• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sê salên erdheja 6ê Sibatê: Polîtîkayên AKPê jiyana bi milyonan hilweşand

Lezgîn Akdenîz / AW

6 SIBAT 2026 - 09:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sê sal di ser erdhejên Mereşê re derbas bûn, lê birîn hin jî nehatine kewandin. Erdhejê bajaran hilweşand lê polîtîkayên rantê jiyana mexdûran hilweşand. Bi hezaran mirov di navbera konteynirên teng û polîtîkayên rantê de li benda mafên xwe ne.

Îro sê sal di ser erdhejên Mereşê re derbas bûn ku di 6ê Sibata 2023yan de 11 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hejandin. Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî, li herêmên erdhejê tabloya ku derdikeve pêş bêtir sozên nehatine cih û mexdûriyeteke kûr e.

Sozên desthilata AKPê û rastiya li qadê

Serokê AKPê Tayyip Erdogan piştî erdhejê soz dabû ku dê di salekê de 650 hezar xanî radestî welatiyan bikin. Lê îro piştî sê salan, nîvê van xaniyan jî nehatine qedandin. Li Mereş, Semsûr, Hatay û li bajarên din pirsgirêka herî mezin stargeh e. Bi hezaran malbat hîn jî di nava konteynirên teng de, di navbera sermaya zivistanê û germahiya havînê de li ber xwe didin. Alîkariyên kirê hatin birîn. Esnaf dikanên xwe digirin û aboriya herêmê ber bi hilweşînê ve diçe.

Mexdûran deyndar derxistin

Soza xaniyên belaş piştî hilbijartinê pûç derket. Welatiyên ku malên wan xera bûne, neçar hatin hiştin ku ji bo malên nû peymanên 20 salan bi TOKÎyê re îmze bikin. Soza xaniyên belaş a dema hilbijartinê veguherî deynên giran. Hat diyarkirin ku îhaleyên avakirinê bêtir dane fîrmayên nêzî desthilatê, ev yek jî bû sedema vê mexdûriyeta giran.

Ranta li ser kavilan

Hatay, bajarê ku di 6ê Sibatê de herî zêde wêranî lê çêbû, îro bi krîzeke nû re rû bi rû ye. Raporên Baroyan bi taybetî Baroya Hatay û Semsûrê rastiyeke tal derdixin holê. Dewletê bi qanûna “Qada Rezerv” dest danî ser tapû û milkên welatiyan. Bi biryara Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, gelek taxên navenda Entakyayê wek “herêma rezerv” hatin ragihandin. Ev tê wê wateyê ku dewlet dikare dest deyne ser tapuyên welatiyan. Li Hatayê ne tenê xanî, bîra bajêr û nasnameya wê ya pirçandî jî di bin xetereyê de ye. Welatî ditirsin ku piştî avakirinê, ew nikaribin li taxên xwe yên kevin vegerin û li şûna wan kesên dewlemend werin bicihkirin.

Berpirsiyar nehatin darizandin

Di warê huquqî de jî bêcezatiyê serê xwe hildaye, gelek muteahîdên hatibûn girtin hatin berdan û tu rayedarên dewletê îstifa nekir an jî nehatin darizandin. Tevî sê salan jî edalet tenê li ser milê çend muteahîdan hat hiştin û doza edaletê di bin xirbeyan de ma.

Windayî nehatin dîtin

Bi sedan zarok û mezin hên jî nehatine dîtin. Dewlet di derbarê van kesan de agahiyên zelal nade malbatan. Tevî daxuyaniyên wezîran ên nakok gelek malbat hîn jî li dû şopa zarok û mirovên xwe yên windayî ne. Lê bele desthilata AKPê li hemberî vê daxwazê bêdeng e.

Tabloya tarî û rastiya tahl

Di 6ê Sibata 2023yan de jiyana bi milyonan mirovî serûbin bû. Tabloya sê salan de bi hezarên mirî, malbatên bêmal û polîtîkayên ku li şûna jiyanê, rantê diparêzin. Li şûna nûjenkirina bajaran, polîtîkayên ku berîka mûteahîdan tije dikin derketin pêş. Welatî di navbera xizanî, bêstargehî û bêedaletiyê de jiyana wan hin dijwartir bû. Li bajarên erdhejê birîn hên jî nekewîne. Polîtîkayên şaş, îhaleyên ku ji nêzî desthilatê re hatin dayîn û bêdengiya hiqûqî birînên 11 bajaran kûrtir kirin.

 

 

 

 

 

Etîket: ErdhejErdheja 6ê SibatêErdheja Mereşê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

19 ÎLON 2026
Li Endonezyayê bi pile 7.7 erd hejiya: Herî kêm 20 kes mirin

Li Endonezyayê bi pile 7.7 erd hejiya: Herî kêm 20 kes mirin

15 TEBAX 2026
Bîlançoya erdheja Kolombiyayê: 265 mirî, 496 winda

Bîlançoya erdheja Kolombiyayê: 265 mirî, 496 winda

13 TEBAX 2026
Bîlançoya erdheja li Kolombiyayê: 132 kes mirin

Bîlançoya erdheja li Kolombiyayê: 132 kes mirin

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne