• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Denîz Aktaş: Gel nebêçare ye

Hatay /AW

4 ÇILE 2025 - 16:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya ESPê Denîz Aktaş anî ziman ku xirîstiyan kurd û gelên din ên qedîm li dijî êrişan ne bêçare ne û got: “Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku hemû gel bi hev re bi awayekî azad û wekhev dijîn rê nîşanî me dide. Elewî bi têkoşîn û rêxistinbûyînê dikarin xelas bibin.

Rêxistina DEM Partiyê li pêş avahiya xwe ya Hatayê civîna gel pêk anî. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan û gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ji bajarên derdorê hatin tev li civînê bûn. Di hevdîtinê de pankarta “Gelên Sûriyeyê ne bi tene ne” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Her der Rojava her der berxwedan” berz kirin.

‘Divê em li dijî feraseta yekperest têbikoşin’

Hevserokê Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete ewil axivî û diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji ber ferasetên yekperest derdikevin holê û wiha got: “Divê li dijî feraseta yekperest, em têbikoşin. Heke îro li Sûriyeyê komkujî û qirkirin hebin dê ev feraseta selefi were vir jî. Me dît ku çawa tên li vî welatî û komkujiyan dikin. Li ser navê DADê min ji Dêrsimê silavên Seyîd Riza, Duzgun Baba anîn. Yekane rêya li dijî vê zilmê li dijî vê Kerbelayê li dijî feraseta Emewiyan weke civakî îqrarbûne.”

‘Divê rêveberiyeke demokratik were avakirin’

Dûre endamê MYKê yê EMEPê Halîl Îmrek axivî û wiha got: “Beriya deh salan Erdogan gotibû Kobanê dikeve lê neket. Bi girtina siyasetmedaran û tayînkirina qeyûman tola xwe hiltînin. Em dizanin ku rêveberiya Sûriyeyê ya nû nabe çare. Êrişî herêmên kurdan û elewiyên ereb dikin. Mixabin em agahiyên komkujiyan digirin. Divê rêveberiyeke demokratîk were avakirin. Bêyî kurdan û elewiyan rêveberiyeke demokratîk nikare were avakirin. Em ji vir ji bo gelên li wir silavan dişînin û em li kêleka gelan in.”

‘Gel li dijî êrişan ne bêçare ne’

Hevseroka Giştî ya ESPê Denîz Aktaş jî wiha axivî: “Elewî, xirîstiyan kurd û gelên din ên qedîm li dijî êrişan ne bêçare ne. Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku hemû gel bi hev re bi awayekî azad û wekhev dijîn rê nîşanî me dide. Elewî dikarin li dor vê rêveberiyê bibin xelek û xelas bibin. Elewî bi têkoşîn û rêxistinbûyînê dikarin xelas bibin. Weke ESP em ê vê têkoşînê mezin bikin.”

‘Têkoşîna me ne bi tenê bi vir bi sînor e’

Endama Federasyona Meclisê Sosyalîst Oya Nûr jî anî ziman ku ji bo piştevaniya gelan mezin bikin hatine Hatayê û wiha got: “Bila desthilsta AKPê bizane ku rejîma Baasê ket ne gelên Sûriyeyê. Têkoşîna me ne bi tenê bi vir bi sînor e. Têkoşîna me têkoşîna Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ya hevpar e. Têkoşîna me heta ku jiyana hevpar were avakirin dê berdewam bike.”

‘Vê erdnîgariyê têra xwe xwîn dît pêdivî bi aştiyê heye’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn û wiha got: “Li kêleka me şerek heye. Netewe dewletên yekperest nekarî gelan di nava hev de bigire û gelan qetil dike. Hûn ê ji gelan re rêzdar bin. Rêveberiya Sûriyeyê têk çû. Divê rêveberiya niha weke rêveberiya bere yekperest nebe. Beriya sed salan kurd bê nasname bûn. Niha jî bê nasmaetî li kurdan tê ferzkirin. Em vê qebûl nakin. Rejîm heta guhertin lê heta kurdan nexe nava xwe nikare bibe rejîmeke demokratîk. Bi qetilkirina Elewiyan nikarin bibin rejîmeke demokratîk. Em ê bêstatubûna kurdan re bêjin erê? Na. Kurdan li dijî desthilatên zilmkar serî netewandin. Rêveberiya nû neçare statuya gelê kurd û cudahiyên gelên din nas bike. Vê erdnîgariyê têra xwe xwîn dît êdî pêdivî bi aştiyê heye. Kurd û elewî aştiyê dixwazin. Em ê rê nedin polîtikayên rêveberiya nû ku gelan tune dihesibînin.”

‘Em aştiyê bi awayekî xurt berz bikin desthilat dê neçar bimîne were ser xeta aştiyê’

Tûncer Bakirhan bal kişand ser hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha berdewam kir: “Şandeya me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Pişt re bi partiyan re hevdîtinê dikin. Heke em li Tirkiyeyê aştiya gelan ava bikin em dikarin vê li Sûriyeyê jî pêk bînin. Em girîngiyê didin aştiyê. Bajêr bi bajêr vê vedibêjin. Sedemê xizaniyê polîtîkayên şer in. Heke vê carê aştiya civakî were avakirin budçeya şer dê ji kedkar, teqawidan, xwendekaran, herêma erdhejê re were xerckirin.

Em ê bi kedkaran, xizanan re werin bahev. Em dikarin hikûmetê bikişînin ser xeta aştiyê. Em aştiyeke birûmet bixwazin divê em zêdetir tevli çalakiyên saziyên demokratîk bibin. Heke em aştiyê bi awayekî xurt berz bikin desthilat dê neçar bimîne were ser xeta aştiyê. Em neçarin li Sûriyeyê jî aştiyê ava bikin.

‘Destûr nedin polîtîkayên tune hesibandinê’

Em bi Elewiyan re di nava piştevaniyê de ne. Em bang li desthilatê jî dikin, maşalah her roj bi wesayîtan diçin Şamê. Madem têkiliyeke wisa baş heye wê demê qetilkirina elewiyan bisekinînin polîtîkayeke ku kurd bibin xwedî mafê xwe birêvebibin. Heke samînî bin ewilî bi rêveberiya wir ve biaxivin û bang lê bikin ku pêşî li van komkujiyan bigire û dest ji van polîtikayên xwe berdin. Kurd êdî dixwazin azad bijîn. Elewî heke bizanin di nava ewlehiyê de ne. Heke hûn gelekê tune hesibînin nabe. Em bang li rayagiştî ya navnetewî jî dikin xetereya li wir bînin ziman û destûr nedin polîtîkayên tune hesibandinê. Em bang li gelên xwe dikin divê em îro bi hev re bin. Di nava piştevaniyê de bin.

Em bi hev re bin dê mifteya Îmraliyê jî vebe

Em bi hev re bin Rojava jî dê bibe xwedî statu, elewî jî dê azad bijîn, mifteya Îmraliyê jî dê vebe û Birêz Ocalan dê bikare bi gelan re hevdîtine bike. Heke em bixwazin hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re tên kirin veguherin pêvajoyeke çareseriyê, ciwanên kurd û tirk jiyana xwe dest nedin û bi trîlyonan dolar neyên xerckirin divê em dengê xwe zêdetir derxînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne