• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta ku em şaredariya xwe bistînin em ê têbikoşin’

Fexredîn Kiliç / AW

14 ÇILE 2025 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Mêrsîn – Nûnerên saziyên sivîl û rêvebera DEM Partiyê bertek nîşanî danîna qeyûmê ser Şaredariya Akdenîzê dan û wiha gotin: “Heta ku em şaredariya xwe bistînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç û Hîkmet Bakirhan ku di 10ê Çileyê de hatibûn binçavkirin di 13ê Çileyê de hatin girtin û Wezareta Karên Navxweyî qeyûm danî ser Şaredariya Akdenîzê. Girseya ku parlamenter, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û gelek kes di nav de ji roja ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê hatin binçavkirin ve ji bo xwedî li vîna xwe derkevin li ber xwe didin û bertek nîşanî girtina hevşaredar û danîna qeyûm didin. Nûnerên saziyên sivîl û rêvebera DEM Partiyê bertek nîşanî danîna qeyûm dan.

‘Ev yek pêkanîneke keyfî ye’

 

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Tenzîle Baydar danîna qeyûm şermezar kir û wiha got: “Di cîhanê de pergala qeyûm tune ye. Tayîp ev qeyûm anî ye. Çi dikin bila bikin gelê kurd li ser piyan e, em ê şaredariya xwe bistînin. Me dizî nekiriye. Hevşaredarên me îro çi kirine? Diz ew in, kesên mirovan dixapînin, çete, xwînmij ew in. Bila yek sûcê hevşaredarên me bibînin em ê qebûl bikin. Ev yek pêkanîneke keyfî ye. Ka li dinyayê binêrin li ku heye?”

‘Ma qey qeyûm ji bo gelê kurd tenê hatiye’

Tenzîle Baydar diyar kir ku çend roj in ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin li ber xwe didin û ev yek anîn ziman: “Em ji bo edaletê li dijî qeyûm li vir in. Heta ku hevşaredarên me neyên ser peywîrê em naçin malê narazên. Sûcê wan tune ye. Em bang li gelê kurd, tirk, ereb, çerkez bila hemû werin destê me bigirin. Ma qey qeyûm ji bo gelê kurd tenê hatiye. Tayîp Erdogan tu nikarî gelê kurd xelas bikî. Tu çiqas zextê bikî em ê zêde bin. Tu çiqas qeyûm tayîn bikî em ê zêde bin.”

‘Em dest ji doza xwe bernadin’

 

Dayika Aştiyê Raziye Soner jî anî ziman ku tayînkirina qeyûm qebûl nakin û got: “Em dest ji doza xwe bernadin, heta ku dilopeke xwîna me hebe û em şaredariya xwe bistînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Em desteserkirina îradeya gel qebûl nakin’

 

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUHAY-DER) Metîn Înce jî diyar kir ku ji bo rantê qeyûm danîn ser Şaredariya Akdenîzê û wiha got: “Em desteserkirina îradeya gel qebûl nakin. Em ê li îradeya xwe xwedî derkevin. Banga me li gelê me ye ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Mesele meseleya gelê kurd e. Em hemû dizanin ku naveroka dosyaya hevşaredaran vala ye. Heta ku ji destê me were em ê li şaredariya xwe, hevalên xwe û îradeya xwe xwedî derkevin. Em bang li hemû saziyên demokratîk û partiyên siyasî dikin ku deng bidin me.”

Metîn Înce di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Derdê wan rant e, dizî ye. Divê gelê me destê xwe bide partiya xwe, hemû Kurd destê xwe bidin hev. Seydayê Cegerxwîn gotiye ‘Heta em nebin yek em ê herin yek bi yek’.”

‘Bila demildest qeyûm rakin’

 

Rêvebera DEM Partiyê ya Mêrsînê Maşallah Nas jî bi lêv kir ku danîna qeyûm cihê şermezariyê ye û ew ê qebûl nakin û got: “Gelo wîjdana qeymeqamê ku hat mala gel desteser kir rehet e? Ev ne tişteke rast e. Heta tişteke baş çênebe li ser şaredariya me ranebin em ê li kolanan bin. Em ê li ber şaredariya xwe bin. Em ê li ber xwe bidin. Em vê yekê qebûl nakin. Li aliyekê dibêjin aştî li aliyê din qeyûm datînin ser şaredariyên me. Qeyûm dizî, talan û desteserkirin e. Bila demildest qeyûm rakin û destê xwe ji ser şaredariyên me bikişînin.”

Etîket: bertekDEM PartîQeyûmŞaredariya Akdenîzêsaziyên sivîl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne