• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şêxo: Ji bo vegera koçberan divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

Mahmût Altintaş / AW

15 SIBAT 2026 - 08:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li gor peymana 29ê Çileyê Meclîsa Efrînê ya li Qamişloyê amadekariyan dikin ku ji bo 400 kes vegerin Efrînê û wiha got: “Niha Efrîn girêdayî Hikûmeta Demkî ye, beriya 2 rojan li derdora 30 kesî ji bo şeredariya Efrînê bi rê ve bibin hatin erkdarkirin. Lê Tirkiye li pêşiya vegera koçberan asteng e. Li ser ragihandinê dibêje ku ji Efrînê vekişiyane lê ev ne rast e. Bi awayekî fermî 5 baregehên lêşkerî yên Tirkiyeyê li Efrînê ne û hêj jî vênekişandine. Li Serêkaniyê jî tu guherandin tune ye. Komên giredayî Tirkiyeyê hêj li Serêkaniyê ne. Li gor peymanê divê Tirkiye ji wir vekişe û koçberên Efrîn û Serêkaniyê jî vêgerin cih û warên xwe. Hevdîtin hene lê guherîn tune ye.” Şêxo diyar kir ku Tirkiye niha li pêşiya rêkeftinê astengiya herî mezin e û peymanê bin pê dike.

Di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Şamê de piştî êrişan di 29ê Çileyê de peymanek hat îmzekirin. Ji ser peymanê re 15 roj derbas bûn. Di van 15ê rojan de gelek pêşketin jî li gor pêymanê pêkhatin. Waliye ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat hilbijartin tayinî Hesekê hat kirin, di navbera hezên asayîşa Rojava û Hikumeta Navendî de di warê entegrasyonê de pêş ketin çêbûn. Di rojên pêş de jî tê payin ji aliyê rêveberî û saziyên sivîl ve jî entegrasyon pêk were. Yek ji xalên girîng ên entegrasyonê rewşa koçberên Efrîn û Serêkaniyê ye. Li gor peymanê divê Tirkiye ji Efrîn û Serêkaniyê vekişê û koçberên Efrîn û Serêkaniyê vêgerin cih û warên xwe.

Lê tevî dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê de û pêşketinên di peymanê de jî Tirkiye hêj jî hezên xwe yên lêşkerî ji Efrîn û Serêkaniyê vênekişandine. Venekişandina hezên lêşkerî yek jî binpêkirina pêymanê ye. Rewşa Efrîn û Serêkaniyê di pêşerojê de dê çawa bibe ji aliyê raya giştî ve jî tê meraq kirin. Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo tekildarî pêşketinên peymanê û rewşa vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê ji Ajans Welat (AW) re axivî.

‘Amadekariya vegera 400 koçberan tê kirin’

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku li gorî peymanê ji bo vegera koçberên Efrînê û rêveberiya li wir pêşketin hene û ev tişt gotin: “Meclîsa Efrînê ya li Qamişloyê amadekariyan dikin ji bo 400 kes vegerin Efrînê heke hejmar temam bibe dê bên şandin. Wisa xuya dike ku dê di demekê nez de bibe. Walîtiya Helebê beriya 2 rojan li derdora 30 kesan ji bo şeredariya Efrînê rêvebibin hatin erkdarkirin. Yên hatinê erkdar kirin Kurd in lê giredayî Hikumeta Şamê ne. Efrîn dê ji aliyê Hikumeta Şamê ve were rêvebirin. Efrîn herêmeke Kurdî ye ji bo wê jî xususiyeta herêmê dê li ber bi çav bê girtin û Kurd jî dê di rêveberiyê de cih bigirin.”

‘Welatiyên Efrînê ji bo bikarin vegerin Efrînê divê cih û warên wan hebin’

Di berdewama axaftina xwe de Îbrahîm Şêxo anî ziman ku ji bo vegera koçberên Efrînê divê cih û warên wan hebin û wiha axivî: “Di peymana navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Şamê de hatiyê îmzekirin de li ser vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê jî xal hene. Ji aliyê Serêkaniyê ve tu guherandin tune ye. Hê jî dewleta Tirk li wir e. Lê li Efrînê piştî hatina desthilata HTŞê li ser Şamê rêveberiya Efrînê ket destê Hikumeta Demkî ya Şamê û hind guherandin pêkhatin. Lê komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê û îstîxbarata Tirkiyeyê jî hêj di Efrînê de ye. Welatiyên Efrînê ku koçberî Reqa û Tebqayê bibûn piştî êrişan vê carê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser weke Qamişlo û Hesekê. Welatiyên Efrînê ji bo bikarin vegerin Efrînê divê cih û warên wan hebin. Ji ber ku piştî welatiyên Efrînê koçber bûn û li dervê Ereb anîn û şûna wan bi cih kirin.”

‘Tirkiye hêj jî hezên xwe li Efrîn û Serêkaniyê vênekişandine’

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku tevî peymanê jî Tirkiye hezên xwe li Efrîn û Serêkaniyê vênekişandinê û wiha pê de çû: “Tirkiye li ser ragihandinê dibêje em li Efrînê vekişiyane. Lê bi awayekî fermî 5 baregehên lêşkerî yên Tirkiyeyê li Efrînê ne û hêj jî venekişandine. Li Serêkaniyê jî tu guherandin tune ye. Yanî niha derbarê rewşa Efrîn û Serêkaniyê de tu guherandin çênebûye. Rewşa Efrînê li gorî Serêkaniyê hê baştir e. Li Serêkaniyê komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê hêj li wir in. Tevî peymanê jî tu guherandin tune ye. Li gor peymanê divê Tirkiye ji wir vekişe û koçberên Efrîn û Serêkaniyê jî vêgerin cih û warên xwe. Hevdîtin hene lê guherîn tune ye. Rêkeftin sedî sed baweriyê nade gel. Ji ber ku me dît rêkeftinên beriya niha çawa têkçûn. Heke rêkeftin pêşve biçe rewşa Efrînê dê beriya Serêkaniyê çareser bibe. Ji ber ku Rêveberiya Efrînê di destê Hikumeta Demkî ya Şamê de ye. Lê rêveberiya Serêkaniyê di destê komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê de ye. Wisa xuya dike ku di demeke kin de gelek kes li Efrînê dê vegerin cih û warên xwe. Li gor rêkeftinê destûra bingehîn a Sûriyeyê jî dê pêk were piştî pêşketina rêkeftina 29ê Çileyê. Efrîn jî dê di destûra Sûriyeyê de li gorî rêkeftinê cih bigire.”

 

 

 

 

Etîket: dagirkeriya li EfrînêEfrinHevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

26 TÎRMEH 2026
Li Efrînê kesek hat kuştin

Li Efrînê kesek hat kuştin

24 TÎRMEH 2026
Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

20 TÎRMEH 2026
Efrînî bi karesatê re rû bi rû dimînin: Asîmîlasyon, talan û siyaseta fîdyeyê

Efrînî bi karesatê re rû bi rû dimînin: Asîmîlasyon, talan û siyaseta fîdyeyê

16 TÎRMEH 2026
Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne