• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk peymana HSDê û Hikûmeta Demkî bi kêfxweşî pêşwazî kir

Amed / AW

30 ÇILE 2026 - 17:54
Kategorî: MANŞET
A A
Li Amedê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li derheqê xebatên Yekitiya Neteweyî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û li ser serkeftina Rojava ev tişt hat gotin: “Em lihevkirina HSD û Hikumeta Demkî ya Şamê wekî gaveke erênî pêşwazî dikin.”

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li avahiya Partiya Komunîst a Kurdîstanê(KKP) ya di semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de li derheqê xebatên Yekîtiya Neteweyî daxuyaniya çapemeniya hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevserokê KKPê Sînan ÇîftYurek û endamên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê endamên Înîsiyatîfê Yekîtiya Demokratîk civîna ji çapemeniyê re girtî pêk anîn û paşê encamname hate aşkerekirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît encamname xwend.

‘Kurd, ne Kurdên berê ne’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ani ziman ku li Sûriyeyê êrîşên ku di 6ê Çileyê de li taxên Kurd ên Helebê hatin destpêkirin, li seranserê Rojava didomin û Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye û ev tişt gotin: “Ji ber êrîşên çeteyan ku bi Hikumeta Demkî ya Şamê girêdayî ne, sed hezaran kes ji war û malên xwe koçber bûn, ji wan hin kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi awayekî zelal tê dîtin ku li ser erdnigariya Sûriyeyê destkeftî û hebûna Kurdan di bin xetereyeke cidî de ye. Tevî ragihandina agirbestê, êrîş hê jî ranewestiyane û dorpêça li ser Kobanê roj bi roj giran dibe. Ji ber vê ye ku di serî de li çar parçe Kurdistanê, li seranserê cîhanê gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li qadan e. Lewre gelê Kurd dibîne ku li hemberî hebûna Kurd li Rojhilata Navîn cardin tifaqeke navneteweyî hatiye avakirin û tê armanckirin ku cardin Kurd bêstatu werin hiştin. Lê em jî cardin dixwazin bi bîr bixin ku ne şert û mercên îro em têde ne, yên berê ne, ne jî Kurd Kurdên berê ne.”

‘Her gavên yekîtiyê pîroz in’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berdewama axaftina xwe de diyar ki ku xebatên geşkirinê yên ji bo yekîtî û piştevaniya neteweyî bênavber didomin û wiha bilêv kir: “Li ku û ji aliyê kê ve dibe bila bibe, em her gavên ji bo yekîtiyê tên avêtin wekî gavên pîroz pêşwazî dikin û her Kurdên yekîtîxwaz bi rêzdarî silav dikin. Em jî di vê çarçoveyê de wekî sazî û partiyên sîyasî hemû cudahiyên xwe didin aliyekî û ji bo hêviya yekîtiyê ya gelê xwe xurttir bikin, li hev civiyan. Aşkereye ku xebatên dîplomasiya naxwayî ya ji bo kongreya neteweyî êdî li ser her fraksiyonên Kurd ferz e. Lewre em dizanin ku hêviya me ya azadiyê dê bi yekîtiyê xurttir bibe û ancax ev helwesta yekîtiyê dê ji Rojava re bibe bêhna azadiyê. Banga me di serî de li gelê me yê rûmetdar e ku di van rojên dijwar de ji hev re bibin stare. Lewre neteweyek ancax bi desthevgirtinê û bi piştevaniyê dikarê polîtîkayên tunekirinê û dorpêçê têk bibe. Îro her deng, her alîkarî, her meş, her dua, her hîs û raman ji bo gelê me yê Rojava dê bibe hêvî û moral.”

‘Tevgerên desthilata AKPê ya li dijî Rojava jî nayê qebûlkirin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku ew bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê jî dikin ku li hemberî qeyrana mirovî ya li Rojava bila xemsar nebin û rola xwe ya exlaqî û însanî bînin cih û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa xemsariya Hikumeta AKPê ya li dijî Rojava jî nayê qebûlkirin. Ji bo alîkariyên mirovî derbasî Kobanê bibin, divê demildest deriyê Murşîtpınarê were vekirin. Lewre Kurdên li Rojava, bi Kurdên li Tirkiyeyê re tenê ne yek netewe ne, rasterast xwişk û bira ne.Van rojên dijwar, bêguman ji bo gelê Kurd û dostên xwe yên dilsoz rojên dîrokî ne. Tenê ne gelê Kurd, dê wijdana mirovahî jî bibe şahid ku îro kê çi kir û kê çi nekir. Em lihevkirina HSD û Hikumeta Demkî ya Şamê wekî gaveke erênî pêşwazî dikin.”

‘Rojava ezmûna wijdanî ya hemû mirovahiyê ye’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser navê Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk sê xalên girîng parve kir, xal wiha ne:

“Yek; em wekî her sazî û partiyên Kurd ên li Ewropayê, lê Sibatê wekî Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê radigihînin û bang dikin ku dengê Rojava bi dinyayê bidin bihîstin.

Du; wekî her netewe, mafê gelê Kurd ê rewa ye ku êdî xwediyê statuyeke fermî be. Ji ber vê, em bang dikin ku demildest statuya Rojava were naskirin.

Sê; Li hemberî êrîşên hovane yên çeteyan li Sûriyeyê, mafê gelê Rojava heye ku xwe biparêze. Lewre xweparastin mafekî rewa ye.

Rojava ne tenê ye, Rojava xeta sor a gelê Kurd e; di heman demê de ezmûna exlaqî û wijdanî ya hemû mirovahiyê ye.”

Etîket: AmedHSDînîsiyatîfYekîtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne