• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê bi bîr anî

Navenda Nûçeyan /AW

6 SIBAT 2026 - 12:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê bi bîr anî û û wiha got: “Em êşên gel parve dikin û bi civakê re di nava piştevaniyê de ne.”

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê got bi boneya salvegera erdheja Mereşê bi daxuyaniyekê qurbaniyên ku di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Li ser erdheja 6ê Sibatê ku bû sedema wêranî û êşek mezin û windabûna bi deh hezaran mirovan, 3 sal derbas bûn. Beriya her tiştî, em sersaxiyê ji bo kesên ku di erdhejê de xizmên xwe winda kirine dixwazin. Her wiha em ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin û diyar dikin ku em heman êşa mezin parve dikin.”

KCKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êş û elemên bi erdhejê hatine kişandin û wiha got: “Tevî ku li ser erdhejê 3 sal derbas bûne jî, mixabin birînên erdhejê hê nehatine pêçandin û êşa wê zindî ye. Mixabin reyadarên esasî yên ku divê vê êşa giran bipêçin û wezîfeyên xwe pêk bînin, ne ketin tevgerê. Ji bo sivikkirina êşa gel, ji holê rakirina zirarê û pêşî li dubarebûna heman rewşê girtin, plan û projeyên pêwîst pêş naxin. Plan û projeyên ku hatine pêş xistin jî armanca wan ne sivikkirina êşên gel û çareseriye, berevajî bi armanca qezenckirinê hatiye kirin. Ev yek jî hem êşa gel û hem jî mexdûriyeta wê zêdetir dike. Jixwe ev zîhniyeta rantê yê mêtinger sedema sereke ya wêranî û êşa mezin e.”

‘Rayedar li gor rantê tevgeriyan’

Di berdewama daxuyaniya xwe de KCKê anî ziman ku divê ji bo çêkirina avahiyan erdnîgarî û pêdiviyên civakê berçav werin girtin û ev tişt hatin gotin: “Ger avabûn li gorî taybetmendiyên erdnîgariyê bihata pêşxistin, ne li gorî mêtingerî, rant û qezencê ba, ewqas êş û wêranî çênedibû. Helbet ev rewş di berpirsyariya rayedarên welêt de ye. Bi erdheja 6ê Sibatê re derket holê ku berpirsyarî nehatiye bicihanîn û rayedarên welêt li gorî berjewendiya civakê tevnegeriya ye.”

‘Tevbîr dikarin pêşî li êşên mezin bigirin’

KCKê di daxuyaniya xwe de li ser girîngiya tedbîrên dikarin pêşî li mirin û hilweşînan bigirin sekinî û wiha pê de çû: “Karesatên xwezayî bi pêş xistina tedbîran re, dikare pêşî li mirin û êşên mezin bê girtin. Hatiye îsbatkirin ku ger tedbîrên baş bên girtin, mirov dikare rê li ber windahiyan bigire. Lê mixabin ji ber ku tedbîr nehatin girtin û li şûna pêş xistina avabûnên bi ewle li gorî rant û qezencê tevger çêbûye. Ji ber keraseta xwezayî gel neçar mane êşên mezin bijîn. Erdheja 6 Sibatê bû mînaka vê ya herî mezin.”

‘Hevgirtin pêşî li êşên mezintir girt’

Di dawiya daxuyaniyê de KCKê diyar kir hevgirtina derketiye li holê û wiha derbirî: “Hevgirtina gel a ku di dema erdheja 6 Sibatê de pêş ket, rê li ber êşên mezintir girt. Ev ji bo rêxistinbûyîna demokratîk û xwerêvebirinê bûye tecrûbeyek girîng. Pêşxistin û dewam kirine vê hevgirtinê û mayîndekirina wê bi rêya saziyên demokratîk, hewcedariya herî girîng a civakê ye.”

Careke din, em erdheja 6’ê Sibatê bi bîr tînin, diyar dikin ku em êşa gel parve dikin û bi civakê re di nava hevgirtinê de ne.”

Etîket: Daxuyanîya 6ê SibatêKCK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne