• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Azadiya Ocalan azadiya ziman û axa me ye

Amed / AW

26 KANÛN 2025 - 15:18
Kategorî: ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û heyeta pê re li Çinarê serdana gundan kir. Keskîn Bayindir di serdanê de banga beşdariya mitîngê li gundiyan kir û got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya ziman, ax û azadiya me ye.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” roja 4ê Çile dê mitîng li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li gel rêveberên DBPê, DEM Partiyê û Hevşaredarên Çinarê serdana gundên Melepolat û Elwendiyê yên navçeyê kir. Di serdana gundan de gel ji bo mitîngê hate vexwendin. Heyet pêşî çû serdana gundê Melepolatê. Li mala şînê ya gund Keskîn Bayindir û heyeta pê re bi gundiyan re civiyan û behsa pêvajoyê hate kirin. Keskîn Bayindir li vir axivî û bal kişand ser girîngiya mitîngê.

‘Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rêya aştiyê’

Keskîn Bayindir anî ziman ku ew îro di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin û wiha got: “Ev salake em ji bo pêvajoyê dixebitin. Me gelek zilm dît lê îro me ji bo aştiyê derfetek bi dest xist. Me tu carî serî netewand. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Êdî Kurd li cîhanê bûne hêz û pêşengtiya aştiyê dikin. Gelê Kurd bi saya rêberê xwe birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî îro li cîhanê bûnê navdar. Lê hê jî gelek kêmasî hene, zimanê me qedexe ye. Îro em hatine astekî ku mafên xwe di nava yasayan de bi cih bikin. Hat xwestin ku bi zordariyê gelê Kurd tune bikin. Lê îro hatin ser rêya aştiyê, çibû ku biryara wan hat guherandin? Bi saya hêza gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rêya aştiyê.”

‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya ziman û axa me ye’

Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê tu kes nebêje ez tu karî nakim û got: “Divê her kes çi destê wî/wê bê bike. Divê em qedera welatê xwe biguherînin. Çareserî dê bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd ji hevdu dûr nakevin. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya ziman, ax û azadiya me ye. Em di 4ê Çileyê de mintîngek li dar dixin. Em ê bibejin ku ‘hûn nikarin me ji hevdu biqetînin bikin’. Ev bar li ser milê tevahî gelê me ye. Divê her kes ji bo mitîngê bixebite û dengê xwe li qadê bilind bike.”

Paşê Keskîn Bayindir û heyeta pê re derbasî gundê Elewendiyê bû û serdana welatiyên gund kir û xelkê gund vexwendin mitîngê. Paşê heyet bernameya xwe qedand û ji gund vegeriya.

 

Etîket: Abdullah OcalanHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirMîtînga Hêvî û Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne