• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Saziyên Wanê rapora girtîgehên Serheda Jor eşkere kirin

Wan / AW

13 ÇILE 2025 - 16:47
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Saziyên hiqûqê û saziyên sivîl ên Wanê, rapora xwe ya girtîgehên Serheda Jor parve kirin û destnîşan kirin ku wan tespît û çavderiya binpêkirina gelek mafan kirine û gotin: “Girtî di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û gelek mafên wan ên jiyanî tên astengkirin.”

Saziyên hiqûqê û saziyên sivîl ên Wanê, rapora xwe ya girtîgehên Serheda Jor bi daxuyaniya ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya li Baroya Wanê, eşkere kir. Saziyên ku serdana girtîgehên Serheda Jor kirî, tespît û çavderiyên xwe di raporê de pêşkêşî raya giştî kirin. Endamên TUHAY-DER, Komîsyona Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Sendîqeya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) a Şaxa Wanê û Odeya Tabîban a Colemêrg û Wanê tev li daxuyaniyê bûn.

Serdana 7 girtîgehan kirine

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Wanê Mehmet Cevat Yilmaz li ser navê heyetê rapora binpêkirinên mafan xwend. Mehmet Cevat Yilmaz, anî ziman ku wan serdana Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîp a F ya Wanê, Girtîgeha Tîp a T ya Wanê, Girtîgeha Tîp a T ya Ahlatê, Girtîgeha Tîp a L ya Panosê, Girtîgeha Tîp a S ya Îdirê, Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereyê û Girtîgehan Tîpa T ya Beşîkduzuyê kirine. Mehmet Cevdet Yilmaz, tespît û çavderiyên xwe rêz kir û wiha got: “Li girtîgehan binpêkirina mafê tedawiyê, lêgerîna di nava dev de û mûayeneya bikelemçekirî li ser girtiyan tê fezkirin û gelek girtî ji ber van pirsgirêkan naxwaze tedawî bibe. Di hemû girtîgehên hatine ziyaretkirin de pirtûkên kurdî nayên dayîn û hinek girtîgeh ev 6 sal in pirtûk û nameyên kurdî nedane girtiyan. Rojnameyên weke Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgun ji hêla girtîgehan ve tên astengkirin û nadin girtiyan. Her wiha qanalên televîzyonê yên mixalîf jî nayên vekirin.”

Bi ser qawişên girtiyên jin de girtine

Mehmet Cevat Yilmaz, wiha berdewam kir: “Xwarina girtîgehan têra girtiyan nake û li hinek girtîgehan xwarin ewqasî xerab e ku nayê xwarin. Di aliyê paqijiyê de gelek pirsgirêk hene û bihayê qantînê jî gelek gelek zêde ye. Ji pêvajoya pandemiyê gelek aktivîte hatibûn qedexekirin. Me dît ku ev qedexe hêj jî didomin û gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Mafê girtiyan ê telefonê ya bidîtinî tê astengkirin û sedem jî weke ‘binesaziya wê nîne’ nîşan didin. Lêgerînên odeyan ên rûtîn ji armanca xwe derketiye û bûye kiryareke tundiyê. Tehliyeya girtiyan bi Biryara Lijneya Çavderiyê tê astengkirin. Li Girtîgeha Tîp a L ya Panosê pîsitiya civîkan di nava xwarina girtiyên jin de derketiye û girtiyan jî bertek nîşan daye. Ji ber vê yekê di 18ê kanûna 2024an de 40 gardiyanên mêr bi ser qawişên girtiyên jin de girtiye û tundî li girtiyên jin kirine. Gelek girtî ji ber ku malbatên dûr in, nikarin serdana zarokên xwe bikin. Girtî di bin tecrîdeke giran de ne û gelek mafên wan tên binpêkirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne