• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBP: Divê îradeya çareseriyê birêz Ocalan azad bibe

Amed / AW

15 SIBAT 2026 - 10:29
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
DBPê têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û destnîşan kir ku divê navnîşan û îradeya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ku di 15ê Sibata 1999an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi serenavê “Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê Birêz Ocalan azad bibe!” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBPê komplo bi bîr xist û wiha got: “Komploya navneteweyî ya ku di 15ê Sibata 1999an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk hat, 27 sal li pey xwe hişt. Li gel salên borî û tecrîda giran a ku dimeşe, em car din diyar dikin ku; Birêz Ocalan bi biryara xwe ya çareseriyê û bi îradeya ku meşand, hesabên vê komployê bi her awayî vala derxist.”

‘Li hember senaryoyên qirêj bersiva herî mezin da’

DBPê diyar kir ku komploya navneteweyî, weke encameke planên hêzên hegemon bû û wiha domand: “Hêzên hegemon hewl didan Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve saz bikin. Di vê pêvajoyê de, li dijî qeyranên Modernîteya Kapîtalîst, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku birêz Ocalan bi nexşeya ‘Rêya Sêyemîn’ diyar kir, ji pêşeroja gelan re rêyên çareseriyê yên alternatif vekir. Hêzên netew-dewlet bi komployê hewl dan daxwaza azadî û wekheviyê ya gelan bifetisînin û hewl dan, bi polîtîkayên şer û nijadperest pêşeroja erdnigariya Rojhilata Navîn tarî bikin. Lê, Birêz Ocalan ê ku ji Sibata 1999an vir ve di bin tecrîdeke giran de tê girtin, bi paradîgmaya ku pêş xist, planên ‘tasfiyekirina gelan’ û senaryoyên ‘kaosê’ pûç kir. Li hember hewldanên Modernîteya Kapîtalîst a ku dixwastin bi komployê 3yemîn Şerê Cîhanê bidin destpêkirin, birêz Ocalan Girava Îmraliyê veguhest dibistana aştî û berxwedanê. Li hember senaryoyên qirêj bi ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ bersiva herî mezin da.”

‘Di bingeha qeyranên siyasî de neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîd hene’

DBPê destnîşan kir ku di bingeha şer û qeyranên siyasî û civakî yên ku îro li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, ne çareserkirina pirsgirêka Kurd û rejîma tecrîda Îmraliyê cih digire û wiha pê de çû: “Li hember vê dorpêçê, feraseta çareseriyê ya Birêz Ocalan îro ji tevahiya Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike. Rewşa Rojava jî di vî warî de mînaka herî şênber e ku weke navnîşana çareseriyê taybetiya xwe diparêze. Geşedanên siyasî û leşkerî yên ku di demên dawî de li Sûriyeyê û Rojava tên jiyîn, hevsengiyên herêmî yên ku her roj tên guherîn jî nîşan didin ku çareseriya ‘Neteweya Demokratîk’ a Birêz Ocalan çima û çiqas girîng e û jêneger e. Di vî warî de car din derdikeve holê ku; pêşeroja herêmê û Sûriyeyê, naskirina statuya gelê Kurd bi naskirina îradeya Birêz Ocalan, bi esasgirtina nexşerêya wî ya çareseriyê mumkun e.”

‘Îradeya muzekereya demokratîk hêviya aştiya civakî ya milyonan kesan e’

DBPê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê jî, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de ragihand, ji bo avakirina civakeke demokratîk û ji bo sazkirina jiyaneke bi rûmet û aştiyeke mayînde weke nexşerêyeke dîrokî, xwedî cihekî girîng e. Ya ku Birêz Ocalan di vê bangê de tîne ziman; îradeya muzekereya demokratîk û hêviya aştiya civakî ya mîlyonan kesan e. Ji ber vê yekê jî, her hevdîtinên ku li Îmraliyê pêk tên, tê wateya bihêzkirina pêwendiyên dîrokî û pêşxistina tifaqên stratejîk ên gelan. Di vî warî de, divê nêzikatiya li dijî birêz Ocalan weke berjewendiyên siyasî neyên dîtin, divê wek mifteya çareseriyê îradeya wî esas bê girtin. Gava herî şênber a vê rastiyê jî; li ser esasên muzekereyên demokratîk û zagonî demildest azadiya Birêz Ocalan e.”

‘Hêza çareseriyê ya birêz Ocalan ji bo pêşeroja gelan firsendeke dîrokî ye’

DBPê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê neyê jibîrkirin ku; projeya ‘Aştî û civaka demokratîk’ a ku birêz Ocalan hewl dide têxe meriyetê, di heman demê de têkoşîna avakirina komara demokratîk e. Di vê pêvajoya xeternak de ku her diçe bandorê li Tirkiye û Kurdistanê jî dike, hêza çareseriyê ya birêz Ocalan, ji bo pêşeroja gelan firsenda herî mezin û dîrokî ye. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi komploya 15ê Sibatê re hedef hat girtin, îro ji aliyê îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan ve yek bi yek têk diçin. Li hember feraseta komplogeran, xwedîderketina vê îradeya dîrokî û avakirina pêşerojeke azad divê bibin peywirên me yên sereke. Ji ber vê yekê jî em car din diyar dikin; navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê birêz Ocalan azad bibe!”

 

Etîket: Abdullah OcalanDBPkomploya 15ê SibatêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne