• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojê 3-4 caran li odeya wî lêgerînê dikin

Firat Tûnç / AW

11 ÇILE 2025 - 08:54
Kategorî: DARAZ
A A
Wan – Emre Can Demîr ku di 5ê kanûna 2024an de sirgûnî Girtigeha tîpa S a Kavakê ya Samsûnê kirin, rojê 3-4 caran gardiyan bi ser odeya wî de digirin û lêgerînê dikin. Emre Can demîr anî ziman ku her tim rastî tacizkirina devkî tê.

Emre Can Demîr di 8ê Kanûna 2016an de hat girtin. Dadgehê ji doza li Emre Can Demîr hat vekirin, 50 caran cezayê muebetê lê birî. Emre Can Demîr piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Piştî demekê sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê kirin. Herî dawî di 5ê Kanûna 2024an de sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê kirin. Emre Can Demîr dema Sirgûnî Girtigeha Tîpa H a Eskîşehirê kirin, li wê girtîgehê girtiyên siyasi tune bûn û ew li korîdora ku girtiyên edlî lê dimîne bi cih kirin û li vê korîdorê her tim rastî gef û heqaretan hat. Ji ber ku li vê girtîgehê girtiyên siyasî tune bûn, Emre Can Demîr nikarîbû bi girtiyan re derkeve û nikare ji mafê xwe yê civakî sûdê bigire. Emre Can Demîr her tim di şertê tecrîdê de ma. Dema li Girtîgeha Tipa H a Eskîşehîrê ma ji bo wî sewqî girtîgeheke din bike, her tim serlêdan kir. Lê serlêdanên wî her tim hatin redkirin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘Tenê Wezareta Dadê dikare pirsgirêka te çareser bike’ daxwazên wî heta Kanûnê qebûl kir. Emre Can Demîr piştî ew di 5ê Kanûna 2024an de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê kirin dîsa zext û tundiya li ser wî berdewam kir. Emre Can Demîr bi rêya malbatê der barê rewşa xwe de agahî parve kirin û anî ziman ku rastî tundî û gefan tê.

‘Girtiyên edlî gefan li wî dixwin’

Emre Can Demîr di hevdîtina bi malbatê de agahî da û diyar kir ku dema ew sewqî girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê kirin di lêgerîna tazî re derbas kirin û wiha got: “Min lêgrîna tazî qebûl nekir. Ji ber vê yekê li min doz vekirin.” Emre Can Demîr anî ziman ku her rojê 3-4 caran bi ser odeya wî de digirin û lêgerîn dikin û ev agahî bi malbatê re parve kirin: “Min di korîdora girtiyên edlî de digirin. Her tim rastî tacizkirina devkî û gefan têm. Ji bo min bibin nava girtiyên siyasî min gelek caran daxwazname dan. Lê daxwaza min red dikin. Min tu carî ev rewş qebûl nekir û ez qebûl jî nakim. Heke ev zor û zextên girtigehê de pêk tên dawî nebin, ez ê bi dest greva birçîbûnê bikim û divê hemû kes li dijî wan polîtîkan dengê xwe bilind bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne