• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Her roj komkujî heye

Navenda Nûçeyan /AW

12 ÇILE 2025 - 12:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya 7emîn a DBPê de axivî û wiha got: “Heke pirsgirêkeke we hebe hûn çima hewl didin bi top, tifing, SÎHA û ÎHAyan çareser bikin? Hûn çima bi rêya diyalog, hevdîtin, axaftin û muzakereyan çareser nakin? Her roj şer, alozî û komkujî hene. Gelan bi hev nedin qirkirin.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê 7emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de diyar kir ku cîhan di nava guherîneke girîng de ye û êşa veguherînê dijî û wiha got: “Li Tirkiyeyê yên guherînê dixwazin hene. Li dijî vê guherîn û veguherînê şer û alozî jî heye. Nediyareke mezin heye. Her roj şer, alozî û komkujî hene. Gelan bi hev nedin qirkirin. DBP di refa berxwedêran de cih digire û em beşdarî kongreya wê bûne. Em tev li kongreya partiya xwe ya li dijî alozî û şer ji bo edalet, aştî û wekheviyê têdikoşe bûne. Heke zilm hebe, berxwedêr jî hene. Heke zext hebe, têkoşer hene.”

Tirkiye her roj êrîş dike

Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku pêwiste statûya gelê kurd hebe û wiha axivî: “Tirkiye hewl dide pêşî li statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. Her roj êriş dike. Bila bes sivîlan qetil bike. Bi vî awayî demokrasî nayê Sûriyeyê. Heke rejîmeke nû were avakirin ma bêyî Kurdan, Elewiyan, Xiristiyanan, Êzidiyan, Çerkesan, Erebên sekûler dibe? Heke wiha bibe em ê çawa jê re bibêjin rejîma nû? Ez bangî îktîdara Tirkiyeyê dikim; bihêlin bila gelên Sûriyeyê bixwe biryara pêşeroja xwe bidin. Çi karê we li wir e?”

‘Bajarê berxwedanê ye’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser berxwedana Kobanê û wiha berdewam kir: “Hêza herî mezin a piştre çûye Sûriyeyê hûn in. Gelê kurd bi sedsalaye li xaka Sûriyeyê dijî. Efrîn, bajarekî dîrokî yê Kurdan e, Kobanê bajarê berxwedanê ye. Li Qamişloyê ereb, kurd û gelên din bi hev re dijîn. Lê tevî aloziyan jî şerê hev nakin û bi xwişk-biratî dijîn. Heke li wir pirsgirêka ewlehiyê hebe, wê demê li vir çi heye? Girtîgeh hatine tijekirin, li her kesê devê xwe vedike doz tên vekirin. Xelk bifikar e. Li welatekî wiha pirsgirêka ewlehiyê, demokrasiyê û azadiyê heye. Di nava vê krîza Rojhilata Navîn de we kengî dîtiye li Rojava jineke Ereb hatiye tacîzkirin an jî mudaxileyî jiyana wê hatiye kirin? We kengî dîtiye rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zirar daye mal û canê Ereb, Çerkez, Tirkmen an jî kesên din? Di van 11 salan de we kengî dîtiye kevirek hatiye avêtin? Lê gelên Tirkiyeyê dixapînin. Qaşo meseleya ewlehiyê ye. Meseleya ewlehiyê ya esasî, zîhniyeta we ya Kurdan tune dihesibîne ye. Vaye birêz Ocalan bi şandeya me re hevdîtin kir, dema guherîna vê zîhniyetê ye.

Bi SÎHA û ÎHAyan pirsgirêk çareser nabe

Tuncer Bakirhan bang li rayedarên Tirkiyeyê kir û xwest dest ji dijminantiya kurdan berdin û wiha pêde çû: “Kurd dijminên we nînin. Dev ji vê dijminatiyê berdin. Kurd pirsgirêka ewlehiyê nînin. Roja wê hatiye ku hûn ji vê xeletiya xwe vegerin. “Heke pirsgirêkeke we hebe hûn çima hewl didin bi top, tifing, SÎHA û ÎHA’yan çareser bikin? Hûn çima bi rêya diyalog, hevdîtin, axaftin û muzakereyan çareser nakin? Herin hevdîtin bikin, biaxivin. Ji kerema xwe bila wezîrên we biçin wê derê. Bila di cih de bibînin ka pirsgirêka ewlehiyê ye yan na. Kurd û gelên li wir çi dixwazin? Lewma banga me ji bo îktîdarê ew e ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtinan, muzakereyan bike û daxwazên wan di cih de lêkolîn bike.”

Abdullah Ocalan 30 salin xwedî heman seknê ye

Ji 1’ê Cotmehê ve pêvajoyek heye. Pêvajo bi hevdîtina şandeya me ya bi birêz Ocalan re didome. Birêz Ocalan peyamên girîng da. Hûn li çendek şîrovekarên bipere yên dezgehên medyayê yên Tirkiyeyê nenihêrin. Ew tiştên din dibêjin. Birêz Oalan di sala 94’an de çi gotibe niha xwedî heman seknê ye. Çareseriyeke demokatîk, komareke demokratîk, destûreke bingehîn a Kurd jî li Tirkiyeyê xwedî heman mafan û pêkvejiyanê dixwaze. Dibêje jiyaneke wekhev. Lê ev îktîdar dibêje çi? Bahçelî diaxive. Birêz Edogan çi dibêje? Li Amedê çendek tişt got. Em pir zelal in û me îrade nîşan daye. Banga min ji bo îktîdarê ye; hûn çi dibêjin? Vaye ji gel re bibêjin ka hûn bi demokrasiyê re ne yan bi şer û tundiyê re ne? Gelo hûn li gel demokratîkbûna Tirkiyeyê û naskirina mafên gelê Kurd in?”

Şandeyê peyama Abdullah Ocalan parve kir

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser hewldanên şandeya DEM Partiyê û wiha bi dawî kir :”Şandeya me çû serdana hemû partiyan û spasiya wan partiyan û derdorên civakî dikim. Şandeyê peyamên birêz Abdullah Ocalan yekser bi wan re parve kir. Em ê vê pêvajoyê jinêzve bişopînin. Bawer bikin ku rizgariya Tirkiyeyê muzakereyên demokratîk e. Aştî ye, çareseriya demokratîk e.Demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Di vê mijarê de muxalefet jî seknekî baş nîşan dide. Ez qala nêçîrvanên dengan nakim. Tu qîmeta wan nîne. Şûr nîşan didin, dê bibêjî qey gel dê stûyê xwe dirêjî ber şûrê wî bike. Hele li vî nîjadperest û faşîstî binêre. Ev çi welate ku em dibêjin aştî û demokrasî doz li me tên vekirin lê kesekê banga qetilkirina 25 milyon insanan bi şûr dike bi rehetî digere. Ma hiqûqeke wiha cihêkar dibe? Bi ço li destê kesê daxwaza aştiyê dikin didin û digirin lê faşîstê ku gefa qirkirinê dike û nîjadperestiyê dike tenê temaşe dikin. Wiha nabe.”

Etîket: Abdullah OcalanTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

Tuncer Bakirhan: Qanûna yekem e ku Kurd tev li hiqûqê dibin

10 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne