• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Leyla Guven: Em xwedî li pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan derdikevin

Navenda Nûçeyan / AW

13 ÇILE 2025 - 14:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka KCDê Leyla Guven têkildarî pêvajoya tê nîqaşkirin got: “Divê bê zanîn, di serî de jin tevahiya gelê me wê xwedî li her cure pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan derkeve.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk li Girtîgeha Sîncanê bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven re hevdîtin pêk anîn. Leyla Guven piştî serdana Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Leyla Guven wiha ye:

“Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bi salan e li muxatab digere, her carê anî ziman ku derfeteke gelekî biçûk jî hebe ew dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.

Birêz Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve weke muzakerevanê sereke hatiye destnîşankirin, lewma divê were zanîn ku di serî de jin, gelê me wê xwedî li her cûre pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan derkeve.

Birêz Abdullah Ocalan ev 26 sal in di nava şert û mercên tecrîda mutleq û îzolasyonê ya li Îmraliyê de ji bo wekhevî, azadî û aştiya gelan berxwedaneke destanî dike. Ji bo vê jî çav û guhê bi milyonan mirovî îro li perspektîfê çareseriyê ne ku birêz Ocalan wê pêşkêş bike.

Li gel şerê ji 50 salan ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, pêşniyar û perspektîfên peymana civakî ya nû û jiyana azad a birêz Ocalan di serî de şoreşa jinê ji bo azadî û demokratîkbûna gelê Kurd gelek destketî afirand.

Dema ku mirov taybetmendiya pir çandî, pir nasnameyî ya Rojhilata Navîn tînin ber çavên xwe, dibînin ku perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan wê tevkariyeke mezin li aştiya Rojhilata Navîn bike.

Em weke girtiyên jin ên polîtîk, ji bo karibin bersivê bidin hewldana azadîparêz, aştiyane û demokratîk a Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, em ê di nava pratîkeke cidî de bin. Dixwazim diyar bikim ku bêyî şik û gumanan em amade ne tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.

Gelê Kurd dixwaze ev pirsgirêk bêyî ji sedsaleke nû re bê hiştin, bê çareserkirin. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir pêwîstiya me îro bi yekîtî û hevgirtinê heye. Gelê me ku bi fikrê birêz Abdullah Ocalan ronî bûye, bi her ferdekî xwe wê bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkeve ku ji dil ji vê yekê bawer dikim.

Bi hêviya ku di demeke ne zêde dûr de bi Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re li sûrên Amedê govenda aştiyê bigerîne, gelê me bi hurmet silav dikim.”

Etîket: Abdullah OcalanAhmet TurkLeyla GuvenPervîn BuldanŞandeya ÎmraliyêSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne