• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ozguneş: Entegrasyon ne bişaftin e avakirina ahenga demokratîk e

Gulîzar Turkoz / AW

26 KANÛN 2025 - 10:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endamê Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş destnîşan kir ku entegrasyon ne windakirina nasnameyê ye, lê belê di bin banê dewleteke demokratîk de avakirina jiyaneke piralî û hiqûqî ye.

Endamê Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş derbarê nîqaşên li ser “entegrasyon”, “bişaftin” û “modelên çareseriyê” de ji ajansa me re axivî. Hasan Ozguneş bal kişand ser krîza nasnameyê ya sedsalî ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku mifteya aştiyê ne di helandina gelan de, di veguherîna ber bi “Civaka Demokratîk” de ye.

Cudahiya di navbera entegrasyon û bişaftinê de

Hasan Ozguneş bal kişand ser wateya peyva entegrasyonê û wiha got: “Entegrasyon ku di Kurmancî de wateya wê ‘aheng’ e; tê wateya anîna cem hev a pêkhateyên cuda û birêvebirina jiyana hevpar. Lê belê, heger sîstemek cudahiya mirov qebûl neke û bixwaze wî mîna xwe bike, ev nabe entegrasyon, ev dibe bişaftin.”

Ozguneş hişyarî da ku divê entegrasyon mîna “teslîmiyetê” neyê dîtin û got: “Divê gelê me fêm bike; tevlêbûna nav dewletê nayê wateya destberdana ji azadî, çand û xwerêvebirinê. Em behsa hiqûqeke nû dikin ku dewlet hebûna me bi fermî nas bike.”

Sedsala înkarê û Peymana Lozanê

Ozguneş bi bîr xist ku bi Peymana Lozanê re gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiye hiştin û parçebûn ketiye navbera civakê. Hasan Ozguneş destnîşan kir ku dewleta Tirk bi modela “netew dewletê” sedsaleke rastiyan vedişêre û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dewlet dibêje ‘ev dewleta Tirkan e’. Lê gava tu wisa dibêjî, tu Kurdan û Ereban tune dihesibînî. Ev mîna wê ye ku tu ji şêr, kûçik û hêştir re bibêjî ‘hûn hemû ga ne’. Her miletek bi ziman, dîrok û nasnameya xwe heye û pênaseya milet bi van hêmanan pêkan e.”

Modela Swîsreyê û peymana civakî

Siyasetmedar Ozguneş ji bo çareseriyê welatê Swîsreyê wekî mînakekî nîşan da û got: “Li Swîsreyê çar zimanên fermî û nêzî 30 kantonan hene. Her kanton bi zimanê xwe diaxive û jiyana xwe li gorî daxwaza xwe bi rê ve dibe. Entegrasyona ku em behs dikin ev e. Divê dewlet li hemberî hemû reng, çand û baweriyan bibe xwedî helwesteke demokratîk.”

Banga xwedîderketina li pêvajoyê

Hasan Ozguneş diyar kir ku pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, derfetê dide ku siyaset ji bin siya şer derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me 50 sal in berxwedaneke mezin daye û xwe kiriye hêzeke civakî. Îro gava em bi awayekî demokratîk tev li sîstemê bibin, ev nabe paşde gavavêtin. Heger dewlet demokratîk bibe, sînorên di navbera parçeyên Kurdistanê de dê mîna welatên Ewropayê tenê wek xetên sembolîk bimînin û biratiya gelan a rastîn dê ava bibe.”

 

Etîket: Abdullah OcalanEntegrasyona DemokratîkHasan OzguneşPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne