• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çalakvanên Nisêbîn û Pirsûsê: Xwedî li Rojava derbikevin

Fexredîn Kilinç / Mahmût Altintaş / AW

4 ÇILE 2025 - 08:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn /Riha – Çalakvanên tevlî meşa Nisêbîn û Pirsûsê bûn bi lêv kirin ku ew sînoran nasnakin û gotin ku li dijî êrişan deng bidin Rojava û xwedî derbikevin.

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya sînorê Qamişloyê û navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya sînorê Kobanê çalakiya nobeda hatibû destpêkirin. Li navçeya Nisêbînê di 13ê mehê de û li navçeya Pirsûsê jî di 23ê mehê de bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiya meşê ya li ser sînoran hat li darxistin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gelek kes ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi mabesta şer rawestê hatin tevlî çalakiyê bûn. Weke Ajansa Welat me jî mîkrofonê xwe dirêjî çalakvanên tevlî meşê bûnê kir.

Esma Arici ya ji Wanê hatibû tevlî çalakiya Nisêbînê bibû anî ziman ku divê li dijî êrişan hemû kes bi hestiyarî tevbigerê û ev tişt gotin: “Berxwedana ku li ser sînor tê dayin pir bi wateyê. Em jî ji bo piştgirî bidin çalakiya wan û li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin îro hatin tevlî vê çalakiyê bûn. Divê gelê me jî li dijî vî şerî bibin yek ku em bigehejin pêşerojeke baş.”

‘Sînorek di navbera me de danîne lê em xwîşk û biranê’

Ji çalakvanan Şemseddin Erol ê li Nisêbînê tevlî çalakiyê bibû bi lêv kir ku ew bi mabesta êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê rawestin ew tevlî çalakiyê bûnê û wiha got: “Tu ferqa me û Rojava tune ye. Sînorêk di navbera me de danînê lê em xwîşk û biranê. Em xizmên hev in. Xizmên min li wir hê hene. Ji ber wê jî ew çend rojin em di nobede de ne û îro jî ji bo piştgiriyê em tevlî çalakiyê bûn. Daxwaza me ew ê ku şerê li Rojava rawestê û gelê me di nav wekhevî û azadiyê de bijî.”

‘Serkêftin a me ye’

Gurbet Tekîn ku li Mêrdînê tevlî çalakiya meşe ya li Nisêbînê bibû jî wiha axivî: “Ji bo piştgiriya Rojava em hatin vir. Li wir xweseriyeke demokratîk hatiyê avakirin û ji bo hemû dinyayê jî bû ye mînak. Îro di bin êrişan de ye û dixwazin destkêftiyên gelê Kurd ku bi berdelin mezin bi destxistinê desteser bikin. Ew der ax û warê Kurdan e. Tu kes nikarê ji destê wan derxîne. Banga me ji gelê me ew ê ku deng bidin Rojava û xwedî derbikevin. Serkêftin a me ye. Pêwistiya me di vê pêvajoyê de yekitiyê heye. Divê dewletên navneteweyî jî bêdeng nemînin û piştgiriya Rojava bikin.”

‘Bila êrişên ser Rojava rawestin’

Ji çalakvanan Abbas Aksak ku li Wanê hatibû tevlî çalakiya meşe ya Pirsûsê bibû diyar kir ku weke sala 2014an piştgirî danê Kobanê dîsa bi heman awayî bi mabesta piştgiriyê tevlî çalakiyê bû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin ew êrişên ser Rojava rawestê. Bila edî gelê Rojava di nav şer de derkeve. Îro statuyek bi destxistiyê. Divê ew statu bê parastin. Em jî bi daxwaza şer edî bisekinê û gelê Rojava bigehejê armanca xwe li Wanê hatin û tevlî çalakiyê bûn.”

‘Bijî Kurd û Kurdistan’

Ji çalakvanan Emîne Yalvaç a li Wanê tevlî çalakiya Pirsûsê bû ye jî ev tişt anîn ziman: “Armanca me ya hatina li vir ew ê ku aştî pêk were û edî xwîn birijê. Edî em naxwazin xwîn birijê û em jiyaneke wekhev bi hev re bijîn. Banga me li hemû gelê Kurd ew ê ku em bibin yek û li dijî êrişan derbikevin.”

Ji çalakvanan Ahmet Abî yê li Wanê hatibû tevlî çalakiya meşê ya li Pirsûsê bibû destnîşan kir ku ew şer naxwazin û axaftina xwe wiha domand: “Em ji bo piştgiriya birayên xwe yên Rojava bikin hatin li vir. Em dewletê re jî dibêjin ku ji aliyekî ve tu dest dirêj dike û ji aliyê din ve jî birayên me qetil dikin tiştek wisa nabe. Heta dawiyê jî em ê li cem birayên xwe bibin. Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike. Ji bilî yekitiyê tu çareya me tune ye. Serkêftin jî ya me ye. Bijî Kurd û Kurdistan”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne