• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê şahiyek bêhempa ya ‘Sersala Kurdî’ hat lidarxistin

Amed / AW

13 ÇILE 2025 - 08:01
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şaredariya Peyasê bi hevkariya saziyên çand û hunerê şahiyek bêhempa ya “Sersala Kurdî” li dar xist.

Şaredariya Navçeya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyon, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Şanoya Bajêr a Amedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist. Şahî li eywana ÇandAmedê pêk hat. Bi ser du hezarî re welatî beşdar bûn. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar, Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl tev li şahiyê bûn. Li eywanê coş û peroşa welatiyan hêjayî dîtinê bû û bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

‘Çand û zimanê me nexşerêya me ye’

Li eywanê cih nema û welatiyan li ser pêya li şahiyê temaşe kir. Ewilî axaftin hatin kirin. Pêşî Cîgirê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş axivî û diyar kir ku gelê Kurd di rojên dîrokî de derbas dibe û her sersal ji bo me vejînek nû ye, sala 2025an ji bo me wê destkeftiyên nû bi xwe re bîne. Yilmaz Guneş anî ziman ku di salên dawî de li ser çand û huner û zimanê Kurdî qirkirinek berfireh berdewam dike û got: “Çi dibe bila bibe û çi qedexe hebin bila hebe wê gelê me xwedî li çand, huner, ziman û hebûna xwe xwedî derkeve. Zimanê me nasnameya me û hebûna me ye. Em ê hemû qadên jiyanê ji bo zimanê xwe bikin qadên berxwedanê. Rêveberiyên me yên xwecihî rol û misyona wan sereke ew e ku çand û ziman ji xwe re wek nexşerêyek bibînin. Lê gelê me nexşerêya me diyar dike.”

Piştre hevşaredar Bêrîvan Sîncar jî axaftinek kurt kir.

Bi du axaftinan re bernameya hunerî dest pê kir. Ewilî skêça Şanoya Bajêr a Amedê derket ser dikê û skêça li ser wateya sersala Kurdî pêşkêş kir. Bi du re stranbêj Rûken derket ser dikû strî.

Piştî konsera Rûkenê, dîsa lîstîkvanên Şanoya Bajêr a Amedê bi skêça “Tîmarxane” derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî temaşevanan kirin. Piştre koma Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kosgeliyê kir û ji nav temaşevanan derketin ser dikê.

Herî dawî jî stranbêj Jehrmar derket ser dikê û stranên ji hev xweştir strî.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne