• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Girtiyên Apoyî: Divê em li dijî planên komplogeran li ser piyan bin

Navenda Nûçeyan / AW

14 SIBAT 2026 - 14:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Girtiyên Apoyî, Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê bi daxuyaniyekê şermezar kir û wiha got: “Hêzên komploger dest ji planên xwe bernedane. Lewma divê li her derê em li dijî mantiq û planên van hêzên komploger, bi hestiyar bin û di nava çalakiyan de bin.”

Girtiyên Apoyî yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser navê Denîz Kaya daxuyanî da û hêzên tarî yên di Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de cih girtîn, şermezar kir. Têkildarî armancên Komployê agahî hatin dayîn û wiha hate gotin: “15ê Sibata 1999an di şexsê Rêbertiya me de li dijî gel û tevgera me li çapa navneteweyî komplo hate rêxistinkirin. Ev komplo êrîşeke qirkirinê bû ku nexwest hêviyeke biçûk jî li holê bihêle. Ji bo pûçkirina komploya navneteweyî ya ku pêşbînî dikir gelên Anadolû û Mezopotamyayê li dijî hev sor bike, Rêbertiya me ked û hewldaneke bêhempa raber kir û nehişt hêzên komploger bigihijin armanca xwe. Di serî de Halît Oral, Aynur Artan û Selamet Menteş bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêbertiya me xeleka ji agir çêkirin û darbeya ewilî ya herî xurt li mantiqê hêzên komploger xistin. Bi milyonan kesî bi gotina ‘yan em ê bibin topa agir û bi Rêbertiya xwe re azad bijîn, yan jî em ê qet jiyan nekin’ qîr kirin û bi Rêbertiya me re bûn yek.”

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku Abdullah Ocalan hişmendiya modernîteya kapîtalîst dahurandiye û alternatîfa wê daniye holê. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Rêbertiya me mantiqê sîstema şaristaniyê ji kûrahî ve çareser kir û nîşanî her kesê dost û dijmin da ku divê çawa li dijî hêzên komploger berxwedan were raberkirin. Tarzekî welê esas girt ku Girava Îmraliyê ji bo avakirina yekîtiya stratejîk a gelên Anadolû û Mezopotamyayê veguherand baregeheke sereke û ev tarz bi her kesê da qebûlkirin. Îro jî heman hêzan li dijî hemleya çareseriya demokratîk û aştiyê ya ji aliyê Rêbertiya me ve hatî destpêkirin, plana komployeke nû xistin dewrê ku di şexsê Rojava de şerê Kurd û Ereban armanc kir. Hem hewldana Rêbertiya me ya li Îmraliyê, hem jî biryara berxwedana topyekûn a gel û tevgera me, ev plan di rêjeke mezin de vale derxist. Hêzên komploger dest ji planên xwe bernedane. Lewma divê li her derê em li dijî mantiq û planên van hêzên komploger, bi hestiyar bin û di nava çalakiyan de bin.”

Di daxuyaniyê de hêzên di komployê de rol lîstin hatin şermezar kirin û wiha hate gotin: “Em hemû hêzên tarî yên di komploya navneteweyî de cih girtine, bi kîn û nefretek mezin şermezar dikin. Di şexsê hevalên me Halît Oral, Aynur Artan û Selamet Menteş de ku di dema komployê de bedena xwe dan ber agir û ji bo pûçkirina komployê bi rola pêşengiyê rabûn, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin.”

Etîket: Abdullah Ocalangirtikomploya 15ê SibatêPAJAKpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne