• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dadgehê 20 meh ceza li stranên Kurdî birî!

Bilal Guldem / AW

14 ÇILE 2025 - 14:28
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê ceza li stranbêj Kasim Taşdogan birî. Dadgehê 10 meh ceza li strana “Ronahî û Bêrîvan” û “Hatin” û 10 meh ceza jî li strana “Serhildan Jiyan e” birî.

 

Stranbêj Kasim Taşdogan ji ber stranên ku gotiye tê darizandin. Kasim Taşdogan li gel civatek hevalên xwe stranên bi navê “Ronahî û Bêrîvan” û “Hatin” ên Koma Amedê dibêje. Ev stran li cihekî jî nehatine parvekirin. Lê belê welatiyek ji wê civatê dema tê bi ser mala wî de tê girtin polîs ew desteser dikin û dest datînin ser telefona wî. Di telefonê de videoya Kasim Taşadogan ku her du stranan dibêje tê destesrkirin. Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê di sala 2022yan her du stranan dike hincet û bi îdiaya “progandaya rêxistinê kiriye” doz li Taşdogan vedike. Paşê dozê dişîne 20emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê.

Her wiha Taşdogan di pîrozbahiya Newroza Qersê ya sala 2023yan de strana “Serhildan Jiyan e” dibêje û Serdozgeriya Qersê ji ber stranê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” dozê li Taşdogan vedike.

20emîn Dadgeha Cezayê Giran Îzmîrê dosyeya Çanakkaleyê û dosyeya Qersê kir yek û darizandinê berdewam kir.

20emîn Dadgeha Cezayê Giran der barê Kasim Taşdogan de biryara beraetê da û bêyî hewceyî bi parastinê bibîne, biryarê şand Dadgeha Îstînafê ya Herêma Îzmîrê. Dadgeha Îstînafê biryara beraetê xera kir û daxwaz kir ku Taşdogan ji nû ve bê darizandin.

Piştî xerakirina dosyeyê îro danişîna biryarê dozê li 2yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê hat lidarxistin. Taşdogan û parêzerên xwe Zafer Încîn beşdarî dozê bûn.

Ceza li sê stranan hat birîn

Kasim Taşdogan û parêzerê xwe Zafer Încîn di danişînê de parastina xwe kirin û daxwaza beraetê kirin. Lê tevî ku biryara beraetê ya 20emîn Dadgeha Cezayê Giran hebû jî Dadgeha Îstînafê ji ber strana “Ronahî û Bêrîvan” û “Hatin” 10 cezayê hepsê û ji ber strana “Serhildan Jiyan e” jî 10 meh cezayê hepsê li Taşdogan birî.

Dadgehê xwest ku biryara hukmê paşê were eşkerekirin.

Parêzer Zafer Încîn destnîşan kir ku ew ê ji bo temyîzê biryarê veguhezînin Dadgeha Bilind.

‘Stranên Kurdî ceza kirin’

Zafer Încîn anî ziman ku ev dadgeh berê derheqê dozên girantir de jî biryarên xerab nedida û wiha got: “Li ser Kasim biryarek hat dayîn. Wisa xuya dike ku ji cihekî bilind biryar hat û xwestin Kasim ceza bikin. Vê dadgehê berê dozên ji ya Kasim girantir derbarê wan de biryara beraetê dida. Lê mixabin Kasim ceza kir. Her du stran jî ne yên Kasim in. Heta niha qedexe li ser van stranan tune ye. Kasim hunermendek gelek tê hezkirin û nasîn. Di şexsê Kasim de xwestin huner stranên Kurdî û guhdarên Kasim ceza bikin. Dadgehê di vê dozê de hinek niyeta xwe eşkere kir.”

‘Dixwazin muzîka Kurdî krîmînalîze bikin’

Kasim Taşdogan jî têkildarî cezayê li wî hatiye birîn axivî û destnîşan kir ku armanc cezakirina huner û stranên Kurdî ye û ev yek anîn ziman: “Me ji şirketa stranan jî belgeyên qaset û CDyên van her stranan xwest ku va stran jî ne qedexe ne. A rastî me hêvî nedikir ceza bê birîn. Her sê stran jî bi awayek fermî tên firotin. Mabesta wan ew e ku stran û muzîka Kurdî bidin rawestandin û krîmînalîze bikin. Dixwazin muzîka serhildêr û berxwedêr a Kurdî bêdeng bikin. Xwestin guhdar ji van stranan dûr bikevin û guhdar nekin. Pergal stgranên Kurdî ji bo xwe xetere dibîne. Ji bo min ev ceza bû sedem ku motîvasyona min baştir bibe û stran û berhemên baştir biafirînim. Li ber vî cezayî em matmayî neman. Çimkî halê wan ev e. Ev doz ji destpêkê heta dawî tiştek pêkenok e.”

Etîket: cezaİzmirKasim Taşdoganstranstranên Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne