• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hêvîn Silêman: Berxwedana taxan didome

Navenda Nûçeyan / AW

27 KANÛN 2025 - 15:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî êrişên komên girêdayî hikumeta demkî diyar kir ku bi van êrîşan armanc dikin ku peymana 1ê Nîsanê pûç bikin û got: “Li dijî van êrîşan berxwedan didome.”  

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman, der barê êrîş û dorpêça li ser taxan pêş dikeve civîna çapemeniyê pêk anî. Hêvîn Silêman anî ziman ku nêzî 4 meh in tevgerên çeteyên girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta demkî hene û wiha got: “Dixwazin pirsgirêkan derbixin û bê istiqrariyê çêbikin.”

Hêvîn Silêman bi bîr xist ku çete tevî çekên xwe yên giran li derdora her du taxan bi cih bûne û êrişan pêk tînin. Hêvîn Silêman anî ziman ku ew çete naxwazin ewlehî li Sûriyeyê çêbibe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Armanca wan çeteyan têkbirina peymana 10’ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de ye. Çete her du taxan wekî xeleke lawaz dibînin, ji ber vê yekê êrişan dikin û şerekî taybet li dijî her du taxan dikin. Gelê her du taxan li hemberî êrişan bersiveke xurt da.”

Hêvînê bal kişand ser îdiayên hikumeta veguhêz û çekdarên wê belav dikin ku dibêjin QSD’ê dest bi êrişan kiriye û ev bersiv da “Em jî dibêjin ku hikumeta veguhêz vê yekê baş dizane; li gorî benda 6’an a peymana 1’ê Nîsanê û bi amadebûna nûnerên hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser şervanên QSD’ê tevî çekên xwe ji her du taxan, ber bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve vekişiyan.”

Hêvîn Silêman anî ziman ku yên her du taxan diparêzin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelên her du taxan e.

Hêvîn Silêman di dewama axaftina xwe de îşaret bi peymanên agirbestê jî kir û wiha got “Di 22ê kanûnê de peyman hat binpêkirin. Her du taxa û sivîlên wê hatin hedefkirin. Dron jî bi awayekî domdar li ser her du taxan digerin. Li vir em dibêjin ku armanca êrişkaran ne ewlehiya herêmê û pêkanîna lihevkirineke daîmî ji bo ewlehiyê ye. Em teqez dikin ku ev êriş ne rewa ne. Komên ku êrişan pêk tînin fermanan ji dewleta Tirk a dagirker digirin. Tirkiye jî naxwaze ewlehî li herêmê çêbibe.

Hêvînê bal kişand ser berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û wiha domand “14 sal e têkoşîna şêniyên her du taxan dewam dike. Şêniyan di mercên herî giran de parastina taxê kir. Niha jî tax di bin ambargoyê de ne. Em bang li şêniyên xwe dikin ku li hemberî siyasetên şerê taybet têkoşînê berdewam dikin.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê herî dawî wiha got: Komên ku êriş dikin û îdiayên ne rast belav dikin, hewl didin taxê ji niştecihên wê vala bikin. Berxwedan berdewam e. Lihevkirinên ku di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêdibin çeteyan bi hêrs dike.”

Etîket: EşrefiyeHelebHêvîn SilêmanŞamŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

24 TEBAX 2026
Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

22 TEBAX 2026
Sekreterê Giştî yê NYê bi saziyên jinan re civiya

Sekreterê Giştî yê NYê bi saziyên jinan re civiya

27 TÎRMEH 2026
Di teqîna Şamê de kesek jiyana xwe ji dest da

Di teqîna Şamê de kesek jiyana xwe ji dest da

7 TÎRMEH 2026
Di kêliya serdana Macron a Şamê de rêzeteqîn pêk hatin

Di kêliya serdana Macron a Şamê de rêzeteqîn pêk hatin

7 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne