• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wêneyê ‘Jinên Kurd’ di koleksiyona Global 50/50 de cih girt

Navenda Nûçeyan / AW

30 KANÛN 2025 - 12:17
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Wêneyekî ku ji aliyê wênegirê Kurd Mehmet Masum Suer ve di çalakiya TJAyê hatibû kişandin, ji bo koleksîyona rêxistina navneteweyî Global 50/50, ku li cîhanê ji bo wekheviya zayendî têdikoşe, hate qebûlkirin û li ser malpera rêxistinê hate weşandin.

Wêneyekî ku ji aliyê wênegirê Kurd Mehmet Masum Suer ve di meha Gulanê ya borî de li Amedê di çalakiya “Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk” de ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatibû organîzekirin, hatibû kişandin, di koleksîyona Global 50/50 de cih girt û li ser malpera rêxistinê hate weşandin. Di wêne de Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari diaxive û li dora wê jinên Kurd ku bi tilîyen xwe nîşana serkeftinê rakirin e, xuya dikin.

Wêneyê Suer, di bin sernavê “Têkoşîna Jinên Kurd a ji bo Aştiyê û Azadiyê” û di beşa “Qanûn û Edaletê” de cih girt. Wêne dê ji aliyê Global 50/50 û rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên din û ji aliyê çapemeniya cîhanê jî di rapor, lêkolîn û nûçeyan de wê bê bikaranîn.

Bawerî û serbilindiya kolektîf a jinan

Wêneyê Suer ji aliyê Global 50/50 ve bi vê daxuyaniya li jêr li koleksiyonê hate zêdekirin:

“Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bi serbilindî li pêşberî girseya ku ji aliyê jinên Kurd ve hatiye dorpêçkirin û pankart di destê wan de ne û nîşanên serketinê çêdikin, diaxive. Rûyê wan bawerî û serbilindiya kolektîf nîşan dide. Ev wêne kêliyek girîng di tevgera aştî û azadiyê ya jinên Kurd a li Tirkiyeyê de nîşan dide. Piştî çil salan şerê çekdarî di navbera artêşa Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, bi banga bêçekbûnê û hevdîtinên aşîtiyê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir. Li Amedê, jinên Kurd ji bo piştgiriya vê pêvajoyê hatin cem hev û daxwaza demokrasî, wekhevî û bidawîanîna tundîtûjiyê kirin. Hevserokatiya Hatîmogûllari rola veguherîner a jinên Kurd di lêgerîna aştiyê de temsîl dike. Aktîvîzma wan hem zilma baviksalar û hem jî ya dewletê dixe ber pirsê û diyar dike ku têkoşîna ji bo edaletê ji têkoşîna ji bo wekheviya zayendî nayê veqetandin.”

Rêxistina civaka sivîl Global 50/50 a ku navenda wê li Brîtanyayê ye, 30 sal in li ser asta navneteweyî ji bo wekheviya zayendî, piştgiriya serokatiya jinan û polîtîkayên tenduristiyê ku ji bo her kesi dixebitin xurt bike lêkolîn, rapor û nûçeyan amade dika û belav dike.

Etîket: Global 50/50Jinên KurdTevgera Jinên Azad (TJA)Tulay HatimogullariWênegir Masum Suer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

15 MIJDAR 2026
Tulay Hatîmogullari: COP31ê ji bo domandina pergala talanê dikin perde

Tulay Hatîmogullari: COP31ê ji bo domandina pergala talanê dikin perde

14 MIJDAR 2026
Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

4 MIJDAR 2026
Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

3 MIJDAR 2026
Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

2 MIJDAR 2026
‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

30 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne