• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

Navenda Nûçeyan / AW

12 SIBAT 2026 - 11:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
KCKê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê bi tundî şermezar kir û daxuyand ku di encama bexwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd de Komplo heta astekê vala hatiye derxistin. Di daxuyaniyê de Peymana 6ê Çile li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk hatî jî wekî komployek navneteweyî ya nû hate pênasekirin û bang li gelê Kurd û gelên demokratîk ên cîhanê hate kirin ku li dijî van komploya heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û misogerkirina statûya Rojavayê Kurdistanê têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di salvegera 27emîn a komploya navneteweyî de bang li gelê Kurd û tevahiya gelên demokratîk ên cîhanê kir ku bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re” têkoşînê mezin bikin. Di daxuyaniyê de hêzên beşdarî Komploya Navneteweyî bûyîn bi bi tundî hatin şermezarkirin û biryardariya têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan re hate dubarekirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Abdullah Ocalan bi raman û têkoşîna xwe ya bêhempa Kompllo vala derxistiye û balkişand ser van xalan: “Ji bo têkbirina komployê û xurtikrina tevgera me ya azadiyê li nava şert û mercên zindanê jî bi rola xwe rabû û zemîna mezinkirina têkoşînê xurt kir.”

‘Komplo li dijî demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêk hat’

Di daxuyaniyê de çarçoveya berfireh a Komployê hate bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Komploya navneteweyî li dijî porojeya Rojhilata Navîn a Demokratîk ku Rêber Apo xwest li ser bingeha azadiya gelê Kurd û xwişk-biratiya gelan biafirîne, pêk hat. Ji ber ku hêzên navneteweyî û herêmî dizaynek li ser qirkirina gelan avakiribû. Hêzên navneteweyî bi rêya hevkarên xwe Rojhilata Navîn kontrol dikirin. Rêber Ap bi paradîgmaya xwe ya ku xwe dispart çareriya pirsgirêka Kurd, xwişk û biratiya gelan, pergala ku xwe dispart hevkarî û nokeriya li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn rê li ber demokratîkbûnê vekiribûya. Lawazkirina hevkariyê û pêşîvekirina li demokratîkbûnê, dihat wateya şikestina lingên hêzên hegemon ên li herêmê. Hebûna pergala Rojhilata Navîn a xwe dispêre hevkarî û nokeriyê ji bo wan girîng bû. Ev komplo di heman demê de li dijî xeta azadiya jinê jî hate kirin ku di pêşvebirina demokrasî û azadiyê de weke havên û katalîzor e. Ji ber ku hêzên hegemonîk ên bi serweriya mêr, îdeolojiya rizgariya jinê ji bo sîstema xwe ya bi serweriya mêr weke metirsiyeke mezin didîtin. Bêguman şikandina bandora PKK’ê ya li nava Kurdan bi bandor e, yek ji armancên wan ên bingehîn bû.”

‘Ji paradîgmaya Rêber Apo ditirs in’

Têkildarî armancên Komployê jî hate daxuyandin ku hêzên hegemon bi bêbandorkirina Rêber Apo û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê xwestine bigihin armancên xwe û wiha domandin: “Ji ber vê yekê jî gelek welat tevlî vê komployê kirin ku di dîrokê de mînakeke xwe nîne. Li dijî Rêber Apo êrişek welê xistin meriyetê ku li ser rûyê erdê nikaribe ji xwe re cihekî bibîne. Meşandina komployê bi vî rengî nîşan da ku ji fikir, îdeolojî û xeta polîtîk a Rêber Apo çiqasî ditirsin. Li dijî Komployê bi pêşengiya çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ gelê me li her cihî rabû ser piyan. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê gelê me li hemberî her cure zextan li ber xwe da. Gelê me yê li Ewropayê qet rûnenişt, li hemberî komployê di afirandina ruhê berxwedanê de bi roleke girîng rabû. Rêber Apo di nava mercên dîlgirtinê yên Îmraliyê de got, komployên dîrokî nikarin pêşketinan bisekinînin, lê bi lez dikin û mînaka herî mezin a berxwedana zindanê nîşan da. Rêber Apo bi berxwedana zindanê ya 27 salan hîn xurt bû, mezin bû, veguherî rêberê azadiyê yê jinan û tevahiya mirovahiyê. Sed sala 21emîn bi îdeolojiya rizgariyê ya Rêbertî re wê bibe sedsala azadî û demokrasiya mirovahiyê. Di afirandina vê sedsalê de wê têkoşîna azadiya jinê roleke pêşengiyê bilîze.”

‘Komplo di astek girîng de vala hate derxistin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komplo di asteke girîng de hatiye pûçkirin, lê belê bi temamî nehatiye têkbirin û wiha hate domandin: “Ji xwe piştî Peymana Parîsê ya di 5ê Çileya 2026an de hate kirin, êrişa 6ê Çileyê dest pê kir, bû komploya duyemîn a navneteweyî. Li cografiya ku komploya navneteweyî ya 1998an lê destpê kir, komplo hate nûkirin û êrişê destpê kir. Çawa ku komploya 15ê Sibata 1999an di şexsê Rêber Apo de êrişa ji bo qirkirina Kurdan bû, êrişa ku di 6ê Çileyê de hate destpêkirin jî êrişek li ser paradîgmaya Rêber Apo, sîstema demokratîk û destketiyên afirandî ye. Di heman demê de êrişek ji bo sabotekirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Desthilatdariya demkî ya li Şamê û çeteyên ser bi wê ve bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewleta Tirk êriş birin ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û hewil dan sîstema demokratîk a ku bibe modela demokratîk a Rojhilata Navîn tasfiye bikin.”

‘Gelê Kurd komplo dît û rabû ser piyan’

Her wiha têkildarî raperîna gelê Kurd a li çar perçeyan û dîasporayê jî hate bi bîr xistin û ev xal hatin destnîşankirin: “Gelê Kurd dît ku ev komplo jî êrişek li ser hebûn, jiyana demokratîk û azad a Kurdan e, lewma li her cihî rabû ser piyan. Weke nerazîbûna sala 1999an a li hemberî Komployê, heman nerazîbûn di serhildanên xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê de jî hate nîşandan. Ev xwedîderketin di heman demê de xwedîderketina li paradîgmaya Rêber Apo û jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd e. Xwedîderketina li destketiyan e ku bi têkoşîna bi dehan salan li çar parçeyên Kurdistanê hatin afirandin. Hate dîtin ku êriş di şexsê Rojava de li hemberî tevahiya gelê Kurd û destketiyan e. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina hîn berfireh a sala 1999an a li Rêber Apo û PKKê bû. Êriaş li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê komployek li ser demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya gelê Kurd e. Em gelê xwe û hêzên demokrasiyê yên li her parçeyên Kurdistanê li hemberî vê komployê rabû ser piyan, pîroz dikin. Divê bê zanîn ku komplo dewam dike û bi vê têgihiştinê ev xwedîderketin bê dewamkirin û armanca komployê bi temamî bê têkbirin.”

Daxuyanî bi banga rabûna li dijî Komploya Navneteweyî û komployên nû hate kirin û ji tevahiya gelê Kurd hate xwestin ku bi tevlêbûna, “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re” têkoşîn bê mezinkirin.

 

 

 

 

 

 

Etîket: KCKKomploya Navneteweyî ya 15ê SibatêKurdistanpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne