• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

Enqere / AW

18 SIBAT 2026 - 14:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku rapora Komîsyona Meclîsê divê li gorî rastiyên bingehîn ên civakî be û got: “Ev taybetmendiya rapora Komîsyonê dê di pêşveçûna siberojê ya pêvajoyê de pir girîng be. Siyasetek ku bi mantiqa ‘jiholêrakirina terorîzmê’ nêzî mijarê dibe ne çareserî ye û ev îfadeya neçareseriyê ye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku her tim xwe ji nû ve dinirxîne û stratejî û taktîkên xwe diyar dike. Ez vê civîna me wek civîna destpêkirina Entegrasyona Demokratîk dinirxînim.”

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Me di 16ê Sibatê de li Îmraliyê bi birêz Ocalan re sê saet û nîv hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan di hevdîtinê de van nirxandinên girîng kir:

Jiyana min, ji raperîna min a ewil a di nav malbatê de heta îro bi tempoyek mezin derbas bû. Hê jî vêya berdewam dikim. Pêvajoya me li pişt xwe hişt bi kurtasî ji siyaseta tundiyê û cihêkariyê ber bi siyaseta demokratîk û enegrasyonê ve hat û vê yekê jî hêz û qabîlyeta me ya ji bo muzakereyê piştrast kir.

Rapora Komîsyona Meclîsê divê li gorî rastiyên bingehîn ên civakî be. Ev taybetmendiya rapora Komîsyonê dê di pêşveçûna siberojê ya pêvajoyê de pir girîng be. Siyasetek ku bi mantiqa ‘jiholêrakirina terorîzmê’ nêzî mijarê dibe ne çareserî ye û ev îfadeya neçareseriyê ye.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku her tim xwe ji nû ve dinirxîne û stratejî û taktîkên xwe diyar dike. Ez vê civîna me wek civîna destpêkirina Entegrasyona Demokratîk dinirxînim. Ez bi vê wesîleyê carek din hevalê me Sirri Sureyya Onder bi rêzgirtinek mezin bi bî rtînim. Bi ya min, ew mizgînî bû û hevalekî pir hêja bû.

Pêvajoya ku ber bi damezrandina Komarê ve çû, li ser yekîtiya Tirk û Kurdan ava bû. Her çend paşê hatibe guhertin jî, şopên vê yekê di hemû belgeyan de têne dîtin. Ev di dema Şerê Serxwebûnê de, di Kongreyan de û di îlankirina Komarê de hatiye pejirandin. Mustafa Kemal bi xwe di 17ê Çileya 1921an de li Îzmîtê di civîneke çapemeniyê de li ser Kurdan nirxandin kir. Ev Komar bêyî Kurdan nehatiye avakirin. Yên ku vê yekê înkar dikin her roj bi zimanekî tûj û wêranker diaxivin û gotinan dikin. Di haveyn û bingeha Komarê de Kurd hene. Metnên qanûnî yên paşê ku hatin amadekirin Kurdan ji holê rakirin, nasnameya Kurd û zimanê Kurdî qedexe kirin, vê yekê jî înkar û serhildanan bi xwe re anîn. Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoya bidawîanîna înkar û serhildanê ye. Em niha dixwazin nîqaş bikin ka em ê çawa werin cem hev û bi hev re di nava aştiyê de bijîn.

Di Serdema Navîn de, têkilî li ser yekîtiya olî bû û sîstema mîrektiyan li ser vê bingehê hatibû avakirin. Lê îro, em ê bi awayekî ku li ser pîvan û aqilmendiya hemdem a guncav be, bi komarê re entegre bibin. Ev yek mîmariyek hewce dike. Înkarkirina hebûna gelê Kurd nayê wê wateyê ku ev mîmarî dê were damezrandin. Mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe. Kêmkirina mijarê tenê bi çend guhertinên di qanûna cezayî de jî dê xelet be. Hêmanên sereke yên vê mîmariyê, ango prensîbên bingehîn ên entegrasyonê, di daxuyaniya 27ê Sibatê de hene. Ev bernameyek siyasî ye.

Pirsgirêkek pênasekirina hemwelatîbûnê heye. Hemwelatîbûn girêdana ku bi dewletê re hatî danîn nîşan dide. Hemwelatîbûn dilsoziya bi dewletê re bêyî cudahiya etnîsîte, ziman, bawerî an îdeolojiyê vedibêje. Bo nimûne, ne girîng e ku kesek sosyalîst e an kapîtalîst, Misilman e an Xiristiyan e, Kurd e an Ereb e. Ew hemî dikarin bibin welatiyên dewletê.

Tercîha min ev e ku em bibêjin welatiyê azad. Her wiha em dikarin dikare jê re welatîbûna destûrî jî bê gotin, lê welatîbûna azad ji wê berfirehtir e. Mirov dê di olê xwe de azad be, di neteweya xwe de azad be, di ramana xwe de azad be.

Gelo pênaseya hemwelatîbûnê li Tirkiyeyê vî şertî pêk tîne? Ew hinekî nezelal e. Divê ew nasnameya xwe ya olî, îdeolojîk û neteweyî bi awayekî neteweyî bi serbestî derbibire û birêxistin bike. Divê ev yek di nav sînorên demokratîk de û bi awayekî ku yekparçeyiya dewletê biparêze, were kirin.

Divê welatî bi qasî ku nasnameya xwe ya neteweyî diyar dikin, di derbirîna ol, mezheb û ramanên xwe de jî azad bin. Heger tu nikarî ol an zimanê xwe li ser kesên din ferz bikî, divê tu neteweya xwe jî ferz nekî. Divê her kes bikaribe bi azadî, netewe û nasnameya xwe diyar bike.

Me diyar kiriye ku em dixwazin wek civakeke demokratîk bijîn û me “aştiyê” xistiye pêşiyê. Civakeke demokratîk tê wateya ku mirov bikaribe nasnameya xwe ya civakî bi awayekî azad ava bike. Civak xwedî hêmanên çandî ye; saziyên wê yên tenduristiyê, perwerdehiyê û werzîşê, nexweşxane û saziyên aborî hene. Ger civak bikaribe van bi azadî ava bike, ew taybetmendiyeke demokratîk bi dest dixe. Dewleteke xurt ew e ku vê nermbûnê nîşan dide.

Ev prensîbên sereke û modela rêxistinî ya yekbûna me ne. Li vir tiştek tune ku nîşana neteweperestiyê an bingehperestiya olî bide, tevî dewleta yekparçe jî. Em behsa sazî û avakirina civakeke demokratîk dikin. Bêguman, li vir cih ji tundûtûjiyê re nîne. Yekbûna bi Komara Demokratîk re bi qasî damezrandina Komarê girîng e. Em hemû karên xwe di ruhê Komara Demokratîk de pêk tînin. Yekbûna Kurdan dê bibe yek ji stûnên bingehîn ên Komarê. Ew ê biratiya ku du sed sal in serûbin bûye sererast bike û yasaya biratiyê saz bike.

Ruhê yekbûna demokratîk di hebûn û sazûmanîbûna demokrasiya herêmî de diyar dibe. Em vê yekê ji bo Sûriyê jî pêşniyar dikin. Bi demokrasiya herêmî, mebesta min ev e: ew dikare bibe bajarek an gundek, û divê mafê wan hebe ku bi azadî xwe derbibirin û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Mercên rêveberiya herêmî zelal in. Ez behsa dewletek an herêmeke cuda nakim. Guhertoyeke berfirehkirî ya Peymanameya Ewropî ya Xwe-Rêveberiya Herêmî ku li gorî rastiya me ya civakî be, dê ji bo vê yekê bingeheke xurt peyda bike.

Van pêşniyaran hebûn û mafên ne tenê yên Kurdan, lê her weha yên hemû gel û civakên olî yên din li herêmên wan ên têkildar li ber çavan digirin. Dîrok bi hiştina Kurdan li aliyekî nehatiye avakirin. Sultan Sencer yekem kes bû ku Kurdistan îlan kir. Kanûnî got ku ew xwe pê ve girêdida. Divê em ji siyaseta ku li ser tirsa ji Kurdan ava bûye dûr bikevin, ji siyaseta ku li Kurdan wekî fobî, wekî çavkaniya tirsê dinêre, dûr bikevin.

Pirsgirêka me xwedî aliyekî ewlehiyê ye, lê aliyekî wê yê siyasî yê hê berfirehtir jî heye. Ji ber ku em ê bikevin nav siyasetê. Çek û tundûtûjî hatine terikandin. Em ê siyaseteeke demokratîk a mezin bi rê ve bibin. Civaka me bi qasî ku pêdiviya wê bi nan û avê heye, pêdiviya wê bi vê yekê jî heye. Divê her tişt di bin navê ewlehiyê de neyê fetisandin. Divê siyaseta ewlehiyê li ser siyasetê ava bibe, û siyaset jî divê li ser ewlehiyê ava bibe. Em ê bibin civakeke siyasî, civakeke siyasî ya demokratîk.

Derbarê yekîtiya Kurdan de, pêşniyara min Yekîtiya Demokratîk e, hem di nav Kurdan bi xwe de û hem jî di şiklê têkiliyên di navbera Kurdên perçebûyî de. Ev ne dewleteke cuda ye, lê belê prensîbeke berfireh a rêveberiya demokratîk e.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê.”

Etîket: Abdullah OcalanHeyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne