daxuyaniya bi navê 26 rêxistin û saziyan pêk hat de girîngiya parastina statûya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate destnîşankirin. Rêxistin û tevgeran di daxuyaniya wekî nameyê ji saziyên navneteweyî re jî hate şandin de ev xal hatin destnîşankirin: “Di aloziya Sûriyeyê de ku pêşeroja me tê de tê hedefgirtin, bi rêya lihevkirinên baviksalar û îslamî hewl didin bi her cure zordariyê jinan ji tevahî qonaxên biryardayînê dûr bixin. Ezmûna bêhempa ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di destana dîrokî ya Kobanê de derkete holê, ne tenê kiryareke leşkerî bû, ew qîrînek li dijî hişmendiya baviksalar bû. Vê hişmendiyê dixwest jinan di bazarên koleyan de bifiroşe. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdêlên giran ev qeyd û bend şikandin û ji jinên Sûriyeyê re bûn hêvî. Di nava salekê de me dît ku ji hêla fonksiyonên radîkal ên hikumeta veguhêz de tundî, revandin, tecawiz, qetilkirin pêk hatin. Vê yekê nîşanî me da ku hebûna YPJ’ê pêwîstiyek e.”

‘Mirovahiyê şahidiya têkoşîna YPJê kir’

Di daxuyaniyê de têkoşîna YPJê ya ji bo parastina mirovahiyê hate destnîşankirin û iha hate gotin: “Em teqez dikin ku hebûna YPJê ne tenê hebûneke leşkerî ye, pêdiviyeke neteweyî û exlaqî ye. Em dixwazin artêşeke me hebe ku li gorî pîvanên mirovî tev bigere, di nava de lîwayên jinan biryara birêxistinbûna xwe bidin. Her hewldanek ku ji bo marjînalîzekirina tevlêbûna jinan di hêzên leşkerî de, an jî têkbirina parastina rewa, bê guman hewldana jiholêrakirina rola jinan a siyasî, civakî ye. Jinan bi xetereyên cidî re rû bi rû dihêle. Ji ber vê yekê em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jinan û demokratîk ên çar aliyên cîhanê dikin ku li ser mijara daxwaza me ya rewakirina hebûna YPJê bisekinin ku tevahî cîhanê şahidiya rola jinan a di şerê li dijî DAIŞê de kiriye. Em Sûriyeyeke ku pêşeroja wê bi hişmendiya zordariyê bê xêrkirin napejirînin. Em welatekî dixwazin ku parastina jinan garantiya yekem a parastina demokrasiyê be. Çek jî amûrek a parastina jiyanê ye.

Rêxistinên name îmze kirîn wiha ne;

1. Kongra Star

2. Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

3. Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

4. Ofîsa Jinan a Partiya Demokrat a Kesk

5. Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava

6. Tevgera Çandî ya Jinan a Hilala Zêrîn a Rojava

7. Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan

8. Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê

9. Komeleya Şawîşka ji bo Jinan

10. Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê

11. Yekitiya Jinên Suryanî

12. Yekitiya Parêzeran

13. Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

14. Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

15. Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê

16. Seroka Tevgera Pêşerojê

17. Encûmena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê

18. Ofîsa Jinan a Partiya Biratiya Kurdistanê

19. Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Partî

20. Partiya Yekitiya Ermen

21. Konseya Civakî ya Ermenan

22. Partiya Demokratîk a Keskan

23. Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

24. Mala Jinan a Qamişloyê

25. Yekitiya Jinên Ermen

26. Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne