• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

Enqere / AW

2 ÇILE 2026 - 11:18
Kategorî: ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojnameger Huseyîn Aykol bi bîr anî û got: “Kesayetek ji dil û kedkar bû. Şoreşgerek mînak bû. Hevalekî têkoşînê yê bêhemba bû. Wê her dem di nav têkoşîna me de keda wî zindî bimîne.”

Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di 14ê Cotmeha 2025an de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şeva sersalê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Huseyîn Aykol li eywana Yilmaz Guney a li navçeya Çankayayê merasîma oxirkirinê ango bîranînê tê lidarxistin. Malbat û hevalên Huseyîn Aykol ên xebatkarên Çapemeniya Azad, heval û hezkiriyên Aykol, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li bîranînê bûn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo bîranîna Aykol peyamek şand.

Peyama Ocalan ji aliyê endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol ve hate xwendin.

Nameya Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

“Em ji ber wefata Mamoste Huseyîn di nav xemgîniyek mezin de ne. Di serî de ji malbatê re, ji Çapemeniya Azad re, hevrêyê wî re, hezkirî û hogiran re sersaxiyê dixwazim.

Daxwaza wî ya dawî ev bûyê ku bi min re hevpeyvînê bike. Ew daxwaza wî ji bo min bi nirx û watedar e. Bi mamoste Huseyîn re me di sêr salên 90î de derfeta hevdîtin û hevpeyvînê dîtibû. Heke ev mirina bêwext nebûna min dixwest wî bibînim û pê re sohbet bikim.

Ew kesayetekî enternasyonal bû ku jiyana xwe ji şoreş û têkoşînê re terxan kiribû. Kesayetekî ji dil û kedkar bû.

Ev rewşenbîr û rojnamegerekî ku bûbû dengê heqîqete û şoreşgerekî ku şûna wî nayê tijekirinê ye. Me pêşengekî enternasyonalîst winda kir. Di hemû jiyana xwe ya têkoşer de bi pênûs û helwesta xwe her tim bû pêşengek, rê nîşan da û şoreşgerekî mînak e.

Li cem min ew jî weke Gurbetellî Ersoz û Sirri Sureyya Onder hevalekî têkoşînê yê bêhempa bû.

Jiyana Huseyîn Aykol nîşaneya şênber a lêgerîna heqîqetê û berpirsiyariya civakî ye. Li dijî tarîtiyê dengê heqîqetê bû û wî li ser rêya Çapameniya Azad qet serî netewand.

Wî jiyana xwe fedayî azadiya gelan kir. Ditêkoşîna wekheviyê de kêliyek jî dilgiranî nekir û bi baweriyek xurt heta henaseya xwe ya dawiyê vê alê ji destê xwe nedanî û tişta pêwîst bi laîqî bicih anî.

Têkoşîna wî, îdealên wî û keda wî, wê di wîjdana vê axê de heta dawiyê zindî bê hiştin.

Em ê bibin peyrew û şopdarên îdealên wî ku li paş xwe hişt, raman, têkoşîn û keda wî ya mezin.

Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de her zindî bihêlin û bidin jiyandin.

Dubare ji malbatê, çapemeniya azad, hevalên wî yên têkoşînê, dost û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim.”

Etîket: Abdullah OcalanHuseyîn Aykol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne