• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÇILE 2025 - 13:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku bi daxuyaniyên derew û manîpulatîf ên têkildarî Abdullah Ocalan tê armanckirin ku hewldana çareserî û aştiyê vala were derxistin û bang kirin ku herkes ji bo avakirina bingeheke demokratîk kedê bide.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî helwestên derew û bêhurmet ên li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di vê demê de em hemû bi hev re dibînin ku muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan ji bo avakirina jiyaneke hevpar demokratîk, azad û wekhev hewl dide bi rola xwe ya dîrokî rabe. Li hemberî dijberî û hewldanên neçareserkirina pirsgirêka Kurd, ew di nava şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têkoşîneke bê eman dimeşîne.

Di demeke bi vî rengî ya dîrokî û hesas de li şûna ku nêzîkatiya exlaqî ya ji bo tevkariya li çareseriya demokratîk bê nîşandan, em dibînin ku li hemberî Birêz Ocalan bi rengekî derewîn, manîpulatîf û dûrî ji hezkirin û hurmetê nêzîkatî têne nîşandan. Em zanin ku li qenalên televîzyonê û medya dîjîtal nîqaşên di vê astê de bi navê fêhmkirina pêvajoyê têne meşandin xwedî pirsgirêka zîhniyet û dûrî exlaqê ne, ji bo têkbirina hewldana aştî û çareseriyê ye. Nêzîkatiyên bi vî rengî di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî hêza wî ya çareseriyê û li dijî fikrê azadiyê ye ku bi felsefeya wî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya cîhanê belav bûye.

Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku bi zimanê aştiyê bifikire, biaxive, helwesteke pozîtîf nîşan bide û ji bo xwegihandina zemîneke demokratîk ked û fikrê xwe nîşan bide.”

Etîket: Abdullah OcalanBuroya Hiqûqê ya AsrinêdaxuyanîGirtîgeha Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

19 MIJDAR 2026
Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

12 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne