• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Berxwedana Serok Apo û gelê me peyman da îmzekirin’

Gulîzar Turkoz - Esra Polat /AW

1 SIBAT 2026 - 10:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê Komeleya Wejekarên Kurd Ahmet Tamîr û Helbestvan-Rojnamevan Mahmût Gulêcan, derbarê geşedanên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin û gotin: “Berxwedana Serok Apo û gelê me peyman da îmzekirin.”

 

Çeteyên girêdayî HTŞ, DAIŞ, SMO û Tirkiyeyê bi awayeke hevpar êrişî Rojava kirin. Di encama êrişan de li çar aliyê Kurdistan û cîhanê gelê Kurd û dostên wan rabûn ser pêyan û bertek nîşanî êrişan dan. Di encama van bertekan de di 29ê Çileyê navbera HSDê û Hikûmeta Şamê de peyman hat îmzekirin.

Endamên Komeleya Wêjekarên Kurd nivîskar Ahmet Tamîr û helbestwan û Rojnameger Mahmût Gulêcan ser girîngiya avakirina yekitiya Kurd û peyama di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de ji ajansa me re axivîn.

“Dek û dolab didomin”

Ahmet Tamîr, di axaftina xwe de bal kişand paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Berxwedan û nerazîbûna gelê Kurd nîşanî me da. Em çiqas berxwedêr bin, em çiqas li dijî dek û dolabên li pêşiya yekîtiyê hişyar bin, em ê ewqas jî lîstikên li hemberî xwe vala derxînin. Ev jî nîşan dide ku ev peymana hatiye îmzekirin bi saya berxwedana pergala Serok Apo û bi berxwedana gelê me yê Rojava ye.”

‘Rojava bêrûmetiyê qebûl nekir’

Di berdewama axaftina xwe de Ahmet Tamîr bî bîr xist ku êrişên li Rojava piştî civîna Başûr dest pê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civîna Başûr jî xwe dispêre wê xalê. Dixwestin em bibin leşkerê wan ê bipere û di heman demê de li hemberî wan çeteyan jî şer bikin. Yanî xwestin me wekî amûr bi kar bînin. Lê pergala me vê yekê qebûl nekir. Me vê bêrûmetiyê ne ji bo xwe, ne ji bo gelê xwe û ne jî ji bo pergala xwe qebûl nekir. Di heman demê de me biryara berxwedanê da. Îro jî em hatine vê merheleyê.”

Ahmet Tamîr destnîşan kir ku Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî, dikarin planên qirêj pûç bikin û got: “Em çiqas li ser pêyan bin, em çiqas xurt bin, wekî wejekar jî divê em ewqas bideng bin em ê van dek û dolabên ku îro li serê Kurdan tên gerandin, derxînin valahiyê. Bes divê em di hêla netewbûnê de bibin yek, xurt bibin. Divê em hemû qelsî, nakokî û berjewendiyên xwe yên kesane giş bidin aliyekî.”

Peyman deskeftinek e

Helbestvan Mahmût Gulêcan jî anî zima ku mafên Kurdan sed sal in hatine binpêkirin. Mahmût Gulêcan da zanîn ku peymana di navbera HSDê û Hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin ji bo destkeftiyên Kurdan girîng e û wiha got: “Siyaseta Kurd di wir de piştgiriyê dide vê peymanê. Îro jî min gelek siyasetmedarên Kurd, pêşengên Kurd xwendin, guhdar kirin; vê peymanê neyînî nabînin.Ez bi xwe jî peymaneke erênî dibînim. Bêguman di nava şerekî de, herî pêşî pêwîstî bi aştiyê heye, aştiya naxweyî. Ji ber wê, peymana hatiye îmzekirin, di navneteweyî de serkeftineke Kurdan e. Kurdan bi xwîna xwe, bi canê xwe vê peymanê dan îmzekirin, qezenc kirin. Bi encama berxwedana xwe vê peymanê îmze kirin.”

‘Ev sînoran, sînorên sunî ne’

Mahmût Gulêcan herî dawî bal kişand li ser sînorên ku li çar aliyê Kurdistanê hatine avakirin û wiha got: “Kurd, dê li welatê xwe de çawa di dil û mêjî de bibin yek. Pêşî divê em wê zelal bikin. Rast e, welatê me çar parçe kirine. Hatiye çarparçekirin, sînor hatine danîn. Ev sînor, sînorên çêkirî ne. Lê Rojavay tiştekî baş nîşanî me da. Gava em Kurd bixwazin, aqilê me û dilê me yek e. Ev ji bo me girîng e. Bêguman kêmasiyên me hene, divê em van kêmasiyan nîqaş bikin.”

 

Etîket: Helbestvan Mahmût GulêcanNivîskar Ahmet Tamîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne