• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Silopiyayê astengkirina cenazeyên rojnamevanan hate şermezarkirin

Şirnex / AW

9 ÇILE 2025 - 15:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Li navçeya Silopiyayê li dijî astengkirina şandeya ku malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di nav de li Deriyê Sînor ê Xabûrê çalakiya meşê hat li darxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan ku di daxuyaniyê de axivî destnîşan kir ku heta ew cenazeyan wergirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Şandeya ku malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di nav de û ji Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, endamên OHDê, MEBYA-DERê û DFGê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên bi êrişa SÎHAyê ya dewleta tirk hatin qetilkirin werbigirin xwestin derbasî Herêma Kurdistana Federe bibin. Lê şandê bi hincetên cuda 3 rojan li deriyê sînorê Xabûrê hate sekinandin. Piştî 3 rojan şandê ji deriyê sînor vegeriya.

Şande li dijî sekinandina wan a li Deriyê Sînor ê Xabûrê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê daxuyanî da. Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî li ser bûn û li ser “Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin” dinivîsî hilgirtin. Girse ji Kolana Hunerê ya Silopiyayê heta ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bi diruşmên, “Şehîd namirin”, “Nazim Cîhan rûmeta me ne”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e”, “Jin jiyan azadî” heta ber deriyê avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Silopiyayê meşiya. Li ber deriyê avahiya navçeyê daxuyanî hat dayin.

‘Em pênûs û lênûska wan erdê nahelin’

Di destpêkê de Hevserokê DFGê Selman Çiçek axivî. Selman Çiçek ku bal kişand ser astengkirina şandeyê ya li Dêriyê Sînor ê Xabûrê, bi lêv kir ku bi wê pêkanînê îşkence li cenazeyan hatiyê kirin û wiha got: “Şande bi awayekî keyfî hat asteng kirin. Hinceta sîstem tune ye nîşan didin lê dema mijar Kurd be sîstem tune ye. Weke ku Cîhan û Nazim dev ji têkoşîna ragihandina heqîqetê bernedan em jî dev jê bernadin. Li Rojava qirkirinek heye. Hevalên me ji ber ku ew qirkirin nivisandin hatin hedef girtin û qetil kirin. Em soz didin hevalên xwe ku em ê têkoşîna wan bilind bikin. Em pênûs û lênûska wan erdê nahelin. Em dibêjin çapemeniya azad civaka azad e.”

‘Ji bo cenazeyên wan bînin û teslîmî malbatan bikin çi ji destê me were em ê bikin’

Pişt re jî Kamûran Tanhan axivî. Kamûran Tanhan jî anî ziman ku ew bi awayekî keyfî li deriyê sînor hatinê sekinandin û got ku heta ew cenazeyên rojnamegeran wernegirin dê têbikoşin. Kamûran Tanhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li Deriyê Sînor ê Xabûrê 3 rojan dan sekinandin. Hemû pîvanên mirovahiyê li wir hatin binpêkirin. Digotin sistema me xirab bûye lê em dizanin a ku xirab bûye ne ew sîstem e wijdan û hiqûqa wan xirab bûye. Bi hincetên cuda cuda astengiyan derdixînin. Heke bixwesta wê cenaze li deriyê Qamişloyê teslîmî malbatan bikira. Definkirina cenaze mafeki xwezayî ye. Lê ew maf tê astengkirin. Dewleta ku dibêje ez bi hêz im li Xabûrê hilweşiya bû. Nêhiştin em derbasî Başûr bibin. Ji çi ditirsiyan û çi vêdişerin? Hûn li Rojava çi dikin. Wan rojnamegeran çi kişandibûn ku hûn tirsiyan. Em dizanin hûn ji çi ditirsin. Hûn qirkirina gelê Kurd tirsiyan. Em jî li vir dibêjin em ê têkoşîna wan bilind bikin. Ji bo cenazeyên wan binin û teslîmî malbatan bikin çi ji destê me were em ê bikin. Pekanînên li Xabûrê hatin kirin ne exlaqî, ne wijdanî û ne jî hiqûqî bûn. Gotin em ê we derbas bikin lê ji soza xwe vegeriyan. Lê bila bizanin Em jî mafê xwe yê heq bi paş ve gav naavejin. Bila li dîrokê binêrin Kurd kî ne. Bila dîroka Çapemeniya Azad binêrin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: cenazeyên rojnamevananCîhan BîlginKamûran TanhanmalbatNazim DaştanşandeSîlopiya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Werîşe Muradî: Jin, Jîyan, Azadî ravurnê manîfestoyê azadîye

Werîşe Muradî carek din hat cezakirin

15 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

30 HEZÎRAN 2026
Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

24 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

15 HEZÎRAN 2026
Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026
Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne