• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên Zimanê Kurdî: Azadiya Rêber Ocalan azadiya zimanê Kurdî ye

Amed / AW

30 KANÛN 2025 - 13:40
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Saziyên Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya dê di 4ê Çile de bê lidarxistin, kir û gotin: “Azadiya Rêber Ocalan di heman demê de azadiya zimanê Kurdî û nirxên Kurdan e. Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber Ocalan a fizîkî pêk bê.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” roja 4ê Çile dê mitîng li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin.

Saziyên Zimanê Kurdî têkildarî mitîngê daxuyaniya çapemeniyê da. Saziyên ziman bi awayek hemwext li Amed, Wan, Şirnex û Enqereyê daxuyaniya hevpar da û banga beşdariya mitîngê li gel hate kirin.

Amed

Daxuyaniya li Amedê li avahiya Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî (KOZA-DER) hate dayîn. Endamên û rêveberên saziyên zimanê Kurdî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê bi Kurmancî Hevserokê KOZA-DERê Murat Bîlgîç û ya Kurmanckî jî Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut xwend.

Şirnex

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî ji aliyê Komeleyên Ziman, Çand û Hunerê ya Birca Belek û Cûdî-Derê ve bi tevilbûna endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li ber avahiya Komeleya Birca Belek de hate dayîn de pankarta, “Ji bo Rêzdar Ocalan azadî, ji bo zimanê Kurdî Statu” hat vekirin.

Endamê Komeleya Birca Belek Rojger Nûh Ant daxuyanî xwend û bang li hemû gelê Botanê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û ststuya zimanê Kurdî tev li mîtînga “Hêvî û Azazadiyê” bibe.

Wan

Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), di çarçoveya Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya dê di 4ê çileyê li Amedê bê lidarxistin de daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya KURDÎGEHê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta “ ji bo Rêzdar Ocalan Azadî Ji Bo Zimanê Kurdî Statû” hat vekirin. Endamê rêveberên KURDÎGEHÊ tev li daxuyaniyê bûn.

‘Werin em dengê xwe bilind bikin’

Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Arslanê ve hat xwendin. Arîfe Arslanê anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidestxistina mafên herî xwezayî, neteweyî û civakî yên kurdan rasterast têkildarî hev in. Arîfe Arslanê bi bîr xist ku azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya zimanê kurdî û nirxên kurdan e û got: “Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber  Ocalan a fizîkî pêk bê. Bi vê armancê 4ê çileyê, li Amedê, ‘Mitînga Hêvî û Azadiyê’ tê lidarxistin.Em bang û gazî li hemû partî, sazî û derdorên kurd, demokratîk û aştîxwaz, bi taybetî jî bang û gazî li hemû derdorên kurdîparêz û gelê xwe dikin ku bi coşeke mezin beşdarî mitîngê bibin, ji bo civateke azad û aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin.”

Metna daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:

“Ev demeke di pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd de, bi hewldanên hemû derdorên azadîxwaz, demokratîk û aştîparêz pêvajoyeke avakirina civateke demokratîk û aştiyeke birûmet di rojevê de ye.
Bêguman, ji bo ku civateke demokratîk bê avakirin û aştiyeke birûmet a mayînde bê sazkirin berî her tiştî divê pergaleke demokratîk bê sazkirin. Riya vê yekê jî, berê her tiştî di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên polîtîk û ji qebûlkirina hemû mafên me kurdan ên herî xwezayî, civakî û neteweyî re derbas dibe; ku ji bo vê jî divê hemû pêwistiyên hiqûqî û siyasî bên bicihanîn. Bi taybetî jî divê statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi kurdî bê qebûlkirin û pêkanîn.

Helbet ji bo ku ev yek jî pêk bên divê em hemû Kurdên azadîxwaz û derdorên aştîparêz têkoşîna xwe li her qadê bilindtir û berfirehtir bikin.

Baş tê zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina mafên herî xwezaayî, neteweyî û civakî yên kurdan rasterast têkildarî hev in. Azadiya Rêber Ocalan di heman demê de azadiya zimanê Kurdî û nirxên Kurdan e. Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber Ocalan a fizîkî pêk bê.

Bi vê armancê 4ê Rêbendanê, li Amedê, ‘Mitînga Hêvî û Azadiyê’ tê lidarxistin.

Em bang û gazî li hemû partî, sazî û derdorên Kurd, demokratîk û aştîxwaz, bi taybetî jî bang û gazî li hemû derdorên Kurdîparêz û gelê xwe dikin ku bi coşeke mezin beşdarî mitîngê bibin, ji bo civateke azad û aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin.

Bijî Zimanê Kurdî
Bijî Aştî
Bijî Azadî.”

Etîket: Abdullah OcalanMîtînga Hêvî û AzadiyêSaziyên Zimanê Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne