• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê ji bo Helebê daxuyanî hat dayîn

Amed / AW

11 ÇILE 2026 - 17:45
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

DAKAP û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê li ber Mizgefta Uluyê ya navçeya Sûrê ya Amedê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên DEM Parti, DBP, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û navçeyan, Tevgera Jinên Azad, Dayîkên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û platformên jinan tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadi” , “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” , “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Li ser navê DAKAPê Çagla Sanay daxuyanî xwend.

Çagla Sanay diyar kir ku HTŞ û komên girêdayî wê, bêyî ku cudahiyê bixin navbera gelên Kurd û yên din li dijî taxên Helebê êrîş dane destpêkirin. Çagla Sanay anî ziman ku êrîş gihîştine asteke hovîtiyanli hemberî jinan. Çagla Sanany destnişan kir ku ev êrîşan provayên serdestiyekê ne ku tê xwestin di ser bedena jinê re bê avakirin û nîşaneyên rejîma zordest in ku hewl tê dayîn li Rojhilata Navîn bê sazkirin û wiha axivî: “Sûriye, ji aliyê dîrokî ve xwedî pêkhateyeke pirçandî ye. DAIŞ, li dijî elewî, durzî û hemû nasname û baweriyên cuda yên li herêmê ji bo xwe wekî gef dibîne û rûmeta mirovahiyê careke din li wir binpê dikin. Ev îdeolojiya tarî ya ku qadên jiyanê yên jinan teng dike, azadiyên wan sînordar dike û wan mehkûmî xeleka tundiyê dike, bi vê hovîtiya ku pêk tîne hewl dide çavê hemû jinan û mirovahiyê bitirsîne. Ev barbarî ya ku di bin navê “exlaq” û “pergalê” de tê meşandin, nîşaneya tarîtiya Serdema Navîn a li roja me ya îro ye. Em pir baş dizanin ku; kuştinên jinan polîtîk in. Kiryarên van kuştinan ne tenê ew destên ku çek an jî kêrê digirin in; ew hişmendiya baviksalar a li dijî jinê ye ku wan destan wêrek dike.”

Bang li cîhanê hate kirin

Çagla Sanay di dawiya daxuyaniyê de bang li cîhanê û hemû saziyên siyasî û sivîl kir û got: “Banga me ne tenê ji hêzên navneteweyî ên cîhanê re ye, ne jî ji bo wan welatên ku polîtîkayên durû dimeşînin û mafên mirovan û demokrasiyê di gotinê de dihêline. Banga me ji bo rêxistinên jinan, çalakgerên çepgir, sosyalîst û femînîst e ku dê hêzê bidin têkoşîna jinê û piştevaniya jinan xurt bikin. Werin em binpêkirinên mafên mirovan ên li Helebê û li herêmên di bin kontrola HTŞê de teşhîr bikin. Li hemberî ev şerê qirêj û serdestiya paşverû ya ku di ser bedena jinan re tê meşandin, li her devera cîhanê edaletê biqîrin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Etîket: AmedDAKAPdaxuyanHeleb
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne