• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê cara 1033an edalet xwestin

Navenda Nûçeyan /AW

11 ÇILE 2025 - 17:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1033an de kom bûn û ji bo 11 kesên li navçeya Basanê hatin kuştin edalet xwestin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di bin çavan de hatin kuştin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev, bi qurnefîl û wêneyên windayên xwe yên di çalakiya vê hefteyê de jî li qadê kom bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan, Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn û Seroka Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Gulseren Yolerî beşdar bû de, ji bo 11 kesên 29 sal berê li Basa ya Şirnexê hatin kuştin, “edalet” xwestin.
Nûnera ÎHDê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û wiha got: “Dewlet neçar e binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên li hemberî kesan ku di bin parastina wê de tên kirin lêkolîn bike, rastiyan eşkere bike û edaletê pêk bîne.” Sevîl Turgut, da zanîn ku li Tirkiyeyê dewlet vê erka xwe pêk neaniye û hewldana malbatan a ji bo eşkerekirina heqîqetê jî hatiye astengkirin, Sevîl Turgut bi bîr xist ku di 15ê Çileya 1996an de li navçeya Basan a Şirnexê 11 kesên hatin binçavkirin di wesayitekê de hatin gulebarankirin hatine cem hev.

Sevîl Turgut kîteyên bûyerê wiha vegot: “Li gorî rapora Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re ku di qeydên dewletê de jî cih girtiye, di navbera 10-12ê Çileya 1996an de leşkeran bi ser gundê Çevrimli û Yatagan ên navçeya Basana Şirnexê de girtin. Di serdegirtinê de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç ji malên xwe hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonak. 6 gundiyên ku li vir rastî îşkenceyên giran hatin, li tabûra cendirmeyan hatin kuştin.”

Sevîl Turgut, da zanîn ku di 15ê Çileya 1996an de ji cendirmeyan bang li keyayê gundê Koçyurdu û cerdevan Mehmet Oner kirine û wiha dewam kir: “Cendirmeyan gotine ku em ê kesên hatine binçavkirin serbest berdin û ew munubusekê dixwazin. Mehmet Öner ji rewşê dikeve şikê û ajokar bi tenê neşand û cerdevanên Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemîr bi xwe re birin û bi mînîbusa ku Ramazan Nas diajot çû Tabûra Cendirmeyan a Taşkonak.

Leşkerên ku di tabûrê de tenê li benda mînîbusê û ajokar bûn, ji bo şahid nehêlin cerdevan jî qetil kirin. Cenazeyên 6 gundiyên ku berê hatibûn kuştin bi tevahî 10 kes bi kursiyên mînîbusê ve hatin girêdan û çenteyên wan danîn ser serê wan. Mînîbusa ku di bin kontrola cendirmeyan de derketibû rê, li nuqteyeke ji aliyê leşkeran ve hat girtin hat rawestandin. Piştî ku leşkerên di mînîbusê de ji wesayitê derketin, mînîbus pêşî hat gulebarankirin û piştre jî bi roketan hat şewitandin. Ajokar Ramazan Nas ê ku xwest bireve jî bi guleyan hat kuştin. Cenazeyên ku radestî malbatan nehatin kirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî komî hatin definkirin.

Sevîl Turgut diyar kir ku di tiştên ku qewimîn de gelek hêmanên nakok hene û wiha got: “Gelek rewşên nakok hebûn, wek cerdevanên çekdar ên di mînîbusê de bersiv nedan guleya li ser wan hat barandin, ji bilî ajokar tu kesî hewl neda bireve. wesayitên bi mînîbusa ku zirareke mezin danê yên cendirmeyan , zirar nedîtin.”

Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re bi şik nêzî daxuyaniyên fermî bûn û çûn cihê bûyerê û di bin ronahiya agahî û belgeyên ku bi dest xistin de gotin, “Hêzên dewletê ev komkujî pêk anîn.” Bi rapora ku amade kirin serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte û Serfermandariya Giştî dan. Lêbelê, hemî hewldan bi ser neketin.”

Sevîl Turgut bi bîr xist ku di doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat dîtin de ji ber ku Tirkiye erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor pêk neaniye û binpêkirina mafên malbatan hatiye mehkûmkirin û wiha got: Wezîrê Dewletê yê wê demê Adnan Ekmen got, Bûyer Dema lêkolîn kirine, derketiye holê ku dewlet li pişt wê ye. Komkujiya Basanê ya ku bi gotina “Karê JÎTEMê bû, me nedikarî em bêjin” derket pêş, sûc e. Erka dewletê ye ku zirxên bêcezakirina sûcdaran rake û civakê bi zelalî agahdar bike. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo 11 kesên li Basanê hatin kuştin edaletê bixwazin û bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Piştî daxuyaniyê xizma windayan Emîne Erbek axivî û diyar kir ku ew 29 sal in li edaletê digerin û wiha got: “29 sal in ez têdikoşim lê edalet tune ye. Em şer naxwazin, tenê daxwaza me ew e ku edalet pêk were û berpirsyar bên cezakirin. Bi şer çareserî nabe. Ji bo bidawîkirina şer bi salan e em têdikoşin. Êdî bes e em şer naxwazin.”

Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Basanê hatin kuştin li Qada Galatasarayê qurnefîl danîn û çalakî bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne