• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Turkoglu: Li vir çareserî û li wir komkujî bê kirin ev nayê qebûlkirin

Enqere / AW

14 ÇILE 2026 - 11:55
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcê mirovî pêk hatin û got: “Li vir qala çareseriyê bê kirin û li wir êriş bên kirin, ev yek nayê qebûlkirin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu beriya civîna meclîsê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Halîde Turkoglu anî ziman ku sala 2025an ji bo jinan bi têkoşînê derbas bûyê û ew di sala 2026an de civîna xwe ya yekem li dar dixin. Halîde Turkoglu bi lêv kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk weke jin ew jî ji bo aştiyê têkoşiyane û di sala 2026an de jî têkoşîna wan dê bidome.

‘Rojava xeta me ya sor e’

Halîde Turkoglu diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn herî zede bandorê li jinan dikin û wiha got: “Li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li dijî jin, nasname û baweriyan êriş pêk hatin. Li dijî jinan û welatiyên sivîl sûcê şer pêk hatin. Em ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azadiya jinan pêk were têkoşîna xwe bidomînin. Divê ew çeteyên ku sûcên şer kirine werin darizandin. Ji bo wê jî saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî divê di nava hewldanan de bin. Berxwedana li taxan nîşan da ku jin û welatiyên berxwedêr teslîmî van çeteyên cîhadîst nabin. Partiya me, jin û ciwan li qadan li dijî van êrişan bertek nîşan didin. Em ê jî li dijî van êrişan deng û helwesta xwe zêdetir nîşan bidin û têkoşîna xwe bilind bikin. Rojava xeta me ya sor e û rûmete me ya. Em bang li saziyên jinan jî dikin û dibêjin; Ji bo Rojava deng derxin peywîrek mirovahiyê ye. Dayikên Aştiyê jî duh li ber Wezareta Karên Derve daxuyanî dan û xwestin Hakan Fîdan îstîfa bike. Daxwaza Dayikên Aştiyê daxwaza me ye. Li vir qala çareseriyê bê kirin û li wir êriş bên kirin, ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek zerarê dide pêvajoyê. Divê li hûndir jî li derve jî polîtikayên aştiyê bikeve dewrê.”

Xwepeşendanên li Îranê

Halîde Turkoglu bal kişand ser xwepêşendanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: “Jin, gel û baweriyên cuda li dijî rejîma dîktator li qadan in. Bi hezaran kesên ji ber mafên xwe derketin kolanan ji aliyê rejime ve hatin qetilkirin. Ya ku rejîma Îranê bike ew e ku daxwazên gel bi cih bîne. Wisa neke krîz dê mezintir bibe.”

‘Em ê di 2026an de jî têkoşîna jinan mezintir bikin’

Halîde Turkoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî kuştin û tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe û got ku Tirkiye ji bo jiyana jinan ne bi ewle ye. Halîde Turkoglu diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezakirinê zêdetir dibin û wiha got: “Jiyana jinan bi paketên darazê tê tunekirin. Ji bo kujerên Rojîn Kabaîş bên darizandin têkoşîna me dê bidome. Em ê li dijî polîtîkayên bêcezakirinê û parastina jinan têkoşîna xwe mezintir bikin. Jin li dijî şer, polîtîkayên ku keda jinan didize derdikevin. Em ê nehêlin ku têkoşîna jinan berevajî bê nîşandan. Di sala 2026an de jî wê têkoşîna me ya azadîxwaziyê bidome.”

Etîket: Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde TurkogluDEM Partî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne