• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayik û bavê Rojîn Kabaîş: Bila kujerên keça me bên dîtin

Bîlal Guldem / AW

5 ÇILE 2025 - 08:06
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Dayik û bavê Rojîn Kabaîş a ku hatibû windakirin û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, xwestin kujerên keça wan bên dîtin, û dixwazin rayedar bêdeng nemînin, kujeran derxin holê û dosyeya keça wan teqîb bikin.

Rojîn Kabaîş a 21 salî ji Amedê bû û îsal li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dest bi xwendinê kir. Roja 27ê Îlona 2024an bi awayek guman winda bû û agahî jê nehat girtin. Cenazeyê wê piştî 18 rojan li peravê Behra Wanê li ber gundê Mele Qasimê hat dîtin.

Rojîn Kabaîş li Wargeha Keçikan a Seyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima. Hê çend roj bû ew çûbû zanîngehê. Piştre agahî windabûnê ji malbatê re hat. Tevî ku ev sê çar meh in bi ser windakirina Rojîn Kabaîş re derbas bûne jî hê jî tu gumanên li ser mirina wê ji holê ranebûne.

Malbata Rojîn Kabaîş destnîşan dike ku keça wan hatiye kuştin ango di encama cînayetekê de hatiye windakirin. Malbat ev sê çar meh in li benda edaletê ye. Herî dawî bavê wê Nîzamettîn Kabaîş li ber Edliyeya Amedê hêrs û nerazîbûna xwe li dijî rayedaran anîbû ziman.

Duh bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê ji bo bibin dengê Rojîn Kabaîş li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) daxuyanî dan. Malbata Rojîn Kabaîş jî tev li daxuyaniyê bû. Xembarî û êşa giran li ser rûyê dayik, bav û ferdên malbatê heye û êşa wan wek a roja ewil teze ye.

Dayik û bavê wê Aygul û Nîzamettîn Kabaîş piştî daxuyaniyê ji Ajansa Welat re axivîn û xwestin ji bo keça wan edalet bicih were.

‘Bila dewlet qatîlan derxe holê’

Aygul Kabaîş diyar kir ku ew dixwazin qatîlê qîza wê derxin holê û wiha axivî: “Qîza min bi xweş û beş çû dibistanê. Tu tiştekî qîza min tune bû. Bila qatilên qîza min veneşêrin. Dibêjin ku wê xwe kuştiye, lê qîza min xwenekuştiye. Çima qatîlên wê dernaxin holê? Dosye çiqas tê bi kêmanî derdixin. Bila dosyeya wê bi kêmanî dernexin holê. Heta niha du caran îtîraz hatiye kirin. Bila vê carê dosyeya qîza min rast derxin holê da ku em jî fam bikin. Xwedê heqê qîza min ji wan re nehêle. Qatîlên wê li ku bin bila derxin holê. Em tev di meraqa vê yekê de ne. Bila dewlet qatîlan derxe holê.”

‘Bila qatîl werin dîtin’

Bavê wê Nîzamettîn Kabaîş jî anî ziman ku ew ji bo hemû zarok û jinên hatine kuştin digirî û got: “Helbet ez ji bo Rojîna xwe bêtir digirîm. Ez ji bo wan hemûyan edaletê dixwazim. Herî dawî min li ber Edliyeya Amedê îsyan kir û min di vê îsyana xwe de xwest bila çav û guhê hemû medyayê ji bo Rojîn jî vebibe. Min xwest dosyeya Rojîn jî were teqîbkirin. Dilê min pirr dişewitî û min ji kezeba şewitî dengê xwe bilind kir. Ez hêvîdarim wê ji niha şûn ve her kes li ser dosyeyê bisekine û qatîl jî werin dîtin. Bila ew qatil werin cezakirin.”

‘Delîlên ku xwe kuştibe li holê tune ne’

Nîzamettîn Kabaîş da zanîn ku Baroya Amedê û Baroya Wanê ji bo keça wî Rojîn bûne yek û dê alîkariya wan bikin. Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku dema ku delîl li holê hebûna û îspata ku Rojîn xwe kuştiye li holê hebûna, dîsa jî bigotina xwe kuştiye û tiştekî aniye serê xwe lê belê tu tiştekî li holê tune ye, lê medya Tirk û rayedar dibêjin wê xwe kuştiye.

‘Wê întîhar nekiriye’

Nîzamettîn Kabaîş destnîşan kir ku pirr eşkere xuya dibe ku hinekan lê planek kiriye û tiştekî anîne serê keçika wî û wiha got: “Lê belê ez baş dizanim ku wê întîhar nekiriye. Ez dixwazim qatîlên wê derxin ku em jî dizanibin kî kiriye û em hinekî rehet bibin. Helbet mirin ser seran û ser çavan lê ji ber ku em sedema mirina Rojîn nizanin, em xemgîn û bi hêrs in.”

‘Kesekî lê nepirsî’

Nîzamettîn Kaplan anî ziman ku gelek partî hatin serdana wan lê piştî şînê kesekî nepirsî û wiha domand: “Ji xeynî du partiyan kesekî nepirsî. Me dixwest bikevin pey doza Rojîn. Lê kesek xwedî lê derneket. Ji aliyê desthilatdariyê kesek li min negeriya. Heta niha min bi hukm û îradeya xwe her tiştî pirs kiriye û dengê xwe derxistiye. Lê piştî min hêrsa xwe li ber Edliyeya Amedê anî ziman, va hêdî hêdî êdî li meseleya Rojîn dipirsin.”

‘Xeyalên Rojînê nîvco hiştin’

Nîzamettîn Kaplan bang li Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî kir û ev daxwaz kir: “Dxwaziya min ji wan ev e; ez dibêjim bila li ser dosyeya Rojînê bisekinin û teqîb bikin. Bila bêjin çibû ji Rojînê. Zanîngeh û wargeh ên dewletê ne lê Rojîn winda dibe. Wê Rojîn jî bixwenda û bibûya mamoste. Xeyala wê ew bû ku dersê bida zarokan. Lê mixabin xeyalên wê nîvco hiştin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (35)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne