• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ser sînor kuştina sîstematîk berdewam dike: Di 20 salan de 2 hezar û 150 qurbanî

Lezgîn Akdenîz / AW

30 KANÛN 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Li Rojhilatê Kurdistanê, sala 2025an jî ji bo kolberên Kurd wekî salên borî veguherî saleke bi êş, xem û kuştinan. Tevî hemû bangên navdewletî, hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi siyaseta gulebarana rasterast bi dehan ciwanên Kurd qetil kir.

Di salên dawî de, zextên li ser sînorên Kurdistanê zêde bûne. Sala 2025an ji bo kolberên Kurd bû saleke giran û bi xwîn. Tevî hemû bangên navdewletî jî Komara Îslamî ya Îranê siyaseta xwe ya gulebarana rasterast li ser sînoran domand. Li gorî daneyên dawî yên rêxistinên mafên mirovan, krîza mirovî ya li Kurdistanê bi sedemên siyasî û aborî kûrtir bûye.

Bilançoya 2025an: Piştî agirbestê tundî zêde bû

Li gorî raporên Hengaw û Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), di şeş mehên ewil ên sala 2025an de herî kêm 10 kolber bi gulebarana hêzên rejîma Îranê hatin kuştin û 12 kolber jî birîndar bûn. Piştî agirbesta Îran û Îsraîlê, zextên li ser sînoran bi awayekî berbiçav zêde bûn. Tenê di mehekê de 7 kolberên din hatin kuştin.

Di 20 salan de komkujiya sîstematîk

Dema em li 20 salên dawî dinêrin, tablo hîn girantir dibe. Li gorî daneyên ku ji çavkaniyên mafên mirovan hatine berhevkirin, di 20 salên dawî de 2 hezar û 150 kolberên Kurd li ser sînoran hatine qetilkirin. Lê belê ev dane yên ku hatine parvekirin, gelek malbat ji ber rewşa ewlehiya xwe kuştî û birîndarên xwe vedişêrin, bi raya giştî re parve nakin.

Sedemên sereke yên kuştina kolberan

Herî zêde gulebarankirina çepûrast dibe sedema kuştina kolberan. Hêzên sînorî bêyî hişyariyê bikin, guleyan li kolberan dibarînin. Çiyayên Qendîl û Zagrosê di zivistanê de dibin xefika mirinê. Serma û aşît her sal canê gelek ciwanan distîne. Mayinên di şerê Îran û Iraqê hîn jî li ser sînoran mane û dibin sedema mirina kolberan. Zêdetirî ji sedî 70ê van kuştinan bi gulebarankirina rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê pêk hatine. Yên din ji ber aşîtê, sir û seqema dijwar, teqemniyan û ketina ji lat û zinaran jiyana xwe ji dest dane.

Çima Kurd neçarî kolberiyê dibin?

Kolberî ne hilbijartinek e, lê encama polîtîkayên aborî û zextên li ser Rojhilatê Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya betaliyê ango bêkariyê li van deran du qatê parêzgehên Îranê ye. Ji ber nebûna kargehan, tew xwendekarên zanîngehê jî neçar in ji bo debara malbatên xwe bikin, barên giran li ser pişta xwe hildigirin û dikevin ser rêya mirinê.

Tehran Kurdan tehdît dibîne

Tehran herêm û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wekî “tehdîda ewlehiyê” dibîne. Bi vê nêrînê, sînor wekî qada şer têne hesibandin û her liv û tevgera kolberan wekî çalakiyeke li dijî dewletê tê dîtin. Ev yek rê li ber “bêcezabûna” leşkerên ku kolberan dikujin vedike. Rayedarên Îranê ji bo kuştinan rewa bikin, kolberan wekî “qaçaxçiyên çekan” nîşan didin.

Banga qada navneteweyî

Rêxistinên mafên mirovan di raporên xwe yên dawî yên sala 2025an de bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li Îranê bikin. Tê xwestin ku kolberî wekî “karê mirovî” bê naskirin û dawî li kuştina ciwanên Kurd bê anîn. Tevî hemû raporên navdewletî û bangên saziyên mafên mirovan, kuştina kolberan li ser sînoran wekî “siyaseteke sîstematîk” berdewam dike.

Etîket: hêzên rejîma ÎranêKolberkuştina kolberanRejîma ÎranêRêxistina Mafên Mirovan a HengawêRojhilatê KurdistanêTora Mafên Mirovan a Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Ji serê salê ve Îran 12 kolberên Kurd û 13 kasibkarên Belûç qetil kiriye

Ji serê salê ve Îran 12 kolberên Kurd û 13 kasibkarên Belûç qetil kiriye

24 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne