• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ozel: Li Sûriyeyê û Tirkiyeyê mafên hemû netewan bên nasîn
Buldan: Divê hemû kes vî barî hilde ser milê xwe

Enqere / AW

22 KANÛN 2025 - 13:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Ozgur Ozel piştî hevdîtinê daxuyanî dan. Ozgur Ozel diyar kir ku ew hem li Sûriyeyê û hem jî li Tirkiyeyê pêkhatina mafên hemû netewan hevî dikin. Pervîn Buldan jî got ku divê hemû kes vî barî hilde ser milê xwe.

Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk serdanên partiyên siyasî didomînin. Endamên heyetê li Navenda Giştî ya CHPê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtina Heyetê û Ozgur Ozel zêdetirî seateke dewam kir.

Piştî hevdîtinê Heyet û Ozgur Ozel daxuyanî dan çapemeniyê.

Ozel: Divê mafên hemû netewan bê nasîn

Ewilî Ozgur Ozel axivî û bi şermezarkirina heqeretên zayendperest û nijadperest ên Bursasporê li dijî Leyla Zana dest bi axaftina xwe kir. Ozgur Ozel wiha got: “Komîsyon di merhaleya amadekirina raporê de ye. Em hêvî dikin ku raporeke ku hemû kesî qebûl bike û pêvajo encam bigire û êş bi dawî bibin û biratiyeke mayinde pêk were. Divê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Sûriyeyê ji bo Kurd, Tirk, Durzî û hemû pêkhate bi awayekî ku mafên hemû netew û baweriyan pêk were û herdu dewlet jî biratiyeke mayinde bikin. Ev yek dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn baş bibe.”

‘Divê em aştiyê diyarî hemû hemwelatiyan bikin’

Pervîn Buldan jî diyar kir ku hevdîtina wan baş encam girtiye û wiha axivî: “Em li ser merhaleya pêvajoyê ku gehiştiyê axivîn. Di vê pêvajoya dîrokî de em piştgiriya erênî ya CHPê pir girîng dibînin. Ji ber şer li vê erdnîgariyê pir êş hatin kişandin. Ciwan ketin bin axê. Ji bo ev êş bi dawî bibe divê hemû kes vî barî bide ser milê xwe. Berpirsyariya me hemûyan ew e ku em aştiyê diyarî hemû hemwelatiyan bikin.”

Mithat Sancar jî anî ziman ku ev pêvajo pêvajoya müzakereye ye û got: “Me jî li vir muzakereyeke erênî kir. Bi hev re rexne, fikar û tiştên divê bibin gotobêj kir. Ya girîng mutabakateke siyasî ye. Me di hevdîtinê de carek din dît ku CHP dê di vê pêvajoyê de bi rola xwe ya erênî rabe.”

Etîket: CHPDEM PartîHeyeta ÎmraliyêMîthat SancarOzgur OzelPervîn Buldan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

3 COTMEH 2026
Heyeta DEM Partiyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne