• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bi qeyûm û êrişan aştî pêk nayê’

Şirnex / AW

13 ÇILE 2025 - 17:21
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez li dijî danîna qeyûmên ser şaredariyan destnîşan kir ku desthilat bi danîn û polîtîkaya qeyûm aştiya civakî xera dike û got: “Em van polîtîkayên qirêj qebûl nakin. Bi vî awayî aştî pêk nayê.”

 

Şaxa Sendîkaya Genel-Îşê ya Şirnexê li dijî girtina hevşeredar û endamên meclisê ya Şeredariya Akdenîzê û danîna qeyûmê ser şaredariyê li qada Cumhuriyetê ya Şirnexê daxuyanî da. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, CHP, endam û nûnerên saziyên sivîl ên Şirnexê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştiyeke civakî rêzê ji vîna gel re bigirin, ji qeyûm re na” hat vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” hat berzkirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa Genel-Îşa Şirnexê Siyajîn Buruntekin ve hat xwendin. Siyasjîn Buruntekîn bi lêv kir ku careke din vîna gel hatiye desteserkirin û wiha got: “Biryarên qeyûm li dijî hiqûqî ne û di wîcdana gel de jî hatiye mehkûmkirin. Armanca polîtikayên qeyûm ew e ku destkeftî û vîna Kurdan desteser bike û sepana qeyûm rewa bike. Qeyûm dijminê kedê ye. Qeyûm rant û talan e. Heke li dijî vê sepanê bertekên xûrt dernekevin wê berdewam bike. Me tu car rejîma qeyûm qebûl nekir û em ê ji niha şûn ve jî qebûl nekin, em ê hînî vê yekê nebin. Em careke din bang dikin ku dev ji desteserkirina vîna gel berdin. Hevşeredarên ku bi dengên gel hatine hilbijartin divê demildest vegerin ser karê xwe.”

‘Li aliyekî aştî û li aliyekî kuştin û qeyûm nabe’

Pistre Parlamenterê DEM Partî Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez anî ziman ku desthilata AKP û MHPê careke din vîna gel desteser kiriye û wiha got: “Danîna qeyûman aştiya civakî xera dike. Ev cara sêyemîn e qeyûm datînin ser şaredariyên me. Lê gelê Kurd li dijî vê yekê her care dersek mezin da desthilatê. Ji niha şûn ve jî wê gelê Kurd li ber xwe bide û têkoşîna xwe berfirehtir bike. Di vê pêvajoya ku hêviyên gel mezin dibe, desthilatdarî dîsa peşkê lê dixe. Ji aliyekî ve dibêje, ‘ez ê pirsgireka Kurd çareser bikim’ ji aliyê din vê jî vîna gelê Kurd desteser dike. Ji aliyeki ve qala biratiyê dikin ji aliye din ve jî êrişî Kurdan dikin û sîvîlan dikujin. Em ê di aştî û azadiya gelê xwe de israr bikin. Bila desthilat dev jî van polîtikayan berde. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê şeredariyên desteser kirine radestî gel bikin. Em di vê pevajoyê de samîmî ne û dixwazin aştiyeke bi rûmet pêk were. Em van polîtikayên qirêj qebûl nakin bi vî awayî aştî pêk nayê. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

Piştî axaftinan 5 deqiqî çalakiya rûniştine hat lidarxistin.

Etîket: Mehmek Zekî ÎrmezQeyûmŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne